Efganistan di navbera barana hêvî dide û kareseta xwezayî de ye

Li Efganistanê ji destpêka salê ve, barana ku bi hêviya hişkesalî bi dawî bibe dibare, lehî û erdhejên çêdibin, dibin sedema mirina bi dehan kesan. Di encama hilweşîna dîwarê malek de, ji heman malbatê 9 kes mirin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Li Efganistanê sala 2026’an bi şiliyek bê navber destpê kir û li hinek bajaran berf barî. Piraniya gel ji berf û barana dibarin kêfxweş in, ji ber hêviyên ku wê li welat hişkesalî bi dawî bide zêde dibe. Lê belê cotkar ditirsin ku serma zirarê bide çandiniyê û hemû berhem ji serma bişewitin. 

Li aliyê din, ji derveyî zirarên bidin berhemên çandiniyê, ji ber lehiyên ku li gelek bajaran rabûn, 61 kes mirin û 200 kes jî birîndar bûn. Li hinek herêman jî ji ber ku banên avahiyê hilweşiyan, çend kes mirin.

Di erdheja dawî de 12 kes mirin

Di encama erdheja 3’yê Nîsana 2026’an de li Kabîlê çêbû de 12 kes mirin. Her wiha li bajarê Laghman, ji ber hezazê zarokek keç a 10 salî mir. Di vê çarçoveyê de, me serdana malbatek li herêma Gosfanddere ya girêdayî navçeya Bagramî ya Kabulê kir. 9 endamên vê malbatê jiyana xwe ji dest dane û mala wan bi temamî hilweşiyaye.

Herêma Gosfanddere, yek ji gundewar û qada girêdayî navçeya Bagramî ya li rojhilatê bajarê Kabulê ye. Ji ber cihê wê yên erdnîgarî yên taybet bixwe, di salên dawî de bi saziyên dewletê û projeyên pêşketinê balê dikşîne. 

Gosfanddere ji bo projeyên mezin ên pêşketinê dihat plankirin

Gosfanddere, wek gelek cihên din ên Efanistanê, di nava çiyayên Kabulê de cih digre. Li gorî şahidên bûyeran, di 20 salên dawî de, ev herêm hêdî hêdî veguherî cihên bicihbûnê. Ev cih ji bo projeyên mezin ên pêşxistinê wek avakirina avahiyan ji bo koçberên vedigerin û mamosteyan, avakirina herêmên pîşesazî û avakirina perwerde û navendên xizmetê hatibû plankirin. Lê belê ketina meryetê ya van projeyan, rastî astengiyên cidî hat. Yek ji pirsgirêkên herî mezin, kesên bi hêz di nav de endamek parlementoyê yê bi navê Malaterekhil di nav de, erazî desteser dikirin. Ev kes li Kabulê, eraziyên mezin, bi navê xwe û malbata xwe desteser dikir û bi buhayê zêde difrot gel. Her wiha eraziyên ku dewletê dane gel, bi zorê jê girt û ji nû ve dida firotan. Gosfanddere yek ji van herêman e. Li gel vê, nebûna rêveberiyek bi bandor ya pêkanîna projeyan, bû sedem ku gelek planên pêşketinê an bisekinin an jî hêdî hêdî bipêş bikevin.

Cihê ku ji heman malbatê 9 kes mirin

Dema em hatin gundê Gosdanddere, em rastî rêyek teng hatin. Qerebalixiyek li holê tunebû. Tenê di rê de, çend zarokên kur ên ku cilên taybet li wan bû, diçûn dibistana olî, dihatin dîtin. Li gorî gotinên şofêr, beriya ku ev herêm vegere cihê bicihbûnê, li vêderê medreseyek mezin ava kiribû. Tevî ku gund çend kîlometre ji Kabulê dûr be jî, ne navendek tenduristiyê ne jî dibistanek dewletê hebû.

Piştî wê em gihîştun cihê ku di şevekê de di encama erdhej û hilweşîna dîwaran de ji heman malbatê 9 kes mirine.

Ji cîranên malbatê Nurziya Gulnur em birin heta ba wê malê. Di çavê wê de tirs û kabûs dihat xwendin. Dema em nêzî malê bûn, got, ‘Ez nakevim hundir.’

‘Me cenaze ji bin xirbeyan derxist’

Bi çavên tije rondik wiha dom kir: “Beriya du şevan me ji vê malê 8 cenaze derxist,  5 ji wan jin bûn. Dema me ferq kir ku diwar hilweşiyaye û baranek dijwar bariye, jinên cîran, kir hawar ji mêran alîkarî xwest. Piştî ku me cenaze ji bin xirbeyan derxist, erebeyên Talîbanê hatin û cenaze girtin û ji bo ku xizmên wan bibînin, birin nexweşxaneyê.”

‘Beriya mehekê ji Îranê hatibûn dersînorkirin û hatibûn Efganistanê’

Piştî van gotinan Nurziye Gulnur xwe spart dîwarê derî, weke ku dîmenên bi tirs ên hatine jiyîn ji nûve di hişê wê de zindî bûye. Demekê bêdeng ma, bi kevir û axa ku li gel derî ye lîst. Bi dengê zarokên ku li kolanê dilîzin, hat ser hişê xwe û kefiya xwe rast kir û wiha got: “Beriya mehekê ji Îranê hatibûn dersînorkirin û hatibûn Efganistanê. Ji bajarê Taharê bûn. Tenê di hewşeke ku ji çar dîwaran pêk tê de kon vegirtibûn. Dema baran bi hêz bû, ez û cîranên din em hatin gel wan. Me got werin em malek bê bedêl bidin we, lê qebûl nekirin. Ji ber ku kon gelek nêzî dîwaran bû, dîwar bi ser wan de ket û hemû di bin xirbeyan de man.”

‘Zarok tirsek mezin dijîn’

Mirovên ku li vê herêmî dijiyan, bi Peştucî diaxivîn û Nurziye jî bi Peştucî diaxivî. Wê wiha got: “Ji 9 kesên ku di wê konê de dijiyan, tenê zarokek kur sax mabû, rewşa wî jî xeter bû. Li belê li gorî ku min ji kesên taxê bihîstî, ew jî wê şevê mir.”

Hemû cîranan wiha digot: “Ew şev gelek bi xof bû. Gelek zarokên me hê jî dernakevin derve. Ji ber kurê wan ê biçûk ê wê malbatê, havalên wan ê lîstikê bû. Niha dizanin ku miriye û tirsek mezin dijîn.”  

Fikar didomin

Ev bûyerên wiha, di demek ku gelek herêmên Efganistanê, kêmaniya derfetên bingehîn, bînesaziya ewlehiyê, pirsgirêkên wek rêveberiya krîza lewaz dijîn de pêk hat. Ev rewş dema bi karesatên xwezayî re dibin yek, hilweşîna gel zêdetir dibe. Niha ji derveyî barana ku hêviya rizgariya ji hişkesaliyê dide, di mijara dubarebûna heman felaketan û domandina mirinan de fikar didomin.