‘Divê hikûmet nasnameya YPJ’ê wek artêşek jinê bipejirîne’
Eyhan Yûnis da zanîn ku divê YPJ bêyî ku xwe biguhere, nasnameya xwe winda neke û wekî artêşek jinê di nav Wezareta Berevaniya Sûriyeyê de cih bigre. Eyhan Yûnis, bang li jinên cîhanê kir ku bi rihê Îvana Hoffmann û Lêgerîn Çiya xwedî li YPJ’ê derkevin.
Til Temir – Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) yek ji destkeftiyên Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Her wiha dibe mînakek balkêş di artêşên jinan yên li ser asta cîhanê de jî. YPJ’ê bi şerê xwe yê li dijî terora DAIŞ’ê zêdetir hat nasîn, ji ber ku di xilaskirina jinên cîhanê de, rolek pêşeng lîst.
Piştî pêvajoya ketina Esed û hatina Colanî ya desthilatiya Sûriyeyê, herêm derbasî qonaxek nû bû. Rojavayê Kurdistanê bi hêzên xwe yên leşkerî û Rêveberiya xwe ya Xweser bi hikûmeta demkî re entegre dibe. Lê heta niha mijara fermîkirina YPJ’ê di hikûmeta demkî de bi encam nebûye û têkildarî vê mijarê jî hîn nîqaş dewam dikin.
Eyhan Yûnis ji bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê ye, derbarê mijarê pejirandin û naskirina YPJ’ê de nêrîna xwe bi me re parve kir.
‘YPJ hêza xilasiyê ye’
Eyhan got ku bi hêza YPJ’ê û berxwedaniya wan şervanan, jin ji terora DAIŞ’ê xilas kirine û bi destê wan girtine, ber bi azadiyê ve meşandine. Eyhan Yûnis wiha dewam kir: “Jinên Rojava YPJ’ê hêza xwe ya pêşeng dibînin û YPJ, hêza xilasiya jinan ji zilm û zordariyê ye.”
‘Niyet û nêzîkatiyên hikûmeta demkî ji bo YPJ’ê nayên pejirandin’
Eyhan bal kişand ser nêzîkatiyên hikûmeta demkî yên li hember naskirina YPJ’ê wekî artêşeke jinan. Eyhan, hewldanên nenaskirin û nefermîkirina YPJ’ê jî nepejirand û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Niyeta hikûmeta demkî heye ku YPJ xwe fesix bike û wekî artêşek jinê nemîne û beşdarî hêzên ewlekahriyê û ewlehiyê bibin. Ev nêzîkatî ne li gorî daxwaza me û tevahî jinan e. Heta dawî jî em ê ligel têkoşîna YPJ’ê bin heta ku fermî bibe.”
Hikûmet dikare sûd ji tecrûbe û ezmûnên YPJ’ê yên serkeftî bigre
Eyhan da zanîn ku mayîna YPJ’ê ji bo tevahî Sûriyeyê û jinên dinyayê xilasiyek e û wiha pê de çû: “YPJ modelek e ku hemû jinên cîhanê dikarin jê sûd werbigrin, bi awayekî xweser hêza xwe ya leşkerî birêxistin bikin. Ev sedsal, Rêber Apo gotiye ku sedsala jinê ye, ji lewra nêzîkatiyên hikûmeta demkî li dijî felsefeya Rêber Apo ye. Ji ber îro ne tenê şervanên Kurd şehîd bûn. Ji gelek netew, ol û baweriyan jin beşdar bûn, şer kirin û şehîd bûn. Îvana Hoffman ya ku bi eslê xwe Efirîqî û Lêgerîn Çiya her dû jinên enternasyonalîst ku li Rojava şehîd bûn, asta bandorbûna modela YPJ’ê li cîhanê nîşan da. Çimkî YPJ, rêya ber bi azadiya xwe û welat ve ye.”
Bangewaziya ji bo jinên cîhanê: Xwedî li giyanê Îvana Hoffman û Lêgerîn Çiya derkevin
Eyhan bang li jinên cîhanê kir ku xwedî li giyana Îvana Hoffman û Lêgerîn Çiya û Avesta derkevin û tiştê ku divê bikin, wiha anî ziman: “Hemû jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê tevahî deyndarên YPJ’ê ne. Çimkî ew ji xetertirîn terora li ser rûyê erdê xilas kirin. Bila derkevin kolanan û piştgiriya xwe bi YPJ’ê re nîşan bidin.”
‘Divê hikûmet YPJ’ê wek artêşek jinê bipejirîne’
Eyhan di dawiya nirxandinên xwe de tiştên ku wê tenê dipejirînin wiha bilêv kir: “Em tekeziyê li ser daxwazên xwe dikin ku divê YPJ wekî artêşek jin di nav hikûmeta demkî de cih bigre û bikaribe tevahî jinên Sûriyê biparêze.”