‘Divê vegera me mîna koçberiya me bi komî ewle û xwedî temînat be’

Koçberên Kurd ên ku 6 sal in ji Serêkaniyê koçber bûne, vegera bi ewle û komî dixwazin û dibêjin: “Em ê di bin siya çeteyên dagirkeriya Tirk û dewleta Tirk de nejîn, bila rêveberiya bajarê me ji gelê me be.”

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – 9’ê Cotmeha 2019’an di bîra gelê Serêkaniyê de rojeke reş û rûpeleke reş a di dîrokê de ye. Şêniyên Serêkaniyê baş dizanin di wê rojê de komplo ji aliyê kîjan hêzên komploger ve li dijî wan çêbû. Bajarê Mîtaniyan ango Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Cizîrê, ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve heta niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de dinale.

Ax gelê xwe dixwaze, gelê ku bi darê zorê hatiye koçberkirin hêviyên xwe yên vegerê çend sal in her dem zindî hiştine.

Jinên Kurd ên ku ji Serêkaniyê koçber bûne, li gundê Til Nesrî yê Aşûriyan 6 sal in dijîn, der barê entegrasyonê de ku vegera koçberên Serêkaniyê beşek girîng di nav de cih digre, nêrînên xwe anîn ziman.

Rehîma Bozan got heft sal in ji warê xwe hatine koçberkirin û wiha pêl da gotinên xwe: “Ne yeko yeko divê em bi komî vegerin. Çawa ku em bi komî hatin koçberkirin pêwist e bi vî rengî jî em hemû dest bidin hev û vegerin warê xwe.”

Darizandina sûcdaran

Rehîma Bozan bal kişand ser sûcên dijmirovî û binpêkirinên mafên mirovan ên li bajarê wan çêbûne û daxwaza xwe wiha anî ziman: “Çete û hemû kesên ku li dijî warê me, axa me û welatê me sûc kirine pêwist e werin cezakirin. Nabe ku ev kes ji edaletê birevin û neyên darizandin.”

Koçber jiyana bi çeteyan re napejirînin û rêveberiyek ji gel dixwazin

Rehîma Bozan da zanîn ku ew naxwazin di bin siya çeteyên dagirkeriya Tirk de bijîn û daxwaza vekişandina wan çeteyan ji axa xwe kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em naxwazin çete bi me re di bajarê me de bijîn. Ger veger hebe, bila rêveberiya bajarê me jî ji gelê me be. Pêwist e çete di demek nêz de ji bajarê me derbikevin.”

Emîne Bozê jî wiha got: “Me her dem doza vegerê dikir lê vê carê veger rastî ye. Em ji vegera ser warê xwe zêdetir tiştekî din naxwazin. Em di van salên koçberiyê de perîşan bûn.”

‘Ez ê axa Serêkaniyê maç bikim û bibêjim em vegeriyan’

Emîne Bozê mîna bi hezaran koçberan sozek daye û wiha dibêje: “Dema ez vegerim tişta destpêkê bikim ev e: Ez ê axa Serêkaniyê maçî bikim û bibêjim em vegeriyan. Wê demê ez ê gelek kêfxweş bibim çimkî ez ê li ser erdê xwe bim û bê minet bijîm.”

Hevgirtina gelan di koçberiyê û şeran de

Emîne Bozê da xuyakirin ku nêzî heft sal in di gundê Aşûriyan de mêvan in û wiha behsa hevgirtina gelan di dema koçberî û şeran de kir: “Aşûrî bi mal û gelê xwe mêvanperwer bûn, me di mal û gundê xwe de jî hembêz kirin. Lê mirov li ku dibe bila bibe, warê me ji hemû cihan xweştir e. Gava ku em vegerin Serêkaniyê em ê ji dil spasiya Aşûriyan ji ber mêvanperweriya wan bikin.”

‘Ez ê kurê xwe yê bi hesreta Serêkaniyê mir jî bi xwe re vegerînim’

Emîne Bozê li ser kulên di koçberiyê de jiyaye wiha got: “Ne di şer de di koçberiyê de kurê min ê bi hesreta dîtina Serêkaniyê, çû ser dilovaniya Xwedê. Gava ez vegerim ez ê kurê xwe jî bi xwe re bibim û herim. Ez ê bêyî kurê xwe neçim Serêkaniyê.”

Emîne di dawiyê de got ku kengê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ango asayîş derbasî Serêkaniyê bibe ew ê jî wê demê biçin.