‘Divê zimanê Kurdî bê parastin’

Mamosteya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Nûrê Sanri ya li ser girîngî û parastina Zimanê Kurdî axivî, destnîşan kir ku zimanê kê hebe, nasnameya wê jî diyar e û banga parastina ziman kir.

ASYA DENÎZ

Mexmûr – 15’ê Gulana 1932’yan, di dîroka Kurdan de rojeke pir girîng e. Di vê rojê de di pêşengtiya Celadet Elî Bedîrxan de li paytext Şam a Sûriyeyê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Kovara Hawarê di dîroka Kurdan de kovara yekem e ku bi tîpên Latinî hatiye derxistin. Ji ber vê yekê roja 15’ê Gulanê di nava Kurdan de wek Cejna Zimanê Kurdî tê dîtin û pîrozkirin.

Mamosteya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Nurê Sanri li ser girîngiya vê rojê û parastina zimanê Kurdî ji ajansa me re axivî.

‘Zimanê gelekî winda bibe ew gel jî nayê naskirin’

Nurê Sanri di destpêka axaftina xwe de Cejna Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gele Kurd ê welatparêz pîroz kir û wiha axivî: “Ziman nasname ye û kesê/a ku zimanê wî/wê heye, nasnameya wî/wê jî diyare. Ji serdema Selçuqiyan heya niha nêzî 18 netew hatine wendakirin. Ji ber ku zimanê wan hatine tunekirin ew jî wenda bûne.  Zimanê gelekî wenda bibe ew gel jî nayê naskirin.”

‘Dayîk bi rêya dengbêjî, çîrok û çanda Kurdîtiyê parastina ziman dikin’

Nurê Sanri di berdewama axaftina xwe de ji bo girîngiya zimanê Kurdî balkişand li ser rola dayîkê û wiha got: “Em destpêkê spasî ji dayîkan re dikin ku bi peywireke pir girîng radibin. Ruxmê zextên dijmin, di nava malê de bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin û parastina zimanê xwe dikin. Dayîk bi taybetî bi rêya dengbêjî, çîrok û çanda Kurdîtiyê, parastina zimanê xwe kirine û dikin.”

‘Wargeh di aliyê zimanê Kurdî de ji tevahiya cîhanê re bûye mînak’

Nurê Sanri diyar kir ku ev nêzî 30 sale li Wargeha Mexmûrê perwerdeya xwe bi zimanê Kurdî didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên derbasbûyî de bi zor û zehmetiyên pir mezin û derfetên pir kêm me perwerde didît. Me pênûs dikir perçe û her şagirtek jî perçeyek kexez didayê û wisa perwerde didît. Demên derbasbûyî pirtûk nînbûn. Lê niha ji dibistana dayîkê heta amedeyî di hemû beşên waneyan de pirtûkên zimanê Kurdî hene. Wargeh ji aliyê perwerdeyên xwe yên bi zimanê Kurdî de hem ji parçên Kurdistanê yên dîn hem jî li cîhanê bûye mînakek baş.”

‘Zimanê Kurdî pêwîst e bibe zimanê perwerdê’ 

Nurê Sanri di dawiya axaftina xwe de li ser parastina zimanê Kurdî axivî û wiha got: “Zimanê Kurdî ji bo ku bê parastin pêwîst e bibe zimanê perwerdê û li dibistanan bê dayîn. Bi taybetî dayîk, pêwîst e parastina ziman bikin û zarokên xwe fêrî Kurdî bikin.”