‘Divê jin pêngava ‘Dixwazim Bi Abdullah Ocalan re Hevdîtinê bikim’ bihêz bikin’

Berdevka Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan Sewsan Şoman bal kişand ser rola jinan di pêngava ‘Ez Dixwazim Bi Abdullah Ocalan re Hevdîtin Bikim’ de û destnîşan kir ku divê bi ruhê yekîtiyê pêngav bê xurtkirin.

MALVA MUHEMED

Navenda Nûçeyan – Di nav pêşketinên lezgîn de û piştî hevdîtinên dawî yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, kampanyaya "Ez Dixwazim Bi Abdullah Ocalan re Hevdîtinê Bikim" ji aliyê Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hat destpêkirin. Vê kampanyayê bala navneteweyî kişandiye ser xwe, ji ber ku alîgirên wê bawer dikin ku destûrdayîna beşdarbûna Ocalan a di nîqaşên giştî de, dikare bibe alîkar ku asoyek nû ya danûstandinan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, dûrî şerê çekdarî, veke.

Ji bo bal kişandina ser pêşketinên dawî yên li qada navneteweyî, bi taybetî yên têkildarî pirsgirêka Kurd, ajansa me bi berdevka ‘Înîsiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan’ Sewsan Şoman re hevpeyvînek amade kir.

'Banga dîrokî hewcedariya gel a çareseriyê dê pêk bîne'

Sewsan Şoman girîngiya banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Di nav geşedan û aloziyên ku em derbas dibin de, banga Aştî û Civaka Demokratîk di cihê xwe de bû. Ji ber ku hewcedariya gel bi çareseriyê hebû ku ji talan û wêranê parastina wan bike. Di heman demê de banga dîrokî mafê hemû pêkhateyan di civakê de mîsoger dike. Welatên ku bingehên xwe li ser demokrasiyê û rêzgirtinê ava dikin, dikarin civakên cihêreng bihewînin û mafên wan di çarçoveya aştiyeke dadperwer de mîsoger bikin. Ev rêbaz kilîta pêşveçûna gelan û mîsogerkirina pêşerojek çêtir ji bo wan e."

'Divê banga dîrokî li ser rûyê erdê pêk were'

Sewsan Şoman diyar kir ku hewcedarî bi pêkanîna banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk li ser rûyê erdê heye û wiha pê de çû: "Divê ev fikir tenê wek teorî nemîne. Divê bi riya tedbîrên berbiçav û pratîkî, wek organîzekirina konferansan, destpêkirina kampanyayan û organîzekirina însiyatîfan da ku di rastiyê de were bicihanîn. Di kongreya NADA’yê de jinên ku beşdar bibûn bal kişandin ser xurtkirina torê û hişyarkirina li ser vê ramanê. Ev gav ne tenê sembolîk in, ew gaveke wêrek û pêşverû temsîl dikin, ber bi pêşxistina ramana demokratîk ve. Bi taybetî derbarê rola jinan a di vê têkoşînê de. Azadiya jinan wek ku Rêber Ocalan tekez kiriye, ne tenê mijareke paşguhkirî ye, ew hêmanek girîng e di bidestxistina civak û pergalên dadperwer de ku rêzê li takekes û rûmeta wan digirin."

'Jin di pêkanîna edalet û wekheviyê de rolek girîng dilîzin'

Sewan Şoman bal kişand ser rola jinan û pêşxistina beşdariyên wan a di pêvajoya aştiyê de li Rojhilata navîn û Afrîkayê û wiha domand: "Rola jinan di belavkirina ramanên lîberal û sepandina wan li ser erdê de faktorek bingehîn e di her tevgerek ku dixwaze azadî û edaleta civakî bi dest bixe de. Girîngiya rizgariya mirovan kilîta rizgariya welat e. Jin bingeha her tevgera rizgariyê temsîl dikin, rewşa jinan di her civakê de asta pêşketin û geşedana wê nîşan dide. Hewcedarî bi piştevaniya jinê ya di warê civakî, siyasî û leşkerî de heye. Jinan nîşan dane ku ew ne tenê dikarin bi pirsgirêkan re rûbirû bimînin, ew dikarin pêşengiya tevgerên guhertina civakî jî bikin. Di şerê li dijî terorîstan û di avakirina civakan de li ser bingeha nirxên demokrasî û edaletê de rolên girîng lîstine."

Pêngavên azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berdewam in

Di nava axaftinên xwe de Sewsan Şoman girîngiya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lêv kir û ev tişt gotin: "Gelek pêngav û xwepêşandan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin lidarxistin. Ev pêngav di cewherê xwe de sembolên kûr dihewîne ku hewl dide fikrê azadiyê carek din zindî bike. Hemleya "Ez Dixwazim bi Rêber Ocalan re Hevdîtin Bikim" jî îradeya gel a parastina fikrê demokratîk nîşan dide. Her wiha tekez dike ku fikrê Rêber Ocalan ne ji bo Kurdan tenê ye ew fikrek cîhanî ye û hemû netewan digre nav xwe. Rola jinan di vê kampanyayê de pir girîng e, ji ber ku bi riya wan ev tevger dikare bi organîzekirina însiyatîfan û xwepêşandanên ku têkoşîna azadiyê nîşan didin, were pêşxistin. Ev kampanya bi stratejiyên bibandor dixwaze bighîje armanca xwe."

Jina Kurd modela pêkanîna azadiyê ye

Sewsan Şoman balê kişand ser têkoşîn û îradeya jinên Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê her jineke Ereb ku êşa bêparhiştinê kişandiye û neheqiya ku jin di civakên me de dikşînin dîtiye, jinên Kurd wek modelek bibîne. Wan di hemû astan de serkeftin bi dest xistine, di warê civakî, siyasî de û li eniyên şer cîh girtine. Tevî astengî û zehmetiyan ew ne paşve vekişiyane û ne jî westiyane. Bi hemû hêza xwe ji bo azadkirina Rêber Ocalan kampanyaya fîzîkî dimeşînin û hewl didin. Bang li hemû jinan dikim ku ji mafên xwe yên rewa dûr nekevin."