Dîlan Osman: Em ê bi têkoşînê Sûriyeya demokratîk ava bikin

Rojnamevan Dîlan Osman li ser peymana 29’ê Çileyê di navbera hikûmeta demkî û QSD’ê de çêbû axivî û got: “Eger ev peyman rast neyê pêkanîn wê xeterên mezin li ser destkeftiyên Şoreşa Rojava çêbibin.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Piştî êrîşên dawî yên li ser Rojavayê Kurdistanê, 29`ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî ya Şamê de peymanek hat îmzekirin. Li gorî bendên peymanê QSD weke 4 tûgayan wê cihê xwe di nava artêşa Sûriyeyê de bigre. Her wiha saziyên Rêveberiya Xweser li gorî bendên hevpeymanê dest bi pêvajoya entegrasyonê kirin.

Em li ser pêvajoya piştî peymanê li Rojavayê Kurdistanê, astengî û aloziyên heyî, gelê Rojava vê pêvajoyê çawa digre dest û dinirxîne û gelek xalên din bi rojnamevan Dîlan Osman re axivîn.

Dîlan Osman li ser rewşa Sûriyeyê wiha got: “Aloziya siyasî li Sûriyeyê berdewam dike. Daxwazên gel ew in ku  xwedî îrdeyeke siyasî be, bi xwe civaka xwe birêve bibe. Di heman demê de jinên li Sûriyeyê dixwazin rola wan di siyaset û destûra Sûriyeyê de hebe. Her wiha li aliyekî din jî hikumeta demkî civakan ji hev cuda dike û bi taybet jinan ji siyasetê û cihên biryardayînê dûr dixe. Ev yek hemû pirsgirêkan zêde dikin.” 

‘Niha ji bo Sûriyeyê projeyeke siyasî tê nîqaşkirin’

Dîlan Osman diyar kir ku niha projeyeke siyasî ji bo Sûriyeyê tê nîqaşkirin û wiha domand: “Gelek dewletên derdorê dixwazin projeyên xwe li ser Sûriyeyê ferz bikin. Ji ber ku projeyeke nû ji bo Rojhilata Navîn tê destpêkirin û Sûriye jî tê de cih digre. Gelek pirsgirêk di warên siyasî de hene ew jî bandorê dikin. Niha projeyeke siyasî ji bo Sûriyeyê tê nîqaşkirin ger nêrîna civak û jinan ji bo pêşeroja siyasî ya Sûriyeyê tunebe her û her wê aloziya siyasî berdewam bike.” 

‘Li Suriyeyê pirsgirêka mafan heye’

Dîlan Osman bal kişand ser aloziyên ku herî zêde li Sûriyeyê tên jiyîn û wiha berdewam kir: “Li Sûriyeyê pirsgirêka mafan heye. Ji ber ku piştî rejîma Baasê hat hilweşandin, gelek pirsgirêkên binpêkirinan li Sûriyeyê derketin. Di heman demê de, girtin, revandin, tecawiz û kuştina jinan li Sûriyeyê zêde bûne. Pêwîst bû piştî hilweşîna rejîma Baasê bi dehan cihên aramî û aştiyê ji jinan re bihatana dîtin û aloziya Sûriyeyê bihata çareserkirin lê aloziya Sûriyeyê berdewam dike û her diçe kûrtir dibe. Di aliyê civakî de pirsgirêka maf, azadî û demokrasiyê nehatiye çareserkirin. Bertek li hemberî neqebûlkirina hikumeta demkî hene ji ber ku jinan qebûl nake.”

‘Divê saziyên gel ên bi şoreşê re hatine avakirin werin parastin’

Dîlan Osman têkildarî peymanê û tiştên ku pê re diqewimîne wiha domand: “Li ser bingeha peymana 29’ê Çileyê li herêmê pêşketinên siyasî, leşkerî û hiqûqî tên meşandin. Pêwîst e jin cihê xwe di nava vê de bigrin. Divê diyar bibe ku bi çi awayî dê îradeya xwe pêk bînin. Saziyên gel hene, ev sazî divê mafên wan werin parastin û bi awayekî hiqûqî werin destgirtin. Gelek hewldan ji aliyê QSD`ê ve hene lê rastî gelek zehmetiyan tên. Ji ber ku hikumeta demkî dixwaze aloziyan derxe. Bêguman îradeya gel di vê pêvajoyê de bi ser dikeve, di heman demê de jin li herêmê xwedî bertek in, ji ber ku bi salan di bin sîwana şoreşa jinan jiyan domiyaye, vê şoreşê gelek berhem li pey xwe hiştine û jin di vê şoreşê de bûn xwedî gelek destkeftiyan.” 

'Di hikûmeta demkî de jin di warê beşdarbûna siyasî de rastî astengiyan tên'

Dîlan Osman da zanîn ku hikumeta demkî jinan di warê siyasî de qebûl nake, destnîşan kir ku jinên Rojava xwedî zanîn û têgihîştî ne, îradeya jinan li hemû qadan îsbat bûye û wiha got: “Di warê leşkerî de gelê herêmê piştgirî da YPJ’ê di heman demê de saziyên jinan hene, xwedî sîstemên civakî ne. Eger ev peyman rast neyê pêkanîn wê xeterên mezin li ser destkeftiyên şoreşa jinan hebin. Gelek jin di warê beşdariya siyasî de nayên qebûlkirin lê jinên Rojava xwedî zanîn in û têgihîştî ne, îradeya jinan li hemû qadan şênber bûye. Wê jin bikaribin di vê peymanê de destkeftiyên xwe biparêzin. Gelek kampanya ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re hatin lidarxistin û ji bo zimanê dayîkê çalakiyên jinan hebûn. Ev hemû parastina destkeftiyan in. Em pergaleke demokratîk dixwazin. Pêwîst e bi têkoşîna bi dehan salan, destkeftî û pergalên hatine avakirin werin  parastin.” 

‘Divê ku Sûriye bi hemû rengên xwe were avakirin’

Dîlan Osman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîst e em asta têkoşîna xwe bilindtir bikin, bêdeng nemînin li hemberî sîstemên ku li ser me tên ferzkirin. Ji bo peşerojeke aram û azad ji gelê Sûriyeyê re were misogerkirin, pêwîst e wekî netew û jin xwedî heman nêrîn bin, di sîstema welatê xwe de xwedî rol bin û bêdeng nemînin li hemberî hemû sîstemên ku li ser me tên ferzkirin. Pêwîst e em zêdetir têbikoşin û xwedî bertek bin. Divê em li ser maseyek bicivin û li ser Sûriyeyê, nîqaş bikin, ji hev bipirsin em Sûriyeya çawa dixwazin. Di van çar salên rêveberiya demkî de, em ê pêşeroja nifşên nû diyar bikin. Bi têkoşîna xwe em ê Sûriyeya ku ji cîhanê re bibe mînak ava bikin.”