DKY 25 salî ye: Hêza me heye ku em cîhanê biguherînin

Meşa Jinan a Cîhanê di sala 25’an de xwe amade dike ku jinên ji çar aliyên cîhanê li Enqereyê bicivîne. Aktîvîsta DKY'ê Îrem Bagci Çalişkan bi gotina, "Divê em her tim bi bîr bînin ku hêza me ya guhertina cîhanê heye" bang li jinan dike.

ZEYNEP AKGUL

Enqere - Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) wê civîna xwe ya 13’emîn a navnetewî bi rêze çalakiyan û panelan cara yekem wê li Enqere bê lidarxistin. Di heman demê de di dîroka 8’ê Cotmehê saet 15:30’an wê li qada Tandogan li Anitparkê wê meşek navnetewî bi sernavê ‘Em ji bo jiyanê têdikoşin, ji bo guherînê dimeşîn!’ were lidarxsitin. Wê çalakiya yekem bi Komeleyên Jinan a 29’ê Cotmehê re, di 6’ê Cotmehê de bi sernavê ‘Ji Bahriye Uçok, heta roja me ya îro: Têkoşîna jinên cîhanê ya laikbûnê’ penel were li darxsitin. Di panela ku wê li salona Belediye-Îş were li darxistin de ji Tirkiye wê Şenal Sarihan, ji Pakistanê Buşra Xalit, ji Cezairê Şerîfe Heddar, ji Malî jî Nana Aicha Cisse wê axaftvan bin. Di 7’ê Cotmehê de wê li navenda çanda Kocatepe mijarên bi sernavên cûda ku hemû rojê berdewam bike nîqaş werin kirin, wê helqeya panelan were li darxistin. Wê di van panelan de ji welatên cûda ên 5 parzemînan jin weke axaftvan beşdar bibin. 

Ji aktîvîsta tevna femînîstên navnetewî a Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) ku li dijî xizanî û tundiya zeyendperestiyê têkoşînê dikin Îram Bagci Çalişkan wiha got: “Em hemû xwişkên xwe di dîrokên di navbera 6-8 Cotmeha 2023’an de ji bo nîqaşên panelan, çalakî, performans û hîn zêdetir vedixwînin piştevaniya femînîst û em li bende ne.” Meşa Jinan a Cîhanê ji sala 2000’an ve ji xalên têkoşînê pirsgirêkên ku jin jiyan dikin û daxwazên wan derbixin pêş, tevnên piştevaniyê ava dikin û jinên ku ji erdnîgariyên cûda tînin ba hev. Me jî bi aktîvîsta meşa jinên Cîhanê Îrem Bagci Çalişkan re derbarê têkoşîna jinê, meşa jinên cîhanê axivîn. Li gor Îrem Bagci Çalişkan DKY tevegerek giring ya jinê ye, ji ber tenê ne li beramberî jinê li beramberî hemû cûrê cihêkarî li ser saziyên polîtîk xwedî wê potansiyelê ye ku li ser polîtakayê zextê bike.

*Meşa jinên Cîhanê xwedî temsilkirina 5 hezar komên jinan, xwedî çêkera rêxistina ku di koordinasyona 65 welatan de çi ye? DKY di 25 salan de çi kir?

Meşa jinên Cîhanê ji sala 1998’an heta niha tevgerek ku ji her qiteya cîhanê  hewl dide jinê rêxistin bike û bi hêz bike ye. Xwedî çêkera ku ji herêmên cûda yên cîhanê xwedî nûnerên ji aliyê pêkhateyên meşê ve hatin hilbijartin û bi rêya demkî erkedarkirin hatî avakirin Komîteya Navnetewî (Asya, Avrupa, Afrîqa, Emerîka û temsîla Okyanusê) û bi navê komîteyê sekreterya rêveber ya navnetewî  çalakiyên, xwecihî û navnetewî rêxistin dike û nêzî 5 hezar komên jinan temsil dikin ji koordînasyonên 65 welatan pêk tê ye. Di sala 1998’an de li dijî tundîya li dijî jinê û ji bo bidawîbûna xizaniyê bi hezaran jinan re hatin ba hev. Bi hezaran jinên ku hatin ba hev di gelek qadan de xebat didin meşandin û bi hev re dimeşin. Hîna xizanî, tundiya beramberî jinê, aboriya femînîst, aştî, sivilkirin, otonomiya li ser beden û zayenda me em xebatê berdewam dikin.

*Meşa jinên cîhanê çima û çawa destpêkir?

Çalakiya yekem ya DKY; derbarê xizanî û tundiya beramberî jinê, li seranserê cîhanê daxwazên ku ji tevgerên jinan derketî daxwazên wan ên hevpa rû alternatîfên xwecihî, navnetewî, herçmî û di asta navnetewî de bi armanca derketian pêş di sala 2000’an de bi navê ‘Meşa aştiyê ya kureyî’ hat pilankirin k udi sala 1998’an de piştî civîna amadekariyê  li bajarê Montreal yê Kanada, di sala 2000’an de hete encamdan. Eve xala lutkeya yekem ya çalakiya kurebû,; Di 17’ê Cotmehê de di meşa ku li navenda giştî ya Natewên Yekbûyî ya New Yorkê, 5 milyon îmzayên ku piştgiriya daxwazan gihandin Sekreterê Giştî ya NY bû. Di bingehê vê kampanyayê de, li dijî tundiya beramberî jinê û dawî li xizaniyê were bang were kirin û ev organîsazyonên ji netewê wêdetir daxwazên ku pêşî lê vê bigre hebû. Ji bo vê kampanya îmzayan tê destpêkirin û ev îmza hemû bi hevre wê teslîm sekreteê giştî yê NY û International Monetary Fund’a (İMF) bikin. Jin bi vê pêvajoyê re têkoşînkirin giring dibînin û piştî ku bihevre têkilî danîn biryar didin ku tevnekê ava bikin. Meşa jinên cîhanê bi vî awayî hate avakirin. Piştre jin dest bi avakirina kordînasyonan dikin û bi hevre dest bi rêxsitinkirin çalakiyan dikin.

*Armanca DKY çi ye?

Şert û mercên bingehîn ên pêkhateyên me em dikarin bivî awayî bêjin. Rêxistinek li dijî neetwperestî, antîkapîtalist, antiemperyalist, antipatriyarkal feminîste.   

*Weke DKY berê hun çûn ku derê, we çikir?

Meşa jinên cîhanê li gelek welatan, hem herêmî hem welatî, hem jî çalakiyên wa ên navnetewî hene. ji sala 2000’an heta niha her 5 sal carekê sala çalakiyên em kureyîne û ji gelek cihên cîhanê çalakiyan organize dikin. mînak di dîroka 24’ê Nîsanê de meşa jinên Cîhanê li dijî şîrketên navnetewî çalakiyên roja piştevaniya femînîstan tên lidarxistin. Piştî qetlîama jinên karker li Endenezyona her sal di 24’ê Nîsanê de li hemû cihên cîhanê 24 saetan çalakiyên femînîst em organize dikin.

*DKY ji sala 2000’î û vir ve li xalên berxwedanê pirsgirêk û daxwazên jinan radixe ber çavan û torên hevgirtinê ava dike, gelo armanc ew e ku jinên ji deverên cuda yên cîhanê werin gel hev?

Teqez. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna femînîst bi diyarkirina rêya hevgirtin û têkoşînê bi hev re dikare were meşandin. Em difikirîn ku bi parvekirina ezmûn û zanyariyên xwe yên têkoşînê bi hev re xêzkirina rêyekê pir girîng e. Gelek tişt hene ku em ji hev fêr dibin û ev bi rastî riya me ronî dike û me bi hev re dihêle. Em bi jinên ku li dijî gelek pirsgirêkên cuda yên ku li gelek welatan di gelek şert û mercên cuda de têkoşînê didin, bi hev re ne. Dibe ku hevalên me yên li Rojavayê Efrîqayê bi pirsgirêkên pir cûda re têbikoşin. Û hevalên me yên li Emerîkaya Latîn jî. Û em girîngiya anîna gel hev a vana dibînin û bi vê yekê em hîn dibin û têkoşînê ava dikin.

*Ji ber vê yekê pirsgirêkên hevpar ên jinên Rojavayê Efrîqayê û jinên li vê erdnîgariyê dijîn çi ne?

Femînîzma bingehîn bi Meşa Jinan a Cîhanê ve hat qebûlkirin. Yanî femînîzma komên bingehîn. Di rastiyê de jinên ku herî zêde daxwazên wan hene û herî zêde pêwîstiya wan bi bihîstina dengên wan heye û yên ku herî zêde hewl didin bên tepisandin jî ev in. Ango jinên feqîr, kedkar û xwecihî. Bi rastî ev bingehê me ava dike. Xala ku em dengê xwe lê bilind dikin ev e. Em di nava gelek berxwedana jinên kedkar de cih digirin û piştgiriyê didin wan. Em ji hev fêrî berxwedanê jî dibin.

*Di dema meşa cîhanê de hûnê kijan daxwazan derbixin pêş?

Dirûşmeya me a îsal ‘Ji bo guherînê hêza femînizmê’. Di çarçoveya rêgezên diyar emê daxwazên xwe bilidn bikin. Edalet, wekhevî, aştî. Daxwazên me ên îsal emê piştî  civîna ku li Enqere lidarbixin de biryar bidin. 

*Meşa Jinan a Cîhanê projeya we ya tîfaqa edalet ya gelên kureyî (GGJ), Enternasyonala Gel, tevna hawirdora xwecihî (IEN) û vekirina dibîstana rixstinkirina Femînistên Navnetewî heye. Hun dikarin behsa vê projeyê bikin?

Dibîstana rêxistinkirna Femînsitên Navnetewî Bwrta Caceres, dibîstanek ku di sala 2018’an de hate plankirin û bernameya wê hatî amadekirine. Ev avabûnek ru bi rû dihat plankirin. Lê belê piştî ku pandemî kete navberê, civîn û perwerde bi onlîne hatin kirin. Li her herêmê piştî ku perwerde temam dibûn perwerdeyên ku perwerdekar lidarxistin çêdibûn. Sala bûrî li Tirkiye li Kapadokya dibîstana rêxsitinkirina femînîstên Balkan hate organîzekirin. Li vê dere ji Rojhilatê Ewropa, ji welatên Balkan û ji Tirkiye xwişkên me beşdar bûn. Bernameyên ku me avakirin hene. Pirtuka me ya derbarê perwerdeyê de heye. Pirtuka me ya derbarê bernameya me ya giştî de wergerî zimanê Tirkî hatiye kirin. Wê di dawiya vê salê de were wwşandin. Bi hemû rêxistinên ku em hatin ba hev em ê perwerdeyan bidin. Em dikarin bêjin ev pêvajo ji sala 2018’an ve berdewam dike. Me dibistana femîstên Balkan sal bûrî lidarxist. Di sala 2024’an de car din li herêma Balkan û di nava Asya de li dibistanan pêkanîna van perwerdeyan tê plankirin.  

*Pirsgirêkên girîng ên ku hûn wek jin rû bi rû ne çi ne?

Ev têkoşîna hebûn û jiyanê ye ku em hem li Tirkiyeyê hem jî li hemû cîhanê dijîn. Em têkoşîna vê yekê didin ku bijîn û hebûna xwe bidin qebûlkirin. Bandora vê li ser jinên kedkar an jî jinên xwecihî dikare gelek zêdetir be. Her wiha pirsgirêkên ku ji bo beşên xizan û paşguhkirî yên civakê çêdike pir mezintir dibe. Û di vê demê de em têdikoşin ku em hebûna xwe bidin qebûl kirin. Ev xala hevpar a hemu xwişkên min in.

*Di dawiyê de hûn dixwazin li ser pêşeroja tevgera jinan û femînîzma rêxistinkirî ya li Tirkiyeyê çi bibêjin?

Têkoşîna femînîst li Tirkiyeyê tevgera herî xurt û bi hev ve girêdayî ye. Em hêza xwe di hebûna hev de dibînin. Em bi piştgiriya ku ji hev distînin hewl didin bijîn. Di vê xalê de weke ku Meşa Jinan a Cîhanê destnîşan kir, girîng e ku di vê mijarê de antî-kapîtalîzm û antî-emperyalîzm bibe bingehê vê têkoşînê. Ya ku em pê re têdikoşin gelek hevpar e. Di rastiyê de li hemberî vana bi rêxistinbûyîn werin gel hev û têkoşîn kirin pir girîng e. Em weke femînîstên Tirkiyeyê û Meşa Jinan a Cîhanê dê bimeşin û em ê bi meşê biguherin. Divê em her dem bi bîr bînin ku hêza me heye ku em her dem bi hêza femînîzmê bawer bikin ku cîhanê biguherînin.