‘Divê jin tevli xebatên ji bo avakirina Sûriyeya nû bibin’

Jinên ji Suweydayê diyar kirin ku namzediya Mohsîne Salih El-Muhtewî li Sûriyeyê cara yekem e û gotin ku dê rê li pêşiya jinan veke ku di erkên biryardanê de cih bigrin û diyar kirin ku divê jin tevli avakirina Sûriyeya nû bibin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda - Li Suweydaya ku piranî Durzî lê dijîn saziyên olî û siyasî ji bo namzediya walîtiyê Mohsîne Salih El-Muhtewî hilbijartin. Ev hilbijartin weke pêngaveke sembolîk a mezin ji bo bihêzkirina rola jinan di qada siyasî de li Sûriyeyê tê dîtin. Jinên ku tevli çalakiya li Qada Keramaya Sûweydayê bûn diyar kirin ku ji bo namzediya walîtiyê, hilbijartina jinek li Sûriyeyê cara yekem e.

Cara yekem e

Dareen Azzam a tevli çalakiyê bû got: “Salih El-Muhtewî bi awayekî xurt tevli çalakiyên li Suweydayê dibû. Salih El-Muhtewî îsbat kir ku jinek dirust e û namzediya wê, di Sûriyeyê de cara yekem e. Divê Sûriye venegere rojên berê, di siyasetê de temsîliyeta wekhev ava bibe û bi taybetî divê jin di siyasetê de cih bigrin. Ez vê gelek girîng dibînim.”

Dareen Azzam di berdewamiya axaftina xwe de axaftinên berdevkê rêveberiya cîhadîst HTŞ’ê Obaida Arnaut gotinên;  ‘xwezaya biyolojîk û derûnî ya jinan heye’ peyam da ku dê jin ji hinek deren diyarkirî werin vederkirin û axaftina xwe domand: “Ev axaftin dide nîşandan ku dê jin ji gelek cîhan were dûrxistin. Axaftinên Obaida Arnaut  li navenda Şamê rastî nerazîbûnan hat. Em hêvî dikin ku gelê herêmê di hilbijartinê de zêdetir têgihîştî bin û ji ber vê yekê jî encameke baştir derkeve. Em jî wisa difikirin ku divê jin di avakirina Sûriyeya nû de cih bigirin.”

‘Li dijî nellirêtiyê têkoşiya’

Ji jinên beşbarî çalakiya li Qada Kerama bûn, Raja Areej jî got: “Mohsine Saleh Al-Muhtawî bi ezmûnên xwe yên di xebatên hikûmetê de tê nasîn û di vê qadê de gelek erk girt. Mohsine Saleh Al-Muhtawî di karên mîna Dîrektora Darayî ya Suweydayê, Wezareta Daîreya Darayî de erk girt. Lê belê ji ber belavbûna nelirêtiyê di sala 2017’an de îstîfa kir. Mohsine Saleh Al-Muhtawî di Tebaxa 2023’an de her dem beşdarî protestoyên li Suweydayê bû. Ji bo pêkanîna daxwazên reformê û jiholêrakirina nelirêtiyê roleke girîng lîst.”

‘Wê ceribandinek bê mînak be’

Parêzer Lina Abu Hamdan jî anî ziman ku ew piştgiriyê dide ku Mohsine Saleh Al-Muhtawî ji bo namzediya waliya Suweydayê hatiye nîşandan û got: “Mohsine Saleh Al-Muhtawî xwedî kesayetek dirust e û cihekî wê yê girîng heye. Namzetnîşandana Mohsine Saleh Al-Muhtawî wê bibe ceribandinek ku mînaka wê nîn e. Ev mijar dê rê veke ku jinên li bajarên din jî bikaribin li cihê biryargirtinê cih bigrin.”