‘Tundiya li dijî rojnamevanên jin bi belavbûna zekaya çêkirî re zêdetir bû’
UNESCO, ragihand ku bi belavbûna zekaya sûnî re tundî û tacîza li dijî rojnamevanên jin zêde bûye.
					Navenda Nûçeyan – Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), bi boneya “Roja Navneteweyî ya Li Dijî Bêcezatiyê” daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku rojnamevanên jin roj bi roj zêdetir dibin hedefa êrîşên serhêl. Rêxistinê, diyar kir bikaranîna zekaya sûnî ya afirîner a ji bo hilberandina vîdyoyên sexte, îfşakirina agahiyên kesane û belavkirina naverokên tacîzê, armanc dike ku jinan bêdeng bike, biçûkbixe û rûmeta wan bipelçiqîne.
Li gorî lêkolîna rêxistinê, ji sedî 75’ê rojnamevanên jin rastî gelek cûrên tundiya dîjîtal hatine; yek ji çar rojnamevanan rastî êrîşên fîzîkî an gefên kuştinê girtine. Rêxistinê, destnîşan kir naverokên sextê yên bi zekaya sûnî tên hilberandin, ne tenê îmaja rojnamevan, di heman demê de pêbawerî û ewlehiya wan jî dixe xeteriyê.
Li gorî daneyên qadê ya UNESCO’yê, li Zimbabweyê ji sedî 63’ê rojnamevanên jin rastî gotinên nefretê yên serhêl û tacîza dîtbarî hatine. Li Ukraynayê jî ev rêje gihişt ji sedî 81’ê; ev tundî heqaret, tacîza zayendî û gefên li dijî ferdên malbatê jî hildigre. UNESCO’yê destnîşan kir ku êrîşên serhêl roj bi roj vediguhere tundiya cîhana rasteqîn.
Rêxistinê, banga pêşxistina polîtîkayên lezgîn ên pêşiya bikaranîna zekaya sûnî ya ji bo xirab û avakirina hawîrdorek medyayê ya ewletir a ji bo rojnamevanên jin kir.