‘’Divê jin di pêvajoya Entegrasyonê de aktorên sereke bin’’
Rêxistinên jinan yên Rojavayî Kurdistanê bi Wezîra Kar û Barên Civakî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê Hind Qebewat re pêwîstiya entegrekirina jinan di saziyan de, dayîna roleke bingehîn ji bo jinan di biryardanê de û berdana dîlgirtiyan nîqaş kirin.
Hesekê – Bi armanca guhdarkirina daxwazên jinan û baştirkirina asta xizmetguzariyan Wezîra Karûbarên Civakî a Hikûmeta Şamê, Hind Qebawat, bi şandeyek fermî serdana parêzgeha Hesekê, Nûnerên rêxistin û komeleyan ên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herema Cizîrê, kir.
Wezîra Kar û barên Civakî a Hikûmeta Şamê, Hind Qebawat tekez kir ku armanca sereke ya serdanê pêkanîna aramî û jiyaneke baş ji bo hemû gelê Sûriyeyê. Tekezî bi girîngiya xebata hevbeş bi ruhekî yekgirtî kir her wiha dest nîşan kir ku wan dest bi xebata komîteyek pispor di pêvajoya entegrasyonê de li gorî planeke demê ya diyarkirî kiriye.
Di heman demê de Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser îlham Ehmed û Wezîra Kar û barên Civakî ya Sûriyê Hind Qebewat li bajarê Hesekê bi rêxistinên jinan re civiyan.
Hind Qebewat got: ”Îro em li vir bi rêxistinên jinan re dicivin da ku planeke hevbeş ji bo çareserkirina rewşa jinan û pêdiviyên wan pêş bixin, ji ber ku ew ê entegre bibin û wek jin li Sûriyeyê bibin yek dest.’’
Rêxistinên jinan di civîna ku Wezîra Karûbarên Civakî a Hikûmeta Şamê, Hind Qebawat û Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed amade bûn tekezî bi mîsogerkirina mafên jinan bi zîhniyeta wan di destûra Sûrî ya nû de ku bi destê wan were nivîsandin kirin.
Di hevdîtinê de jinan diyar kir ku ew tu carî gav bi paş ve navêjin û dive mafê wan di aliyên zagonî, maf û hemû waran de bê pejirandin û wiha gotin: ’’Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan dest pê kir û dive bi rêzdarî nêzî ked û fedekariya jinan bibin . Îro jin bi têkoşîna xwe gihiştin vê pêvajoyê. Em hemû dizanin ku li Sûrî xeteriyek mezin li ser jinan heye ji bo wê jî pêwistî bi li darxisitina kongreke Netewî a jinan ku mefê hemû jinên Sûrî bi parêze heye. Her wiha Pêwiste hikumeta Şamê rê li ber rêxistinên jinan veke da ku jin bikarbin xwe li herderê birêxistin bikin û di cihên biryardariyê de xwedî rol bin.”
‘Hebûna jinan di entegrasyonê de taybetmendiyek diyarker a herêmên Kurdî ye’
Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed da zanîn ku Pêvajoya entegrasyonê ne hêsan e û wiha got:”Entegrasyona demokratîk taybetmendiya herêmê diparêze û yek ji bendên peymanê parastina taybetmendiya herêmên Kurdî destnîşan dike. Entegrasyona jinan di nav sazî û dezgehên biryardanê de bi tevahî girîng e. Divê jin ji pêvajoya entegrasyonê neyên dûrxistin, ji ber ku hebûna wan taybetmendiyek diyarker a herêmên Kurdî ye.”
‘Doseyeya girtiyan berpirsiyariyeke exlaqî ye’
Îlham Ehmed rave kir ku dosyeya girtiyan hîn jî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne û destnîşan kir ku soz hene nêzîkî 300 dîlgirtiyên din bên berdan, lê ev soz hîn bi cih nehatine, ji ber ku şopandina vê dosyeyê berpirsiyariyeke exlaqî ya kolektîf e ku dê di civînên pêş de dîsa were raberkirin."
‘Avakirina projeyek hevbeş ji bo jinên Sûrî pir girîng e’
Çalakvana Kurd Ebîr Hesaf ji ber ku Wezîra Kar û barên Civakî ya Sûriyê Hind Qebewat demek pir kurt ji bo rêxistinên jinan veqetandiye rexne kir û got: ”Hebûna wezîreke jin ji 23 wezaretên li Sûriyeyê gaveke baş e û serdana wê ya Rojava gaveke girîng e, lê ne têrker e. Em dixwazin hev bibînin û hevdu bêtir nas bikin û li ser stratejiya hikûmeta demkî nîqaş bikin. Gotûbêjkirina avakirina projeyek hevbeş ji bo jinên Sûrî pir girîng bû û em hêvî dikin ku ev serdan na ya dawî be û rê li ber avakirina Sûriyeyek demokratîk bi hebûna jinan veke.”