Dorpêça li ser Suweydayê polîtîkayeke ji bo birçîhiştin û qirkirinê ye

Ji 13’ê Tîrmehê ve heta niha li ser bajarê Suweyda yê Sûriyeyê, ji aliyê rêveberiya demkî ya di destê Heyet Tahrîr el-Şam a cîhadîst de ye dorpêçeke berfireh a mirovî û aborî heye. Li ser civaka Durzî polîtîkayek birçîhiştin û qirkirinê tê meşandin.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda — Ji 13’ê Tîrmehê ve heta niha li ser bajarê Suweyda yê Sûriyeyê, ji aliyê rêveberiya demkî ya di destê Heyet Tahrîr el-Şam a cîhadîst de ye dorpêçeke berfireh a mirovî û aborî heye. Dorpêça li ser Suweydayê, bi qedexekirina ketina madeyên xurek û şewateyê didome. Bi vê yekê armanc ew e ku ji aliyê aborî û jiyanî ve bajar bikeve rewşeke ku bêhn lê neyê girtin. Ji ber ku şêniyên Suweydayê serî netewandin, ev yek ji bo cezakirinê li dijî wan tê kirin.

Li dijî vê dorpêçê şêniyên Suweydayê û yên li derdora bajar, bi bêavî, birçîbûn û texrîbatan re têdikoşin. Şopên komkujî, agir û tunekirina mal û milken gel şahidi ji sûcên hatine kirin re dikin. Bêdengiya civaka navneteweyî û hevkariya bi rêveberiya demkî re jî balê dikşîne.

‘Em tên qirkirin’

Ji Suweydayê bijîjk Şerîfe Salih wiha diêje: “Em tên qirkirin. Me vî welatî ava kir, me fedakarî kir, tu carî em nefikirîn ji Sûriyeyê veqetin. Parçeyek axa a li Qamişloyê, bi qasî ya Suwedayê hêja ye ji bo me. 21 roj in ji ber nasnameya xwe ya neteweyî em di bin dorpêçeke giran de ne û em sedema vê yekê nizanin. Alîkarî nagihîjin me. Bebikên premature (pitikê ku berî temambûna heyama ducaniyê ji dayik bûye, pêşwext), ji ber birandina cereyanê, li nexweşxaneyan mirin. Şewateya ji bo firinan kêm bû; dema ku qediya jî pir hindik anîn. Wekî ku pêdiviyên bingehîn bi cih tînin nîşan didin lê wisa nîn e, cereyanê jî girtine. Kuvezên bebikan ji ber kêmasiya şewateyê nexebitîn. Cenazeyên di morgan de xirab bûn lewre sarinc naxebitin. Av wisa kêm bûye ku mirov neçar mane satilek av parve bike. Li nexweşxaneya me hezar û 500 nexweşên penceşêrê hene, ji bo dermankirina wan pêwistî bi dermanan heye lê riya Şamê hatiye girtin. Ev rê, ji bo Suweydayê rehê sereke yê jiyanê ye.”

‘Gelê Suweydayê bi şerekî sistematik re rûbirû ye’

Şerîfe Salih, diyar kir ku bi bendewariya pejirandina mudurê ewlehiyê Ahmed Delatî alîkarî tên astengkirin, bi ve hincetê gel ji derman û xurekê bêpar dimîne û bal kişand ser van xalan: “Gelê Suweydayê bi şerekî sistematik re rûbirû ye. Em rastî qirkirinê tên. Nahêlin medya rastiyê bibine çima lewre naxwazin sûcên wan eşkere bibin û werin dîtin. Bebikek di hembêza dayikê de kuştin û ji dayika wê re gotin; ‘em ê te nekujin, em dixwazin tu êşê bikşînî wisa bimrî.’ Dûre jî rastiyan berevajî kirin û me sûcdar kirin.”

Şerîfe Salih, xwest ji bo nexweş werin dermankirin, şewate, ar û madeyên xurekê bigihîjin bajar, di ser Urdunê re korîdoreke mirovî were vekirin.

Dorpêça aborî û encamên giran

Endezyar Ghada El-Şaaranî jî got ku ji ber êrîşan bi hezaran malbatên li bejahiya aliyê rojava û başûr, ji bombebaran, agir û talanê reviyane, xwe spartine bajarê Suweydayê û got: “Lê ev koçberî veguherî trajediyeke mezin. Ji ber ku embar û siloyên genim hatin şewitandin û talankirin, mirovan bi xwe re ne erzaq ne jî genim anîn. Vê koçberiya ji nişkave, rewşa li bajar xirabtir kir. Li bajar derfet tune ne ji bo kesên werin xwarin û cih hebe. Şêniyên gundan, her dem têra salek erzaq kom dikin lê wan komên êrîşkar hemû tiştên wan şewitandin û vê yekê koçberiya ber bi bajar ve zêdetir kir.”

Ghada El-Şaaranî diyar kir ku êrîş li ser Nexweşxaneya Dewletê çêbûye û wiha wiha domand: “Ji ber êrîşên bi hawan û çekên giran, gelek kesên nexweş, birîndar û personelên tendirustiyê mirin. Ji ber birandina cereyanê sarinc nexebitîn û cenaze riziyan. Vê yekê jî xetera nexweşiyên belavbûyê bi xwe re anî. Li nexweşxaneyên Şehba û Salkhadê jî kêmasiya derman û malzemeyên tibî çêbû. Ji ber ku alîkariyên ji Şamê tên astengkirin, rewş her diçe xetertir dibe.”

Rewş di asta felaketê de ye

Ghada El-Şaaranî, gotinên Şerîfe Salih piştrast dike û wiha dibêje: “Her çendî destûr dan hinek arvan bigihîje firinan jî nehiştin mazota ku firin pê dixebitin bikeve bajar. Vê yekê jî bû sedem ku nan neyê çêkirin. Sîloyên genim ên li Um Zeytun û Metounayê hatin şewitandin. Van sîloyan çavkaniyên sereke yên genimê dihat bajar bûn. Armanc ew e ku gel bi awayê pergalî birçî bihêlin.”

Ghada El-Şaaranî diyar kir ku rewş felaket e û divê bi lezgînî ji aliyê navneteweyî û herêmî ve mudaxele were kirin û wiha bi dawî kir: “Divê Suweyda bi awayê fermî weke herêma felaketê were îlankirin û ji bo gihîştina alîkariyan korîdoreke mirovî vebe. Peywira civaka navneteweyî ew e ku zextê li ser aliyên têkildar bike, bibe alîkar ku alîkariyên mirovî bigihîjin û li herêmê jiyan normal bibe. Divê ku hewldanên herêmî û navneteweyî bibin yek. Sivîlên li Suweydayê di nava rewşeke gelek xirab de ne. Ji bo vê rewşê bi dawî bibe divê civaka navneteweyî helwesteke tund nîşan bide, mafên bingehîn ên gel, xurek, derman û bicihbûnê bigre bin temînatê.”