‘El-Safiya’ şanoyek berxwedana jinan li Mexrîbê nîşan dide
Li Mexrîbê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi armanca destnîşankirina pirsgirêkên civakî û malbatî, şanoya ‘El-Safiya’ hat nîşandan. Şanoyê zêdetir diyardeyên ku rewşa jinan dibêjin pêşkêş kir.
Henan Haret
Mexrîb –Şanoya ‘El-Safiya’ çîroka malbatek ku ji ber zordariya bav û vexwarina araqê rewşek zextê dijî vedibêje. Ev rewş bandorê li têkiliyên nav malê dike û atmosferek bêaramî û ne hevgirtî çêdike ku bandorê li ser hemû endamên malbatê dike.
Kesayeta ‘El-Safiya’ êş û dijwariyên jinê nîşan dide. Her çend di nav malê de bi zordestî û pevçûnan re rû bi rû dimîne jî, hewl dide malbata xwe li ba hev bihêle. Ev karakter rastiya gelek jinan nîşan dide. Jinên ku di şertên herî dijwar de berpirsyariya parastina zarokan û domandina malbatê li ser milên xwe digirin.
Şano balê dikşîne ser kesayeta keça malê ‘Sûreya’ ku di nav atmosferek malbatê ya bi zordariyan dagirtî ye, mezin dibe. Ev hawîrdor dibe sedem ku ew li derveyî malbatê li xwedî derketin û nasînê bigere. Gava ku di nav malê de guftûgo û piştgiriya hestyarî tune be, Sûreya ber bi cihana dîjîtal ve diçe û ji bo xwe bi qîmet û girêdayî hîs bike, li ser platforma ‘TikTok’ dest bi weşanên zindî dike.
Endama koma şanoyê ya “SCÈNE ESPOIR” û kesa ku rola ‘El-Safiya’dilîze ya bi navê Îkram Buhebke, got ku mijara tundiya malbatî ji ber ev mijar hîn jî li aramiya hin malbatan bandor dike, hatiye bijartin. Îkram Buhebka diyar kir ku xwestine bi vê xebatê, bi zimanê hunerê bala mirovan bikşînin ser vê diyardeyê.
Îkram Buhebka destnîşan kir ku kesayeta ‘El-Safiya’jinekê temsîl dike ku di bin zordariya mêrperestî û têketina zilam a araqxurî de dijî, lê her çend wisa be jî hewl dide malbata xwe li ba hev bihêle û keçika xwe ji encamên neyînî yên pevçûnên malbatî biparêze.
Şanoger Şeyma Aflîflo ku di lîstikê de rola ‘Sûreya’ dilîze, diyar kir ku ev karakter nimûneyek ji gelek ciwanan nîşan dide ku di malbatên tê de alozî heye de mezin dibin. Ev rewş carna dibe sedem ku bala wan li derveyî malbatê, bi taybetî li ser torên civakî yên dîjîtal be.
Şeyma tekez kir ku şano ji bo ragihandina pirsgirêkên civakî û ji bo avêtina pirsan li ser guherînên ku civak dijî, cihek girîng e. Wê zêde kir ku karên hunerî her çend rastî bi xwe rasterast neguherînin jî, dikarin di vekirina nîqaşên li ser hin diyardeyên ku bandorê li jiyana mirovan dikin de, bidin destpêkirin.
Di dawiyê de, Şeyma Aflîflo anî ziman ku hêvîdar e ku ev xebat bibe sedema vekirina nîqaşekê li ser wan pirsgirêkên ku di şanoyê de hatine destnîşankirin.
Koma şaoyê ya SCÈNE ESPOIR yek ji komên şanoyê yên ciwan ên bajarê El Hacib e. Di sala 2015’an de ji aliyê komek ciwanan ve hat damezrandin. Di nav damezrîneran de mezûnên enstîtûyên bilind ên hunera şanoyê û çalakiyên çandî jî hene. Kom bi armanca zindîkirina jiyana çandî ya herêmî û teşwîqkirina jêhatiyên hunerî yên nû, lîstikên şanoyê pêşkêş dike. Her wiha, ji bo ciwanan atolyeyên hunerî organîze dike.