EŞÎK: Li herêmên erdhejê jiyana jin û zarokan dijwartir dibe
EŞÎK’ê, bi boneya salvegera erdhejên 6’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Em ê li rêveberiya Afetê, rêveberiyên xwecihî û li her derê dev ji wekheviyê bernedin. Em ê heta erdhejek din li bendê nesekinin.”
Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a Wekheviyê (EŞÎK), bi boneya salvegera erdhejên 6’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser gotinên serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ên der barê Hatayê de û wiha hat gotin: "Di nava salekê de kesên sax man feqîr û bêçare hatin hiştin û ev bêçaretî wek şantaja hilbijartinê hat bikaranîn. Me hewl da di rapora xwe ya ku di meha duyemîn a erdhejê de weşand ev tişt tomar bikin. Li gelek bajar û gundên herêmên erdhejê yên bi taybetî Hatay, Semsûr û Meletiyê rewş hê jî gelek xerab e. Li Hatayê hê jî kesên ku di germa havînê û sermaya zivistanê de di konan de dimînin hene. Bajarên konteynir di nava heriyê de ne, ji banê wan av tê û pirsgirêkên germkirin û binesaziyê hene. Di konteynirek de 8 an jî 10 kes bi hev re dijîn.”
Herî zêde jin û zarok bi bandor dibin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şert û merc ji bo jin û zarokên mexdûrên erdhejê giran in û wiha hat gotin: “Bi erdhejê re barê jinan girantir bû. Bi vê yekê re tundî du qat zêde bûye. Pirsgirêkên sereke yên starbûn, şert û mercên zehmet ên jiyanê, jîngeha ne ewle, xwarina nebaş, perwerde, çûnûhatin, paqijî, ava paqij, astengkirina xizmetên tenduristiyê û bêkarî hene. Ango hemû tiştên li ser jiyana mirovan bi pirsgirêk in. Li ser van jî lêçûna zêde ya di sala dawî de pir zêde bû heye. Jin ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê hem di konan de hem jî di konteyniran de hewl didin hemû karên malê yên weke şûştina cil, firaq, paqijî û xwarinê di nava tunebûnê de pêk bînin. Jin li zarokên, nexweşên, extiyar, hevjîn û xizmên xwe yên xwedî pêdiviyan, dinêrin. Servîs nîn e û wesayîdên komguhêz bi sînor in. Jin di van şert û mercan de hewl didin zarokên xwe bibin dibistanan. Ji ber xurek kêm e zarok li gorî temenê xwe mezin nabin. Hîjyena bingehîn tune ye, temînkirin, nexweşiyên şewbê yên gurî û weke wê zêde dibin û li şûna saziyên tenduristiyê yên hilweşiyane, yên nû nehatin vekirin.”
‘Jin ji piştgiriya dewletê sûdê nagirin’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bajaran derfetên kar tune ne û wiha hat gotin: “Derfetên kar tune ne, karên ku tên dîtin jî malên lênêrîna pîran in, ji ber zehmetiyên gihandinê zarokên keç naçin dibistanê, piştgiriyê didin karên lênêrînê. Li Hatayê, kesên ku zindî mane û koç kirine hê venegeriyane. Ji ber ku mulkiyet aydî mêran e, jin ji piştgiriya sînordar a dewletê sûdê nagirin. Mêrên ku piştgiriya dewletê digrin û direvin û çîroka hejmarek jinên ku li holê mane li bajar vêdibêjin.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin di warê debarê de zehmetiyan dikşînin tundî li nava malê li wan tê kirin û ji tu mekanîzmayên piştgiriyên civakî sûdê nagirin.
'Em ê dev ji doza wekheviyê bernedin'
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Heta ku keda lênêrînê ya jinan neyê civakîkirin, heta ku stargeh, xwedîbûn û derfetên îstîhdamê neyên afirandin, heta ku mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi çavderîkirina şert û mercên karesatê neyên rastkirin û heta polîtîkayên wekheviyê neyên pêkanîn, jiyana jin û zarokan her ku biçe dê zehmetir bibe. Divê li bajaran li dijî karesatên xwezayî avahî baş werin çêkirin, plan, binesazî û xebatên şopandinê bi awayekî xwedî hesasiyeta zayendî ya civakî bên meşandin. Her wiha, divê ku kapasîte û rayeya şaredariyan ji bo mudaxeleya karesatan bê zêdekirin û bi nêzîkatiya şaredariya binefşî kesk û kamûyê bên birêvebirin. Em ê li rêveberiya Afetê, rêveberiyên xwecihî û li her derê dev ji doza wekheviyê bernedin. Em ê heta erdhejek din li bendê nesekinin.”