Edalet Omer: Em xwedî mîraseke dîrokî ne

Seroka Desteya Jin a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer teqez kir ku jin xwedî mîraseke dîrokî ne û got ku şoreşa jinan xwedîderketina li wî mîrasê ye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Mala Jin a yekem saziya ku bi Şoreşa 19’ê Tirmehê re hatiye avakirin û li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tundiyê têdikoşe û bûye navnîşana ku jin ji bo çareserkirina pirsgirêkan serî lêdidin, duh 2’emîn konferansa xwe li Hesekê li dar xist. Jinan di konferansê de ji bo bihêzkirina xebatên Mala Jin û çareserkirina pirsgirêkên ku jin dijîn nîqaş kirin.

Seroka Desteya Jin a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer derbarê kar û xebatên Mala Jin û bûyerên tundî û qetilkirinê ya rû dide axivî.

‘Ji bo çareserkirina pirsgirêka jinan pêwîstî bi lêvegerek dîrokî heye’

Seroka Desteya Jin a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer da zanîn ku pirsgirêka jinan çavkaniya hemû pirsgirêkan e û wiha axaftina xwe domand: “Pirsgirêka qetilkirina jinan ne tenê li herêmên Bakur  Rojhilatê Sûriyeyê ye li tevahî Rojhilata Navîn e. Ji bo ku çareserî ji van pirsgirêkan re were dîtin pêwîstî bi lêvegerek dîrokî heye, pêwîst e mirov bizanibe koka vê pirsgirêkê ji ku derê ye. Ger ne wisa be wê neyê çareserkirin. Çavkaniya hemû pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de pirsgirêka jinan e lewma ger pirsgirêka jinan were çareserkirin wê hemû werin çareserkirin. Gelek feylezofan hewl dan pirsgirêkên civakê û yên jinan çareser bikin lê bi ser neketin ji ber ku ne di ferqê bûn ku pirsgirêka jinan çavkaniya hemû pirsgirkan e. Ger ew çareser nebe ne mumkun e çareserî ji bo pirsgirêkên din were dîtin.”

Çima dibêjin çavkaniya pirsgirêkan jin e?

Edalet Omer wiha axaftina xwe domand: “Dema ku tu vegerî dîrokê, avakirina dewleta fam bikî, tuyê bibînî ku sîstemên desthilatdar, tebeqeyên ku piştî Sumeran hatine avakirin hemû li ser keda jinan hatine avakirin. Li ser înkarkirin û tunekirina jinan, ji ber ku hêza civakbûyînê hêza esasî di civakê de jin in. Ên ku eleqedar dibin bi civakê re û bi rêxistin dikin jin in, ji bo wê jî  di avakirina sîstemên desthilatdar de di şexsê jinan de civakê kirin koleyên xwe. Ev sîstem rêxistina xwe bi destdirêjî li ser keda jinan didin avakirin û bi vî rengî jinan dûrî rastiya cewherê wan dixin, li gorî xwe didin avakirin. Gelek jin li hemberî vê sîstemê teslîm bûn û gelek jin jî têdikoşin, berxwedaniyek mezin didin meşandin. Ger ew têkoşîn û berxwedan nebûya wê mîrasê me tunebûya wê şoreşa Rojava wekî şoreşa jinan nehata pênasekirin. Ji bo wê jî em xwedî mîraseke dîrokî ne.”

‘Hêzên desthilatdar xwe li ser ked û tunekirina jinan didin avakirin’

Edalet Omer got: “Sîstemên desthilatdar îro roj dixwazin eynî siyasetê dubare bikin û xwe li ser tunekirina jinan bidin zindîkirin. Çawa ku wê demê civak bi riya jinan lawaz û kole kirin, xistin bin desthilatdariyê bi riya xistina jinan, gelek bîrdozî û olan jî ne li gorî rastiya jinan ferz kirin. Şoreşa Rojava ew şoreş e ku jin pêşengiya wê dikin û civaka xwe birêxistin dikin, diparêzin. Ji ber ku jin xwedî xet û bawerî ne di vê şoreşê de rastiya xwe nas kirin. Fam kirin çawa ji asta xwedawendiyê hatine asta kolekirinê. Dîtin ku çawa ji aliyê hişmendiya baviksalarî û desthilatdaran ve tên hedefgirtin. Sîstemên desthilatdar ji jinên birêxistinkirî, zana, berxwedêr ditirsin. Ji ber ku ev yek hebûna wan bêwate dike lewma jinên pêşeng, siyasetmedar, berxwedêr hedef digre, li her derê êrîş li ser deskeftiyên şoreşa jinan hene. Em ê jî bi jinên berxwedêr û pêşeng şoreşa xwe bi ser bixin û civaka xwe ji desthilatdariyê xelas bikin.”

Edalet Omer bal kişand ku sîstemên desthilatdar dixwazin projeya Rêveberiya Xweser vala derxin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin di şexsê jinan de projeyê têk bibin. Em jî bi sîstemek demokratîk bi melbatek demokratîk bi riya pêşxistina perwerdeyan em ê civakek bi exlaq û polîtîk bidin avakirin.”