Dizgeriyê tundiya polîs li dijî rojnameger ‘hevgirtî’ dît

Dozgeriyê, tundiya li dijî rojnameger Rûken Polat ê der heqê polîsan de ‘hevgirtî’ dît û biryara neşopandinê da.

Navenda Nûçeyan – Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Polat di dema daxuyaniya ji bo Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di êrîşa SÎHA li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn li Wanê were dayîn de hate binçavkirin. Rûken Polatê jî der heqê polîsan de gilî kir û serlêdan bi biryara neşopandinê biencam bû. 

Serdozgeriya Komarê ya Wanê tevî delîlên şênber ên têkildarî îşkenceyê jî biryara neşopandina dosyayê da. Di biryarê de dozgeriyê girtekên polîsan esas girt û îdia kir ku Rûken Polatê “li ber xwe daye.” Dozgeriyê, ji bo şopên derbkirinê yên di dema binçavkirinê de li ser dest û stûyê Rûken Polatê çêbûn jî îdiaya “bi mudaxileya tibbî ya biçûk dikare bên tedawîkirin” kir. Di heman biryarê de, dozgeriyê ji bo Rûken Polatê îdiaya “li dijî polîsan tund û êrişkar tevgeriyaye” kir û bi vê hincetê jî îdia kir ku “mudaxileya polîsan guncav e û bi qedeme ye.”

Dozgeriyê, îdia kir ku “tu delîlên teqez û pêbawer ku polîsan sûcê tê gotin kiribe tune ne” û bi hinceta “li dijî polîsan tund û êrişkar tevgeriyaye” biryara neşopandinê da. 

Her wiha dozgeriyê di biryara xwe ya neşopandinê de îdia kir ku polîs beriya ku hişyar bikin dikarin tundiyê bikin.