Divê Jinên Rojhilata Navîn di ewlehiyê de bijîn
Aktîvîsta Îraqî û damezrînerê Hevbenda Jinan a Eman Ciwan Mîrza dest nîşan kir ku di civaka Rojhilata Navîn de rola jinan hatiye paşguhkirin û wiha got: "Divê jin di nava ewlehiyê de bijîn."
MALVA MUHEMED
Navenda Nûçeyan- Tevî gelek zehmetiyên ku jin pê re rûbirû ne jî, li gelek welatên Rojhilata Navîn hewldanên femînîst zêde dibin ji bo bihêzkirina jinan û zêdekirina tevlîbûna wan di hemû qadên jiyanê de, di serî de di qada rêveberiyê de.
Derbarê bandora şerên aborî, civakî û siyasî li ser rola jinan di civakê de, Bijîşk û çalakvana jinên Îraqî, her wiha yek ji damezrînerên Hevbenda Jinan a Eman yanê 'Ewlehî' Ciwan Mîrza dest nîşan kir ku li Rojhilata Navîn kêşeyên ku rastê jinan tên mezin û tevlihev in û wiha got: "Di nav van kêşeyan de xizanî, bêkarî û şîdeta li dijî jinan pêk tê, bi taybet di dema şer û pevçûnan de, ev kêşe zêde dibin. Ji ber vê jin li Rojhilata Navîn barê van pirsgirêkan hildigirin û her kêliyê bi krîza aborî re rûbirû dimînin."
'Hewcedariya pergala kapîtalîst bi guhartinek radîkal heye'
Têkildarî mekanîzmayên nûnertiya jinan û zêdekirina tevlîbûna wan di jiyana siyasî û civakî de Ciwan Mîrza wiha axivî: "Di meclîsê de yan jî di biryarên siyasî de nûnertiya jinan bigihêje ji sedî 50'î jî ev yek dibe ku guhertinan pêk bîne, lê ew ê cewherê pergala aborî ya kapîtalîst a mêtinger ku zextê li ser jinan didomîne û di bin desthilatdariya mêr de dimeşîne, neguherîne. Di parlamentoya Iraqê de jinan di hilbijartinên borî de nûnertiya 98 jinan bi dest xistin. Lê wan nekarîn bi awayek bi bandor pirsgirêkên jinan ragihînin, tenê bûn dengek ji dengê partiyên Îslamî. Ger di pergala kapîtalîst de guhertineke radîkal çênebe, wê jin bi vîna xwe ya azad nikaribe bigihîje azadî û serxwebûna xwe.”
'Hevbend ji bo daxwazên civakî, siyasî û aborî tev digere'
Ciwan Mîrza got ku hişmendiya jinan ji bo mafên xwe tenê têrê nake ku bingehek an tevgerek femînîst a xurt ava bike. Ciwan Mîrza wiha dirêjî da gotinên xwe: "Divê têkoşînek gelek dirêj bê kirin. Heta niha têkoşîna jinên Ewropî dewam dike. Di dawiya têkoşînê de helbet wê sîstema qirkirinê têk biçe û li şûna wê sîstemek bi adil bê avakirin. Hevbenda Eman jî hewl dide sê daxwazan ên civakî, aborî û siyasî pêk bîne. Di pêşxistina zanekirina jinan de jî rolek mezin dilîze. Tevgera jinan li Îraqê gelek lawaz e û ji bo avakirina tevgerek bi hêz a jinan li welêt nayê nîqaşkirin. Me xwest ev Hevbend derfetên kar ên b ewle ji jinan re peyda bikin."
'Divê jin di nava ewlehiyekê de bijîn'
Ciwan Mîrza di dewamiya gotinên xwe de bal kişand ser girîngiya misogerkirina ewlehiyê di hemû qadan de ji jinan re û wiha pêl da gotinên xwe: "Serxwebûna aborî ya jinê dihêle ku zarokên xwe ji windabûnê biparêze û bikaribe bi azadî bijî. Gelek jin di kargehan de di bin şert û mercên dijwar de dixebitin û mûçeyên wan jî gelek kêm in. Ji ber vê em hewl didin ewlehiyek aborî ji jinan re pêşkêş bikin. Di heman demê de ewlehiya civakî jî hedef dike ku hemû cureyên cudekariyê li ser jinan bi dawî bike û bihêle jin di mal, cihê kar û hînbûnê de di nav ewlehiyekê de bijî. Li kêlek wê ewlehiya siyasî jî armanca wê ew e ku jin bi azadî îfadeyên xwe pêk bînin. Tevî ku destûr ji jinan re mafê îfadekirina ramanên xwe bi ewle misoger dike, jin rastê lêdan û girtinê tên."
'Zagonan li dijî berjiwendiyên jinan diguherînin'
Têkildarî zagonên ku Hevbendê ji bo garantîkirina mafên jinan dixwaze biguherîne Ciwan Mîrza wiha got: "Serarastkirina zagona 188'an a sala 1959'an bi awayekî neqanûnî li parlamentoya Iraqê hat dengdan, tevî ku ev zagon di nav yasayên herî baş ên herêmê de bû. Parlamento bi taybet partiyên Îslamî ji salên 1960'î ve hewl didin ku vê qanûnê biguherînin, bi hinceta neqanûnî ye. Tevî ku ew li ser çar mektebên fikrî bû û Nazîha Duleymî jî di amadekirina wê de beşdar bû. Niha jî ev guhertin li dijî berjiwendiyên jinan e. Ew jinan ji mafên mîratê û xwedîkirina zarokan bê par dihêle."
'Em ê zagonên ku mafên jinan misoger dike ava bikin'
Ciwan Mîrza xuya kir ku ji bo temînatkirina mafên jinan Hevbenda Eman hewl dide zagonên li gor mafên jinan ava bike û wiha axivî: "Em jî hewl didin zagona ku qetilkirina jin rewa dibîne û mêr nayê cezakirin, serarast bikin. Her wiha qanûnek ku mafê kurtajê yê jinê misoger bike nîne, heta jinên ku rastê destavêtinê tên nikarin xwe ji ducaniyê xilas bikin. Jinên Êzidî piştî ku ketin destê DAIŞ’ê ji vê pirsgirêkê gelek êş kişandin."
'Hevbenda Eman ji bo destekdayîna jinan di nava tevgerê de ye'
Ciwan Mîrza dest nîşanî pêvgavên ku Hevbenda Jinan a Eman ji bo piştevaniya jinan kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Me ji bo jinên Sûdanî û jinên Afganî yên ku ji vegera Talîbanê bandor bûne kampanyayên parêzvaniyê organîze kirin. Her wiha me hemleyên ji bo piştgiriya jinên Xezayê da destpêkirin, di nav de bi wan re semîner hatin lidarxistin, daxuyanî nivîsandin, nêrînên xwe parve kirin û bi rojnamegerên jin ên ji Xezayê re têkilî danî û der barê êş û azarên jinan ên di dema şer de hatin nîqaş kirin. Piştî ku Colanî bû desthilatdarê Sûriyeyê, ji bo piştgiriya jinên Sûriyeyê jî kampanyayek hat lidarxistin.
Hevbenda Eman hewl dide ewlehiyê ji jinan re peyda bike
Hevbenda Jinan a Eman armanc dike ku ewlehiya civakî, aborî û siyasî ji bo jinan li Iraqê bidest bixe. Hewl dide di nava jin û mêran de hişmendiya femînîst bilind bike, sedemên bindestiya jinê fêm bike û rastiya bavsalarî û serdestiya mêr a li ser jinê di civakê de binirxîne. Her wiha zextê li saziyên hikûmetê dike ku qanûnên ku rûmeta jinan kêm dike biguherînin û li şûna wan zagonên ku rêzê ji wan re digrin û bi mêran re wekhev tevdigerin ava bikin.