6 salên bi hêviya vegera Efrînê
Piştî 6 salan ji dagirkirina Efrînê derbas bûye jî jinên Efrînî yên ku li ber xwe didin û bi heviya ku axa wan rizgar bibe dijîn.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo – Efrîn, di nav herêmeke çiyayî de ye li bakurê rojavayê Sûriyê, ku sînorê Rojava-Sûriyê û Tirkiyê pêk tîne. Hejmara niştecihên wê nêzîkî 350 hezar kes bûn piraniya wan Kurd bûn. Efrîn di sala 2018’an de ji aliyê Dewleta Tirk û çeteyên wî ve hat dagirkirin. Gelê Efrînê ên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji cîh û warên xwe koç bikin li gelek kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cîh bûn. Lê her çendî 6 sal li ser dagirkirina Efrînê derbas bûye jî di serî de jin, gelê efrînê li her cîhê ku dimîmin berxwedana xwe berdevam dikin û bi heviya ku dîsa wegerin axa xwe dijîn.
Herêma Efrînê ji aliyê erdnîgariya xwe ve cihêreng e, di navbera deşt û çiyayan de ye, çemê Efrînê tê de derbas dibe, ku bi dirêjahiya 85 km derbasî Sûriyê dibe. Ev çem û şaxên wî yek ji girîngtirîn çavkaniyên avê yên vê herêma çandiniyê tê dîtin. Bêguman bereketa ax û pirbûna avê, dihêle ku çandiniya her cûre dexil. Ji xwe di warê çandiniya sereke de ku herêma Efrînê bi navdare: zeytûn in, li hemû deverên herêmê û gundên wê tê çandin û li gorî amarên ne fermî di sala 2010’an de hejmara darên Efrînê zêdetirî 13 milyon dar bûn.
Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Herêma Efrînê bi rêxistinkirin, birdozîya azad, demokrasî û avakirina pergala neteweya demokratîk xwedî taybetmendiyekê bû. Li kêlek wê erdnîgariya wê jî xwedî girîngiyeke stratejîk e: ji aliyê rojhilat ve bi bajarê Ezazê re û ji aliyê başûr ve bi bajarê Helebê ve, ku ji aliyê rêvebirinê ve girêdayî ye, li başûrê rojavayê bajêr parêzgeha Idlibê ye û ji aliyê rojava û bakur ve bi sînorê Tirkiyê re ye. Ev erdnîgarî girîng bû ji bo Tirkiyê da ku vê herêmê ji van hemû deverên destnîşan kirî qut bike û pergala xweseriya demokratîk her qels bike.
Berxwedana Serdemê
Dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de bi alîkariya çeteyên ku ew bixwe rêxistin kiriye, bi balafir, tang û topanên Natoyê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Di wî şerê ku 58 rojan dewam kir de, berxwedaniyeke pir mezin ji aliyê gelê Efrîn, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hat kirin û li cîhanê bi navê “Berxwedana Serdemê” hat nasîn. Di 24’ê Sibata 2018’an de Efrîn bi temamî tev 282 gund û bajarokan hat dagirkirin.
Piştî dagirkirinê koçberî û talan
Ji roja yekem a êrîşê ve heta roja dawî ya dagirkirinê, bi hezaran sûc û tawanên cengê pêk hatin. Li gorî SOHR û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê: di wê êrîşê de zêdeyî 500 sivîl di nav wan de jin û zarok, her wiha nêzî 820 ji şervanên QSD, YPJ û YPG’ê di berxwedaniya 58 rojan de jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de bi sed hezaran xelkên Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin, bê cih û war man. Mal û milkên xelkê Efrînê bi destê komên çekdar ên tundrew hatin dizîn û wêrankirin.
Li gorî amarên binpêkirinên ji destpêka dagirkeriyê heta 1’ê Çileya 2024 ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ji me re teqez kirî zêdetirî 9 hezar û 65 kes hatine revandin, di nav wan de zêdetirî hezar jin hebûn. Bêhtirî 683 kes hatinê qetilkirin, ji wan 95 kes di bin îşkenceyê de û 101 jin bûn, ji wan 10 bûyerên xwekuştinê û 74 bûyerên destdirêjiyê. Birîna bêtir ji 400 hezar darên berdar û daristanî, şewitandina bêtir ji 15 hezar darên fêkî, şewitandina bi hezaran darên daristanan û şewitandina bêtir ji sêyeka rûbera ku ji bo çandiniyê hatiye veqetandin. Avakirina zêdetirî 30 wargeh û kampek li deverên Efrînê. Kolan û wêrankirina zêdetir ji 75 koliyên şûnwarî, zêdetir ji 59 şûnwaran, zêdetirî 28 şûnwarên olî û kolandina goran.
‘Rewşa mirovî li Efrînê her ku diçe xirabtir dibe’
Heta roja îro li Efrînê kiryarên dijmirovî, kuştin, revandin û binçavkirin berdevam dike. Di vê derbarê de Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma wiha axivî: “Her ku diçe rewşa mirovî li Efrîn xirabtir dibe, taybet ji bo xelkên wê yên resen ji Kurd dijwartir dibe. Di heman wextî de gelê wê bi darê zorê tê koçberkirin, bi armanca guhertina demografiyê komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk tev malbatên wan li wê herêmê tên bicikirin. Li kêlek wê rojane sûcên qetilkirin û îşkenceyê tên eşkerekirin. Heta xweza jî ji hovîtiyê para xwe girtiye, dar tên qusandin û dexil jî tên şewitandin.”
Berxwedaniya jinên Efrînî ên li hember qirkirinê
Piştî bidawîbûna operasyonên leşkerî, Neteweyên Yekbûyî 150 hezar penaberên Kurd li kampên Til Rifatê tomar kirin. Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan SOHR dîyar kir ku hejmara giştî ya koçberan 300 hezar kes in. Bêguman li derveyî kampan jî, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên Efrînê di zor û zehmetiyan de dijîn, li ber xwe didin heta roja vegera Efrînê.
Pirs li vir dimîne: gelo jinên Efrînî çawa li dijî hewldanên jiholêrakirina nasnameya Kurd û jinavbirina çanda Efrînê li ber xwe didin?
‘Parastin û vejandina mîrata Efrînê’
Jina Efrînî Şahîra Îbo weke bi hezaran jinên ku di sala 2018’an de bi darê zorê hatin koçberkirin e. Şahîra ji bo parastin û vejandina mîrata maddî û ne manevî li ser koordînasyona projeya bi navê Qenewîç demeke dirêj li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebitî. Ew dibêje: “Piştî şerê Efrîn, miletê me hat belavkirin, ev hişt ku çanda me bihele. Armanca me ji porjeya Qenewîç parastina çanda Efrînê ye. Me komek jinên Efrîn anîn gel hev, me ew perwerde kirin û bi hev ev berhem afirnadin. Karên destan ên ku em dikin, çîrokên me yên Efrînê vedibêje. Her neqşeke qenewîçê behsa çand û hunera herêma me dike. Efrîn nasnameya me ye, eger em jibîr bikin, wê demê em nikarin vegerin.”