EŞÎK: Em dest ji mafê xwe yê mîrasê bernadin

EŞÎK'ê têkildarî nûçeyê derbarê mafê mîrasê de daxuyanî da û bi bîr xist ku mafê mîrasê yê jinan di qanûnan de wekhev e.

Navenda Nûçeyan – Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) têkildarî nûçeyên ku dibêjin parvekirina wekhev a mîrasê bi dawî bûye, daxuyaniyek da û diyar kir ku bi van gotinan hewl tê dayin ku zext li jinan bê kirin.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin: “Mafê me yê wekhev ê mîrasê jî di nav de em ê dest ji tu mafên xwe yên ku me bi berdêlên mezin bi dest xistine bernedin. Em ê tu carî jê venegerin.”

Bang li jinan hate kirin ku bêyî xwendinê tu belgeyê îmze nekin, dema ku zehmetiyê ji fêhmkirinê bikişînin serî li polîsan bidin û piştgiriya hiqûqî ji baroyan werbigirin.