Dîmenê heyî yê li Îranê: Qeyran, birçîbûn û xizanî

Li Îranê zêdebûna bihayê xurekê, rewşa malbatên ku jixwe ji aliyê aborî ve xirab bû anî asteke wisa ku tenê bi nan û birincê xwe têr bikin û birçî bimînin. Dane nîşan didin ku ev qeyran ne demkî ye, encama polîtîkayên pergalî û têkçûyî ye.

NASIM EHMEDÎ

Kirmaşan – Li Îranê qeyrana aborî, bi taybetî jî ji nişka zêdebûna bihayên xurekê, bû sedem ku gelek malbat nikaribin pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin. Li gorî daneyên navneteweyî yên herî dawî, Îran piştî Sûdana Başûr di cîhanê de di enflasyona xurekê de ketiye rêza duyemîn. Nîkaraguaya ku di rêza sêyemîn de ye, ruxmê vê jî li gorî Îranê di rewşek baştir de ye.

Li welatekî xwedî kapasîteya hilberînê gel bi birçîbûnê re rû bi rû ye

Ev rewş, ruxmê ku Îran welatekî xwedî erdên berhemdar, şert û mercên erdnîgarî yên guncaw e û xwedî kapasîteyek hilberînê ya bilind e jî derket holê. Lê belê, polîtîka û qanûnên serdest, rê li ber gihîştina domdar a mirovan ji bo xureka têr û bi tendurist digrin. Dane nîşan didin ku herî zêde birinc û nan li Îranê tên hilberandin ku ev bi serê xew têr nakin tenê hestek têrbûna derewîn diafirînin. Li Îranê mezaxtina genim û birincê ya ji bo her kesê bi rêza navîniya welatên pêşketî 3 û 6 qat e. Berevajî vê yekê, mezaxtina berhemên goşt û şîr, li gorî rêjeya navînî ya cîhanê ji sedî 60 û ji sedî 70 kêmtir e.

Qeyrana ku nayê dîtin

Xwendekara zanista xwarinê Şakîba K. ya li Kirmaşanê, qeyrana kêmxwariniyê ya li Îranê û bi taybetî jî li parêzgeha Kirmaşanê wiha tîne ziman: "Xizaniya aborî ya li Kirmaşanê, bû sedem ku gelek malbatên di bin xeta xizaniyê de dijîn xureka xwe ya rojane ji vebijarkên herî erzan dabîn bikin. Ev xurek tenê hesteke derewîn a têrbûnê didin, tu sûda wan ji bergala bedenê re tune ye. Mirov di gelek rewşan de, li şûna ku hewcedariyên bingehîn ên bedan xwe bi xurekên tendurist û cûrbecur dabîn bikin, berê xwe didin xurekên ku nirxê wan kêm e. Mînaka herî zelal a vê yekê jî ew e ku xwarina rojane ya gelek malbatan ji salçeya firîngî ya sorkirî û nan pêk tê. Ev şêwaza xwarinê ya di bin siya xizaniyê de, ji ber nebûna xurekên bingehîn dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên mezin.

Qelsbûna pergala bedenê, zêdebûna nexweşiyên şewbê û kronîk û kêmbûna kapasîteya bedenî û derûnî, hemû encamên vê yekê ne. Qeyrana birçîbûn û kêmxurekiyê ya li Kirmaşanê, dibe ku veşartî be; lê belê, pirsgirêkên civakî yên mîna bêkariya zêde, xizanî û tundî, vê parêzgehê veguherandine zemîneke berhemdar ji bo belavbûna xizaniya xurekê. Di bin van şert û mercan de, kêmbûna xurekê ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, qeyraneke civakî ye, gefê li tenduristiya nifşên pêşerojê dixwe.”

Xizanî tenduristiya mirov tune dike

Di salên dawî de zêdebûna enflasyonê û bi taybetî jî zêdebûna bihayên xurekê, bûye sedema rakirina tevahî ya gelek berhemên bingehîn ji sifreyên gelê Îranê. Gelek malbat, tenê dikarin salê çend caran goşt bixwin û berhemên şîr û çerez jî hema bibêje qet nayên xwarin.

Daneyên mirina ji birçîbûnê

Serokê Beşa Başkirina Xureka Civakê ya Wezareta Tenduristiyê Ehmed Îsmaîlzade, di daxuyaniya xwe ya Cotmeha 2025’an de, diyar kir ku salane li welat nêzî 400 hezar kes jiyana xwe ji dest didin û nêzî ji sedî 35’î wan bi xwarinê re girêdayî ye. Bi gotineke din, her sal li Îranê nêzî 140 hezar kes ji ber tunebûna xurekê, kêmbûna xurekê û birçîbûnê, jiyana xwe ji dest didin. Ev hejmarên berbiçav, nîşan didin ku qeyrana xurekê rasterast bandorê li rêjeyên mirinê dike.

Nakokiya vekirî: Alîkariya xurekê ya ji bo derve û birçîbûna li hundir

Di vê dema ku li Îranê ji ber birçîbûnê mirov dimrin de, di meha Gulana 2025’an de şêwirmendê taybet ê serokê Heyva Sor a Îranê Seîd Ohadî, di hevpeyvîneke bi televîzyona El-Alam de diyar kir ku Îranê ji bo Zîvala Xezayê 10 hezar ton alîkariya xurekê şandiye. Divê wateya vê hejmarê baştir bê fêmkirin: Li gorî daneyên kûrewî, mezaxtina xurekê ya salane ya mirovek di navbera 500 û hezar kîlogram de ye û li welatên xizan ev mîqdar dikeve bin 500 kîlograman. Ger mezaxtina salane ya Îraniyekî mîna nêzî  400 kîlogram bê hesibandin, alîkariya ku Îranê ji bo Xezayê şandiye ji bo dabînkirina xurekê ya salane ya 25 hezar kesan e. Ev berawirdkirin, bi awayekî zelal eşkere dike ku xizaniya xurekê li Îranê ne ji kêmbûna çavkaniyan, ji polîtîkayên têkçûyî yên hikûmetê çavkanî digre.

Taxên kenaran û bêparmayîna ji xurekê

Aktîvîsta sivîl Şehnaz Y. rewşa li taxên xizan ên li Kirmaşanê wiha tîne ziman: "Li gelek taxên xizan ên mîna Agacan, Çemen, Cefarabad, Kulîabad û Şatorabadê yên li Kirmaşanê, malbatê ku nikarin çar dan xwarinê bixwin dijîn. Piraniya van malbatan, têgeha danê xwarinê ya hevseng jî nizanin. Li şûna goşt û xwarinên baş, ji dikandaran berhemên mîna ling û serî dikirin. Di hinek rewşan de jî neçar dimînin xwarina xwe ya rojane ji bermahiyên ji çopê hatine berhevkirin dabîn bikin. Di nava vê xizaniyê de bedela herî giran zarok didin. Di dema herî hesas a mezinbûna xwe de, nikarin bigihîjin tu xwarinek bi tendurist û baş. Ev kêmasî bi awayekî cidî pergala wan a parastina bedenê qels dikin û ji bo nexweşiyên kronîk, enfeksiyon û parazîtan zemînek çêdikin.”

Zarok berdala tunebûna xurekê didin

Li gorî daneyên herî dawî yên Wezareta Tenduristiyê, li Îranê nêzî ji sedî 8’ê zarokên di bin 12 salî de, bi kêmbûna xurekê re rû bi rû ne. Li gorî rapora ku di sala 2022’an de ji aliyê ISNA’ê ve hatiye weşandin, li Îranê nifûsa zarokên di bin 12 salî de nêzî 18 milyon e û ji sedî 8’ê vê nifûsê ango bi qasî milyonek zarok ji xurekê bêpar dijîn. Ev hejmar bi qasî nifûsa bajarekî wekî Kirmaşanê ye. Hikûmetê li hemberê vê qeyrana giran, ragihand ku dê ji bo zarokên di bin temenê 5 salî de ku nîşaneyên kêmbûna xurekê nîşan didin, alîkariya milyonek Toman bike. Lê belê li gorî pisporan, ev mîqdar ji çareserkirina pirsgirêkê dûr e û bi tevahî sembolîk e.

Xwendekara zanista xwarinê Şakîba K. vê biryarê wiha dinirxîne: "Ev mîqdara hindik nikare enflasyona ku her diçe zêde dibe çareser bike. Ji bo ku zarokek bi awayekî bi tendurist mezin bibe hewceyê goşt, çerez, fêkî, berhemên şîr û çavkaniyên curbecur ên proteîn û vîtamînan e. Lê belê, bi bihayên heyî re ev alîkarî tenê ji bo kirîna perçeyek penîr û mîqdarek biçûk a fêkiyan têr dike. Ev hewldan, veşartina rastiyê ye.”

Îran dizane nifşekî ku bi birçîbûnê mezin dibe qelstir û bindesttir e

Qeyrana birçîbûn û xurekê ne pirsgirêkeke ku bi biryarên demkurt û budçeyên biçûk bê çareserkirin e. Ev qeyran, di warên hilberîn, belavkirin û piştgiriya civakî de hewceyê polîtîkayên demdirêj û domdar e. Lê belê Komara Îslamî, bi zanebûn vê berpirsyariyê red dike. Ji ber ku ew jî dizane nifşekî ku bi birçîbûnê mezin dibe dê qelstir û bindesttir be. Komar, bi têgihiştina ku “kî nan bide, dê ew ferman bide” bi awayekî pergalî xizaniyê ji nû ve dihilberîne. Ev xizaniya pergalê berhemeke rasterast a Komara Îslamî ye. Rejîmek wisa ye ku heta perçeyek nan jî ji bo gelek kesan veguherandiye xeyaleke pêknehatî.

Xizaniya xurekê bû bingeha madî ya xwepêşandanên dawî

Di hefteyên dawî de xwepêşandanên li kolanan ên di 28’ê Kanûnê de li bajarên cuda yên Îranê hatin destpêkirin, nîşan didin ku birçîbûn û xizanî êdî ne pirsgirêkeke civakî ya bêdeng e, veguheriye hêzeke siyasî ya teqîner. Rakirina nan, goşt û pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê ji ser sifreyên mirovan, îro bûye sedema kombûnek hêrsê û gel bi dirûşm û xwepêşandanan derdikeve kolanan. Tiştên ku îro tên jiyîn, ne encama zêdebûna bihayê pêdiviyan ê ji nişkave yan jî biryarek e; encama xwezayî ya polîtîkayên ku bi salane jiyana bi milyonan kesan aniye rewşeke wisa ku nayê netehemulkirin. Di vê wateyê de xwepêşandanên dawî berdewamiya heman qeyrana ku di daneyên kêmbûna xurekê, mirina ji birçîbûnê û xizaniya xurekê ya ku zarok pê re rû bi dimînin e û berpirsiyarê sereke yê vê qeyranê Komara Îslamî bi xwe ye.