‘Divê em piştevaniyek ya parastina rojnamevanan ava bikin’

Rojnameger Sînor Rehman a tevî şandeyek ji bo parastina mafê rojnamevanan û pêşî li qetilkirina rojnamevanan bigrin serdana dezgahên ragihandinê dikin, got: “Divê em piştevaniyek ya parastina rojnamevanan ava bikin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi balafira bêmirov û biçek wesayîta ku rojnamevanên çapemeniya azad tê de bûn topbarankir. Di encama êrişa hovane de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku karmendên şîrketa Çetir bûn (Chatr Company) jiyana xwe ji dest dan.

Di çarçoveya parastina deng û mafê rojnamegeriya azad de, şandeyek ji rojnamevanên jin ên şîrketa Çetir (Chatr Company) ku ji rojnamevan Sînor Rehman, Şoxan Mîrza û Hewjin Şiwan pêk tê serdana Navenda Mîtro ya ji bo Parastina mafê rojanamevanan, dezgeha çapemeniya KNN, Ajansa Şar Press, Spî Media, Rêxistina Casene, Komeleya Rons û çend kesyayetên weke Tara Hisên û Mihemed Emîn Pêncewîn kirin. Serdana şandeyê rojnamevanên jin yên şîrketa Çetir wê berdewam bike.

‘Pêwîstî bi helwestê heye’

Rojnamevan Sînor Rehman a di nav şandeyê de cih digire der barê serdanê de wiha got: “Li dijî ew êriş û dagirkeriya ku li ser başûrê Kurdistanê û hemwelatiyan heye, pêwîstiya me bi helwesta aliyên siyasî û  parêzvanên mafê mirovan heye. Ji ber wê jî me weke şandeyekê ji şîrketa Çetir serdana çend alî û dezgahan kir.  Di serdanê de me behsa rewşa rojanemevanan kir, armanca serdanê rawestandina li dijî qetilkirina rojnamevanan li başûrê Kuridstanê ye. Ew bûyerên ku li başûrê Kurdistanê rû didin pêwîstî bi helwestên zagonî, civakî û civaka navnetewî heye. Em dizanin zextên li ser rojnamevanan tenê bi tirsandinê re ne sînordar e, niha êriş dikin û rojnamevanan qetil dikin. Em dixwazin ev serdanên me zemînek ji bo parastina rojnamevanan ava bike. Armanca me ya yekem jî avakirina piştevaniyek ya parastinê ji bo rojnamevananê li başûrê Kurdistanê ye.”

‘Zagonên rojnamegeriyê nayên bicihanîn’

Sînor Rehman da zanîn ku rojnamevanên azad rastiya dagirkeriya li başûrê Kurdistanê derdixin, ji ber wê rastî qetilkirinan tên û got: “Em nêzî 200 saliya rojnamegeriya Kurd dibin, divê xwendinek din li ser bingehê doza Kurd ji bo rojnamegeriyê bikin, bi taybet li başûrê Kurdistanê û ji bo rojnamevanên jin. Zagonên rojnamegeriyê li başûr parastina rojnamegeran nake. Di pêkanîna zagonên heyî de jî pirsgirêk hene.”

‘Dê serdanên me bidomin’

Sînor Rehman destnîşan kir ku li başûrê Kurdistanê ji avakirina hikumetê heta niha qetilkirina rojnamevanan bi destê ne diyar hertim kujer ne diyar dimînin û got: “Dema dadgeh li ser doza qetilkirina rojnamevanan hertim ne diyar dimîne û desthilat tewanbaran diparêze û bê ceza dihêlin. Hilweşîna desthilat û hikumeta başûrê Kurdistanê metirsî li ser rojnemavanan zêde dike. Qetilkirina du rojnamevanên azad, divê bibe sedemê xwerêxistinkirina rojnamevanan. Ji ber çawa metirsî li ser me rojnamevanên jin in, rojnamevanên dezgahên din jî heman metirsî li ser e. Tevahî ew alî û ragihandinên ku me serdana wan kiriye hevxemiya xwe anîn  ziman û li dijî qetilkirina rojnamevanan piştevaniya me kirin. Rojnamevan her roj di nava civak û siyasetê de ne û xwedî bandor in. Biryara me heye ku em serdana sendîkaya rojnamevanan ya liqê Silêmanî bikin û wê ji bo dezgahên din jî serdanên me berdewam bike. Ji bo em bikarin metirsiya li ser rojnamevan û hemwelatiyên başûrê Kurdistanê  bi dawî bikin divê em piştevaniyek ya parastina rojnamevanan ava bikin.”