Duh li Tûnisê xelk li dijî nîjadperestiyê meşiyan

Duh li Tunisê ji bo şermezarkirina nîjadperestiyê, bangawaziya ji bo rêzgirtina li mafên mirovan û pabendbûna bi peymanên navneteweyî ve meşeke protestoyî hat lidarxistin.

NEZÎHE BÛ SEÎDÎ

Tunis – Meşê ji qada “Mandela" dest pê kir û heya ber bi Sendîkaya Rojnamevanan ve. Beşdarên meşê daxwaz û dirûşmên cihêreng berz kirin. Di nav van dirûşman de “Tevgera bi axaftinên nefretê re bidin rawestandin", “Li dijî nîjadperestî û cudakariyê”, “Welatekî xweş e, lê hovîtî û sitemkarî heye” hebûn. Her wiha dirûşma “Em hemû koçber in” jî bi hêz di meşê de deng veda.

Nîjadperestî gihiştiye asteke metirsîdar

Sendîkavan û endama berê ya komeleya “Mênametî”, Semîra Terabelsî, bal kişand ser wê yekê ku divê gelê Tunisê ji bilindbûna asta nîjadperestiyê baldar be, ji ber ku gihîştiye asteke metirsîdar. Her wiha destnîşan kir ku tewra peyvên ku rojane tên bikaranîn jî barekî nîjadperestiyê hildigirin. Semîra bang li nifşên nû kir ku bi vî rengî werin perwerdekirin ku berî rengê çerm, li mirovbûna kesan binêrin; li şûna ku xweperestî û cudakarî di navbera reş û spî de were çandin, divê were zanîn ku ev tenê reng in û ne tiştekî din in.

Tunis welatê mêvanperweriyê û jiyana hevbeş

Her wiha Semîra ji rayedaran xwest ku dev ji tawanbarkirina wan kesên ku li dijî nîjadperestiyê derdikevin berdin û wan wekî “sîxur” pênase nekin yan jî wan ji qada giştî dûr nexin. Her wiha tekez kir ku kesên li dijî nîjadperestiyê têdikoşin, ji ber ku rojane bi xwe vê yekê dijîn li ber xwe didin. Semîra Terabelsî anî ziman ku ew bi xwe jî rû bi rûyê reftarên nîjadperestî maye û ev yek bûye sedem ku ew gelek caran dakeve kolanan.

Wê diyar kir ku ew tabloya îro dixwazin li Tunisê berz bikin “bêşans û biêş” e; ji ber ku Tunis wekî welatê mêvanperweriyê û jiyana hevbeş a li gel Cihû û Xiristiyanan tê naskirin, nexwe çawa dibe ku nikaribe li gel mirovên çermreş bijî yan jî ji wan re were gotin ku ew ne Tunisî ne.

Desthilatdarî nîjadperestiyê xwedî dike

Rojnamevan Newal Beyzîd destnîşan kir ku beşdariya wê ya di vê meşê de nîşaneya wê yekê ye ku gelê Tunisê ne wekî wê yekê ye ku li ser torên civakî tê nîşandan. Tekez kir ku gelê Tunisê gelekî dilovan e û hebûna Tunisiyên çermreş parçeyekî xwezayî û resen ji pêkhateya civakê ye, ku her kes bêyî pirsgirêkên berçav bi hev re dijîn.

Her wiha zelal kir ku koçberiya neyasayî carinan encama aloziyên îdarî yan siyasî yên li derveyî îradeya kesan e, lê ew di navbera Tunisiyan de tu cudahiyekê nabîne. Xetereya herî mezin wê demê derdikeve holê gava nîjadperestî ji aliyê navendên desthilatdariyê ve were xwedî kirin; wê demê ew dibe pirsgirêkeke kûr ku bandorê li tevahiya civakê dike.

‘Mafên mirovan nayên dabeşkirin’

Çalakvana civaka sivîl Nayla Zixlamî, diyar kir ku beşdariya wê ya di vê meşê de ji bo tekezkirina redkirina nîjadperestiyê ya bi her şêweyî ye. Her wiha li gel her kesê ku rû bi rûyê zilmê, biçûkxistin yan binpêkirina rûmeta mirovî dibe nîşandana piştevaniyê ye. Mafên mirovan nayên dabeşkirin; divê rûmet, welatîbûn, azadiya ramanê û mafê hebûnê ji bo her kesî bêyî îstîsna were misogerkirin. Wê zêde kir ku heke kesên bêyî belgeyên yasayî hebin jî, ji bo çareserkirina rewşa wan çareseriyên hiqûqî û peymanên navneteweyî hene, ne maf e ku bi mentiqa berhevdan û cudakariyê nêzîkî van mijaran bibin.

Nayla Zixlamî di dawiyê de destnîşan kir ku li Tunisê welatiyên çermreş hene û jiyana hevbeş di navbera hemû çînan de ji zû de heye û ev jiyan berdewam tê jiyîn.