Hura Nikbakht: Pexşan Ezîzî sembola hêzkirin, rûmet û dilovaniyê ye

Girtiya siyasî ya berê Hura Nikbakht, serpêhatiya xwe ya li Girtîgeha Jinan a Evînê ya bi Pexşan Ezîzî re vegot û bang li hemû kesê kir ku têkildarî jin û edaletiyên tên jiyîn bi zanebin û bi awayekî çalak bixebitin.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya berê Hura Nikbakht, di vîdyoya ku nû parvekir de, behsa rastiyên li girtîgehê û hewcedariya parvekirina tercûbeyên jiyankirina bi Pexşan Ezîzî re kir. Hura Nikbakht, diyar kir ku beriya salan der barê darvekirinan û di 2022’an de darvekirina zarokan de nivîsiye, lê xebatên wê bi taybetî ne li dijî darvekirinan bûye û da zanîn rûxmê vê yekê jî deng nemîne û xwe mecbûr hîs dike ku tercûbeyên xwe bi kesên din re parve bike.

Hura Nikbakht, wiha got: “Ez di sala 2022’an de hatin binçavkirin û ev pêvajo ji binçavkirina min a sala 2025’an zehmetir derbas bû. Piştre carek din hatim binçavkirin û li girtîgehê tercûbeyên min çêbûn û ev tecrûbe ji min re da hîskirin ku dema ez bikevin girtîgehê bi kesên mehkûmê cezayê darvekirinê hatine kirin re bijîm û tercûbeyên cuda bijîm.”

Hura Nikbakht, der barê Pexşan Ezîzî de jî wiha axivî: "Jiyana bi Pexşan Ezîzî re ya li qawîşa jinan pir cûda bû. Cezayên darvekirinê hertim mîna bêedaletî dihat dîtin, lê vê care min bi çavên xwe vê bêedaletiyê jiyan kir. Min gelek caran têkildari darvekirinên jinên Kurd de nivîsî û ji bo Pexşan jî ketim greva birçîbûnê û hê jî nivîsim. Divê ez têkildarî tiştên ku min şahîdî kir biaxivim.”

‘Pirsgirêk ne têkoşîna siyasî ye; mirovahî ye’

Hura Nikbakht, balkişand li ser darvekirinên siyasî: “Pêwîste em bifikirin çima Pexşan Ezîzî di bin cezayê darvekirinê de ye? Ev darvekirin ji çi çavkanî digre? Pirsgirêk ne têkoşîna siyasî ye; têkoşîna mirovahî ye. Ger hûn ne aktîvîstek siyasî bin jî, her roj gelek jiyan di bin xeteriyê de ye û yek ji jiyanên hêja jî Pexşan Ezîzî ye.”

‘Pexşan, sembola hêzkirin, rûmet û dilovaniyê ye’

Hura Nikbakht, di dawiya axaftina xwe de diyar kir divê her kes der barê Pexşan Ezîzî de agahiyan parve bike û bi awayekî çalak bixebitin: “Pexşan, jiyanekî binirx e. Jinekî ku li kampên DAIŞ’ê alîkariya koçberan kir û yekane derda wê jiyana jin û zarokan e. Ez daxwaza dikim jiyana Pexşan bixwînin û rastiye fêmbikin. Çi ji destê we tê bikin; hasthage hesan jî dikare bibandor be. Divê Pexşan jiyan bike û ji bo azadî û jiyana jinan mîna çavkaniyek îlhamê bimîne. Pexşan, sembola hêzkirin, rûmet û dilovaniyê ye û divê ev neynîk neşke.”