‘Dîlgirtina Serokatî dîlgirtina azadiya gelan e’
Di 27’emîn salvegera Komploya 15 Sibatê de Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hesen diyar ku komplo hê jî di dewrê de ye û got: “Kes nikare Roja me tarî bike.”
Şengal- Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî dîl hat girtin. Her çi qas bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel ev komplo negihîşt armanca xwe jî hê komploger di armancên xwe de bi îsrar in. Der heqê armanca komplogeran, êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û gefên li ser Şengalê de; endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hesen ji ajansa me re axivî.
‘Bi fikrên xwe tovê azadiyê çand’
Di destpêka axaftina xwe de Riham Hesen komploya ku ji aliyê hêzên desthilatdaran hate meşandin bi tundî şermazer kir û wiha got: “Di ser komployê re 27 sal derbas bû. Em wekî civaka Êzidî vê rojê weke rojek reş bi nav dikin. Dîlgirtina Serokatî ne dîlgirtina şexsekî bû. Ji bo pêşîgirtina azadiya gelan û mafên Kurdan bû. Serokatî li dijî desthilatdariya bi hezaran salan e li ser gelan dihat meşandin derket. Her kes vê rastiyê dizanibû lê li hemberî vê zordariyê çav, guh û devê wan girtîbû nikaribûn vê rastiyê bînin ziman. Serokatî vî tiştî qebûl nekir û bû dengê vê rastiyê, neheqiya heyî qebûl nekir. Bi fikrê xwe tovê azadiyê çand. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar Serokatî ji bo xwe weke xeteriyek mezin dît û di 9’ê Cotmeha 1998’an de komployek li ser Serokatî plan kirin. Bi vî awayî Serokatî 15 Sibatê dîl hate girtin. Bi dîlgirtina Serokatî xwestin Serokatî û gel ji hev dûr bixin, PKK’ê tune bikin lê planên wan pêk nehat. Berovajî wê sedan kes bi dirûşma ‘kes nikare roja me tarî bike’ çalakiyên fedaî pêk anîn û şehîd ketin. Her wiha gel jî bêtir li derdora Serokatî kom bûn û xwedî fikr û felsefeya Serokatî derketin. Ev 27 sal e Serokatî li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Ruxmî wê jî Serokatî dest ji berxwedaniya xwe berneda. Di nav çar diwaran de tiştên ku bi milyonan kes nikare bike, kir. Di wan şert û mercan de bi fikrê xwe, bi paraznameyên xwe ji hemû gelan re bû ronahî, taybetî jî ji gelên bindest re. Roja me ya îro tenê ne Kurd, hemû gelên bindest paradîgmaya Serokatî ji xwe re esas digrin û li ser vî esasî jî xwe rêxistin dikin û xwe diparêz in.”
‘Serokatî hevalê jinê yê heqîqî ye’
Di berdewamiya axaftina xwe de Riham Hesen da diyarkirin ku jinan bi saya fikrê Serokatî jin çerşefên reş ên ku hatibûn pêçandin qetand û wiha got: “Zilm û zordariya bi hezaran sala ne li ser jinê tê meşandin tê zanîn. Ji bo jin xwe bike hêz û li her qadê jiyanê cihê xwe bigre, herî zêde jin xwedî li paradîgma Serokatî derket. Di dîrokê de yekemîn Serokatî ewqas xwedî li meseleya jinê derket û bû hevalê jinê yê heqîqî. Bi saya fikr û felsefeya Serokatî jin îro dikare ji tarîtiyê ber bi ronahiyê bibezin. Di demek wisa ku jiyanê ji jinê re kiribûn zîndan, îro roj jin dikare bi eşq li jiyanê binêr e û li hemû qadê jiyanê de pêşengtiyê bike. Paradîgmaya Serokatî li Rojava zindî bû bû. Bi riya pêk anîna paradîgmaya Serokatî li Rojava şoreş çê bû û ev şoreş li cihanê deng veda, ji bo gelan bû mînak. Ji ber vê jî bi awayekî dervî ehlaq êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin. Şerekî li dijî destkeftinên jinan bû. Bi hişmendiya DAIŞ’ê êrîşî jinan kirin. Di êrîşên Rojava de kîn û nefreta wan a hemberî jinan bêtir diyar bû. Bi heman awayî êrîşên wan ên Şengalê de jî ev tişt diyar bû. Heman awayî êrîşên wan berdewam dikin. Bi taybetî cihê ku fikr û felsefeya Serokatî lê serwer e, êrîş dikin. Ji ber vê jî em dibêjin herî zêde pêwist e jin li fikr û felsefeya Serokatî xwedî derbikevin, bêtir Serokatî bixwînin da ku fam bikin û pêk bînin. Ji ber xwedîderketina Serokatî, xwedîderketina li mirovahiyê ye, xwedîderketina li azadî û demokrasiyê ye.”
‘Bi saya paradîgmaya Serokatî li Rojava gelan nefesek rehet dan’
Riham Hesen di axaftina xwe de balkişand armanca êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Serokatî êrîşên li ser Rojava weke komploya duyemîn a navneteweyî bi nav kir. Vê komploya ku bi pêşengiya DYE, Îsraîl û Tirkiyeyê pêşxistin, xwestin careke din bi awayekî cuda Peymana Lozanê bi cih bînin. Dixwazin li Rojava, Iraq û li hemû heremê serweriya xwe bi pêş bixin. Çima Serokatî vê êrîşê wekî komploya duyemîn bi nav kir; ji ber ku naxwazin tu gel bi îradeya xwe bijî. Naxwazin tu gel, civak xwe bi xwe bi rêve bibin, xwe bi rêxistin bikin da ku ji bo wan koletiyê bikin. Paradîgmaya Serokatî li dijî vê ye, Serokatî dibêje; ‘em jî xwedî maf in, em dikarin xwe bi xwe rê ve bibin.’ Serokatî kedek mezin li Rojavayê Kurdistanê da. Bi saya paradîgmaya Serokatî li Rojavayê Kurdistanê şoreşek çêbû, bi xêra wê gelan nefesek rehet dan, dikaribûn xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Di bin siwana Rêveberiya Xweser de hemû gelan cihê xwe girt; Êzidî, Mesîhî, Suryan û Ereban cihê xwe girtin û wisa biratiya gelan hat avakirin. Bi saya vê hemû gel û bawerî hatin gel hev û bi hev re dikaribûn bijîn. Yekemîn armanca van êrîşan projeya biratiya gelan bû. Ji ber vê Serokatî ev êrîş weke komploya duyemîn pênase kir.”
‘Bi hinceta li Şengalê hêzên PKK’ê hene dixwazin êrîş bikin’
Di dawiya axaftina xwe de Riham Hesen anî ziman ku armanca gefên Tirkiyê yên li Şengalê paradîgmaya Serokatî ye û wiha got: “Van rojên ku em salvegera Komploya 15’ê Sibatê pêşwazî dikin careke din dewleta Tirk Şengalê tehdît dike. Ev tiştekî nû nîn e, her dem dijberiya xwe ya Şengalê tîne ziman. A rast mijar tenê Şengal nîn e, dixwazin tiştên li Sûriyeyê pêk anîn li vir jî pêk bînin. Bi hinceta li Şengalê hêzên PKK’ê hene dixwazin êrîş bikin. Lê belê her kes jî dizanê hedefa wan îradeya gelê Şengalê ye. Rast e bi saya hêzên PKK’ê li Şengalê DAIŞ hate şikandin. Li tu derê de kesekî nikarî bû pêşiya DAIŞ’ê bigre lê bi derfetên herî bi çûk li vir DAIŞ hate şikandin. Anha jî bi saya fikr û felsefeya Serokatî gelên li vir dikarin xwedî li nasnameya xwe, axa xwe derbikevin, xwe biparêzin û xwe bi xwe rê ve bibin. Ev 11 sal derbas bû, em bi vî awayî dikaribûn navê Êzdatiyê jî biparêzin. Îro roj em bi serbilindî dikarin bibêjin em li ser axa xwe, xwedî nasname ne, xwedî zimanê xwe ne, xwedî hêzên xwe yên leşkerî ne. Ev jî bi saya fikr û felsefeya Serokatî ye. Armanca tehdîtkirina wan diyar e; çawa ku li Rojavayê Kurdistanê îradeya gel hedef girtin, heman tiştî dixwazin li vir jî bikin. Armanca hedefgirtina wan; paradîgmaya Serokatî ye, dixwazin li vir fikrên Serokatî ji holê rabikin. Em wekî gelên Şengalê dibêjin, tu hêz nikare me û Serokatî ji hev qut bike. Ji ber ku fikrên Serokatî li pêşiya me ronahî ye, em tucarî nahêlin ew ronahî vemire. Hêzên desthilatdar jî nikarin roja me tarî bikin.”