Dîroknas Narîn Temo: Modernîteya Kapîtalîst hestên mirovî lawaz kiriye

Dîroknas Narîn Temo derbarê bêhelwestiya mirovan a li hember bûyerên ku niha li Rojhilata Navîn û cîhanê rû didin de got ku “Modernîteya Kapîtalîst ji bo tunekirina hestên mirovî yên di ferdên Rojhilata Navîn, bi salan e dixebite.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Modernîteya Kapîtalîst ku salên dirêj e wek nexweşiya penceşêrê rehên xwe berdaye nava civak û gelan, bandoreke mezin li ser helwest û hestên mirovan kiriye. Di encamê de kesayet û ferdên wisa hatine avakirin ku ji pîvan, hest û taybetmendiyên xwe yên mirovî derkevin.

Hêzên kapîtalîst bi salan e li ser Rojhilata Navîn proje û rêbazên ceribandinê bipêş dixe û bikar tîne. Ji bo vê jî em dibînin bi şerekî sar û taybet, bi hestên însanan yên mirovî, wîjdanî û ehlaqî hatiye lîstin û li gor xwe saz kirine. Di pêvajoyeke ku bûyerên hovane li Rojhilata Navîn rû didin de, bêdengî û bê helwestmayîneke metirsîdar û cidî xwe dide der. Bi wateyeke din mirov dikare bêje tabloyeke ku hestên mirovî hatine tunekirin derdikeve holê.

Mamosteya Beşa Dîrokê ya Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Kobanê Narîn Temo, ji ajansa me re analîz û çavdêriyên xwe yên di vî warî de, vegot.

‘Pergala kapîtalîst bi rê û rêbazên cuda her tiştî kiriye bin serweriya xwe’

Narîn Temo diyar kir ku pergala kapîtalîst bi rê û rêbazên cuda her tiştî kiriye bin serweriya xwe û wiha got: “Tevahiya cîhana me di guhertin û veguhertinên mezin re derbas dibe. Ger em koka vê pirsgirêkê jî lêbikolin, rehên wê gelek kevnar û kûr in jî. Lê bi taybetî di sedsala dawî de û bi pêşketina pergala netew-dewlet re ku bi xwe re rêbazê şerê sar ava kir, êdî şêwazên nû yên bandora kapîtalîzmê li ser civakê bipêş ket. Di vî warî de em dixwazin balê bikşînin ser sedsala ku em tê de dijîn û bandora wê ya li ser hestên civakê. Berê şerekî sar ê du alî hebû ku di navbera bloka sosyalîzmê ya Yekîtiya Sovyetê û hêzên kapîtal de bû. Bi hilweşîna bloka sosyalîzmê re û tunebûna wê re tu blokek dijber nema. Ev jî rê ji kapîtalîzimê re vekir ku sîstema xwe dorfsrehtir bike û rêbazên xwe jî nû bike. Yek ji van rêbazan pêşketina zanist, teknîk û mêjiyê çêkirî ne, ev hemû jî berhemên mêjî û keda civakê ne. Li şûna ev pêşketin bikevin xizmeta civakê, em dibînin ku kapîtalîzm van berheman ji bo berjewendiyên xwe û li dijî civakê bikar tîne.”

‘Hêzên kapîtalîst herî zêde li ser civakên Rojhilata Navîn xebitîn’

Narîn Temo bal kişand ser bandora kapîtalîzmê ya di avakirina ferdên civakê de û wiha got: “Bandora hişmendiya modernîteya kapîtalîzmê ne tenê li ser mirovahiyê heye, di heman demê de bandor li ser hemû zindiyên di vê gerdûnê de jî kiriye ku em dibînin û jiyan ber bi xeteriyên cidî ve diçe. Kapîtalîzimê bi van şêwazan her tişt xist bin serweriya xwe, bi taybetî jî Rojhilata Navîn. Rojhilata Navîn û bi rengekî taybet Mezopotamya, dergûşa mirovahiyê ye ku sererd û binerdê wê gelek dewlemend e. Lewra jî kapîtalîzmê herî zêde destê xwe avêt civakên Rojhilata Navîn ku ji kokên wê de xirab kir. Bi salan e li ser vê projeyê xebat tê meşandin ku em di roja xwe ya îro de encamên wê jiyan dikin. A niha ferdên wiha ava kirine ku tenê bi pirsgirêkên xwe yên şexsî, madî û aborî re mijûl bibin. Bi wateyeke din hiş û asoyên civakê kontrol kirin û li gor xwe ji nû ve format kirin. Di vê xalê de jî pêşketinên teknelojî, medyaya dijîtal û hişê çêkirî bi roleke girîng lîst. A niha mirovên me ji vê mijarê gelek bandor bûne û li gor vê pergalê dimeşin û di nav de asîmîle bûne.”

Siyaset û lîstokên bi salan a ku li ser Rojhilata Navîn tê meşandin

Narîn Temo li ser lîstina bi hestên mirovan got ku civakên Rojhilata Navîn ji ber taybetmendiyên xwe yên civakî heta astekê xwe parastin: “Di encama siyaset û lîstokên bi salan a ku li ser Rojhilata Navîn hat meşandin û di vir de ne ku li parzemîn û welatên din nayê meşandin, lê li ser Rojhilata Navîn bi rengekî taybet tê lîstin. Di vî warî de weke nêrîn û çavdêriyên min yên kesayetî, hestên mirovî, wîjdanî û ehlaqî bi carekê de tune nebûn e. Lê ji ber siyaseta bi salan ya bi riya şerê sar, leşkerî û taybet ev hest di mirovên Rojhilata Navîn de lewaz bûne, pê hatine lîstin û bê helwestbûn derdikeve holê. Heta ku hewildanên berzkirina van hestan jî hebe, ew hêz û vîna ku bikaribin van hestan raber bikin, hatine şikandin. Bi gelemperî vî şerê taybet bandoreke mezin li ser civakên Rojhilat Navîn kiriye. Lê ez dibêjim ji ber taybetmendiyên mirovên vê erdîngariyê yên civakî hîn jî hêvî hene ku careke din ev hest hişyar bibin.”

‘Bûyerên îroyîn herî zêde bandorê li hestan dikin

Narîn Temo di domandina nirxandinên xwe de behsa hîn bûyerên ku niha di rojevê de ne jî kir. Narîn anî ziman ku bûyer û geşedanên ku niha li Rojhilata Navîn diqewimin, nêrînên wê piştrast dikin û wiha pê de çû: “Komkujiyên ku li peravên Sûriyeyê û niha li Suweyda pêk tên mînaka vê yekê ne. Li aliyekî din rewşa Xezayê ku rojane zêdetirî 50 kes tên qetilkirin û her wiha bi dehan bûyer û rewşên cuda ku xwe didin der. Bi rastî jî ez gelekî bi van bûyeran bandor dibim. Dibe ku ev jî xwe bispêre xwezaya me ango pêvajoyên ku me weke jin û gelê Kurd jiyan kiriye. Yê min bi xwe hêza min a ku ez li nûçe, wêne û dîmenên ku li ser van mijran parve dibin binhêrim, tuneye. Mirov dikare vê jî wiha analîz bike, di baweriya min de mirov bi hestên xwe dibe însan. Tu caran hestên însanî nayên tunekirin, lê berzbûna wê jî li gor civakan û siyaseta pê re rû bi rû mane tê guhertin.”

‘Normalbûna bûyerên tundiyê perçeyek ji heman siyasetê ye’

Narîn Temo got ku bêhelwestiya li dijî tundiya li ser jin û zarokan perçeyek ji heman siyasetê ye. Narîn da zanîn ku jixwe hemû civak ketine bin bandora pergala kapîtalîst, lê mirov dikare bi hîn rêbazan bandora wê sivik bike û xwe jê rizgar bike. Bi nêrîna wê, gelekî rêxistinkirî, zana û têgihîştî dikare zindîbûnê di van hestên de ava bike, bibe xwedî helwest û bersiv. Narîn diyar kir ku di vir de mînaka herî şênber jî tundiya li ser jinan û zarokan e û wiha pê de çû: “Em dizanin ku di her deqeyekê de li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê jî jin û zarok rastî tundiyê tên û ev heta niha jî nehatiye rawestandin. Tevî ku hevpeyman û zagonên parastina mafê jin û zarokan jî hene jî, diyar e ku ev ne têrker in û nabin bersiv.”

 ‘Proje, têgihîştin û rêxistinbûn rêbazên xweparastin û zindîkirina hest û pîvanan e’

Dîroknas Narîn Temo rêxistinbûna civakê weke rêbazeke girîng yê xweparastina ji pergala kapîtalîst bilêv dike. Narîn Temo destnîşan kir ku li ser vê bingehê û bi taybetî ezmûna wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, careke din girîngiya xwerêxistinkirinê teqez dike. Narîn Temo wiha got: “Proje û baweriya ku mirov xwe li ser birêxistin bike û jiyan bike di vê qonaxa guhertin û veguhertinê de pir girîng e. Lewra jî bi vî şêwazî mirov dikare hest û pîvanên xwe yên yên mirovî, wîjdanî û ehlaqî bike meriyetê û zindî bike. Wiha pêkan e ku mirov bikaribe di roja îro de li ser lingên xwe bisekine û li dijî bûyer, binpêkirin, tundî, komkujî û zordariya ku li kîjan deverê rû bide, bibe xwedî helwest. Dîsa jî ez teqez dikim û wiha analîz dikim ku mirovahî û gelên me êdî westiyane. Raste ev hest di mirovahiyê de gelek lewaz bûne, lê dîsa jî ez dibêjim mirovahî westiyaye.”