Dorpêç di roja 17’an de ye: Divê em ji bo Kobanê bêtir bikin
Endamên Tevgera Jinên Azad TJA’yê peyama xwe ji Wanê ragihandin û diyar kirin ku Kobanê serkeftin, hêvî û berxwedanê ji bo jinan temsîl dike, daxwaza rakirina dorpêçê û derbasbûna kamyonên alîkariyê kirin.
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan- Wêrankirina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ), DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin ve, berdewam dike.
HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên destekkirin di 6‘ê Çileyê de êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin. Piştî vê yekê, êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Piştî êrîşan, kesên ku ji deverên gundewarî yên Tebqa, Reqa, Eyn Îsa û Kobanê direviyan ber bi bajarê Kobanê ve çûn. Tevî peymana agirbestê jî, êrîş berdewam kirin û herî dawî, Kobanê ji aliyê milîsan ve hate dorpêçkirin û êrîş li ser bajêr zêde bûn.
Kobanêya ku zêdetirî 600 hezar kes lê dijîn, ev 17 roj in di bin dorpêçê de ye. Alîkarî nayên nav bajêr. Li gorî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de (ku di 2’yê Sibatê de ket meriyetê), divê dorpêça li ser Kobanê hatiba rakirin. Lê belê, pirsgirêk li herêmê kûrtir dibe. Ji bilî krîza xwarin û dermanan, bajar bi pirsgirêkên ragihandinê re rû bi rû ye; bi qutbûna elektrîkê, nifûs, nemaze zarok, pir êş dikişînin. Ji bilî dorpêça berdewam, karwanek alîkariya mirovî ya ji 25 kamyonan pêk dihat ku pêdiviyên bingehîn ên xwarin û paqijiyê tê de hebûn û ji hêla Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê ve ji bo Kobanê hatibû şandin, ji hêla cendermeyan ve li deriyê Pirsûsê hate rawestandin. Destûr nehat dayîn ku kamyon derbas bibin.
'Dibe ku lihevkirinek hatibe kirin, lê divê em rihet tevnegerin'
Zeynep Durmaz a ku endama Tevgera Jinên Azad (TJA) a Wanê ye, bi tundî bertek nîşan da û diyar kir ku Tirkiye piştgiriyê dide sûcên şer ên ku ji hêla HTŞ'ê ve hatine kirin. Zeynep Durmaz diyar kir ku di êrîşên HTŞ'ê de, jin û zarok bi taybetî hatine hedefgirtin û wiha pê de çû: “HTŞ'ê bi navê olê jin û zarok kuştin. Di vê pêvajoyê de Kurdan ji tu dewletan piştgirî negirtin. Hêzên navneteweyî li ser êrîşan bêdeng man.”
Zeynep Durmaz behsa lihevkirina di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û QSD'ê de kir û got, “Dibe ku ev êrîş dîsa çêbibin, ji ber vê yekê divê em rihet tevnegerin.”
Zeynep Durmaz tekez kir ku sînor nikarin Kurdan ji hev veqetînin û wiha berdewam kir: “Her çend em li çar perçeyan bin jî, lêdana dilê li Rojava bi lêdana dilê li Bakur re yek e. Çawa ku li Sûriyeyê lihevkirinek hatibe kirin, divê dewleta Tirkiyeyê jî li gorî vê yekê ber bi pêvajoya çareseriyê ya li Bakur tê meşandin ve, gavek bavêje.”
‘Kobanê serkeftinek e ku bi têkoşîna jinan hatiye bidestxistin’
Zeynep Durmaz, bi gotina “Kobanê serkeftinek e ku bi têkoşîna jinan hatiye bidestxistin” peyama hevgirtinê da û wiha domand: “Divê pirsgirêkên av û elektrîkê yên li Kobanê di zûtirîn demê de werin çareserkirin. Divê tevahiya gelê Kurd li dijî êrîşan rabe ser piyan. Di vê pêvajoyê de tu Kurd nikare bi rihetî rûne. Me heta niha bi derketina kolanan çi ji destê me hat kiriye, lê divê em bêtir bikin.”
‘Divê gelê Kurd li hember tiştên ku diqewimin bêdeng nemîne’
Endama TJA’yê Tulîn Nezerpur bêdengiya li hember êrîşên HTŞ’a cîhadîst ên li ser Rojava rexne kir û wiha got: “Di vê gavê de berpirsiyarî dikeve ser milê me. Divê em bêdeng nemînin û divê em nehêlin ku tiştên ku diqewimin werin jibîrkirin. Divê tu êşên ku li wir hatine jiyîn, neyên jibîrkirin.”
Tulîn Nezerpur, diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê jî li dijî êrîşan derneketiye û wiha berdewam kir: “Em di pêvajoyeke aştiyê de ne, lê Tirkiyeyê li dijî van êrîşan peyvek negotiye. Bi tu awayî negotiye 'raweste' û sedema vê yekê tenê ew e ku ew piştgiriyê dide êrîşan. Dema ku zarok û jin tên kuştin, ti sedemek rewa nîne.”
‘Dewleta Tirkiyeyê rê li ber gihîştina alîkariyê digre’
Tulîn Nezerpur diyar kir ku di navbera Rojava û Bakur de ti ferq tuneye û wiha pê de çû: “Êş ji bo me heman êş e. Ji bo me, Rojava û Bakur yek in. Dema ku pêvajo tê hesibandin, divê Tirkiye di rewşekê de bûya ku piştgiriyê bide Rojava. Bi taybetî, divê rê li ber derbasbûna kamyonên alîkariyê yên ji bo Kobanê hatine amadekirin, negirta. Di nav wan kamyonan de çek û bombe tunebûn. Di nav wan kamyonan de bezê pitikan, mamayê pitikan, nan û av hebûn. Ev pêdiviyên bingehîn ên mirovan in.”
‘Divê em li dijî êrîş û dorpêçkirinê dengê xwe bilind bikin’
Tulîn Nezerpur destnîşan kir ku rapora ku ji hêla Akademiya Jineolojiyê ve derbarê sûcên şer ên li Rojava hatine kirin de hatiye amadekirin, ji bo pêşkêşkirina bûyeran bi awayekî zelal ji raya giştî re û cezakirina sûcdaran girîng e û got ku divê ev rapor li ber çav bê girtin.
Tûlin Nezerpur behsa girîngiya Kobanê ya ji bo jinan kir û got: “Kobanê ji bo jinan serketin, hêvî, berxwedan û hêzê temsîl dike. Kobanê serkeftina jinan e. Divê em li dijî êrîş û dorpêçkirinê dengê xwe bilind bikin. Yên ku dengê xwe bilind dikin hene, lê yên ku ditirsin jî hene. Divê em tirsê bidin aliyekî. Li çar aliyê cîhanê li dijî êrîşan serhildanek çêbû, lê ji Bakur (Bakurê Kurdistanê) dengek pir bi bandor tune bû. Belê, xelkê Bakur bertek nîşan da, lê ew têr nekir. Me nekarî dengê dilê xwe yê li Rojava lê dide li vir bidin bihîstin. Tirs sûdê nade tu kesî. Tirs me ber bi mirinê, ber bi tunebûnê ve dibe.”