Dîba Keskîn: Herdu aliyên şer jî zalim in

Ji Sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskîn, li ser şerê li Rojhilata Navîn nirxandin kir û diyar kir ku herdu aliyên şer dikin zalim in bal kişand ku aliyên di şer de bi ser bikevin dê gelên di navbera xwe de yekîtiyê ava kirine bin.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Şerê di navbera Emerîka, Îsraîl û Îranê de mehek e didome. Di şer de her roja diçe hejmara sivîlên ku tên kuştin zêde dibe û dewleta Îranê ji aliyekî ve jî Kurdan hedef digre. Şerê ku hema bibêje li her derê Rojhilata Navîn didome, bandora xwe li ser Tirkiye û Kurdistanê jî dike.

‘Aliyên di şer de bi ser bikevin dê gelên ku yekîtiya xwe ava kirine bin’ 

Şerê li Rojhilata Navîn ku bi êrîşên Îsraîl û DYE’yê yên li ser Îranê gurtir bû; bi hedefgirtina saziyên nuklere ên li Îranê gihîşt merheleyek din. Êrîşên hewayî yên li dijî hev didomin. Hevdîtinên ku ji bo muzakereyek muhtemel di navbera DYE û Îranê de çêbibin di rojevê de ne lê hê tu encam tune ye.

Ji Sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskîn bal kişand ser şer, bi gotinên; “Herdu alî jî zalim in” diyar kir ku herdu aliyên şer li gorî rêgez û pîvanên şer tevnagerin û wiha got: “Di pişterdeya şer de Rûsya, Çîn û Tirkiye jî di nav de gelek dewlet hene. Daxuyaniyeke 12 dewletên ku Îranê rexne dikirin hebû lê qet behsa DYE’yê nekirin. Ev nîşan dide ku van dewletan destekê didin şer lê qet behsa aliyê din ê şer DYE û Îsraîlê nekirin.”

Dîba Keskîn got ku hemû şer bandorên xirab bi xwe re tînin, bal kişand ku di vî şerî de Kurd tên hedefgitin û wiha berdewam kir: “Kurd di nava vî şerî de mane. Di encama êrîşên Îranê de 6 pêşmerge hatin kuştin. Di her şert û merci de êrîşê Kurdan dikin. Ev şer Kurdan ji nêz ve têkildar dike. Di êrîşên li ser Rojava de bi sedan Kurd hatin kuştin, surgunkirin. Li vê derê ruhê yekîtiya neteweyî derket holê û Kurdan tifaqa xwe çêkir. Bi berdewamkirina vê tifaqê li Rojhilat em dikarin bêyî birîndar bibin ji vî şerê derbikevin. Ên di vî şerî de bi ser bikevin dê gelên ku yekîtiya xwe ava kirine bin. Kurd bi avakirina yekîtiyê dikarin ji êrîşan re bibin bersiv lewre me li Rojava beriya çendek vê yekê dît.”

‘Em di pêvajoya şerê aliyên ku zirarê didin gelan de dijîn’

Dîba Keskîn diyar kir ku Kurd ji dîrokê ve heta niha di navenda şer de ne û wiha berdewam kir: “Kurd di vî şerî de dikarin bibin dîwar û pêşengî ji gelên Rojhilata Navîn re bikin. Gelên Rojhilata Navîn jî şer naxwazin. Hêzên DYE’yê tên van axan û gelan dikujin. Jixwe rejîma Îranê gelên xwe dikuje bi salan e. Divê ku gel û bawerî bi yekîtiya xwe, li dijî pergalên qirker û kapîtalîst seknek raber bikin. Ji mehek zêdetir e DYE êrîşê Îranê dike, xuyaye ku dê ev şer pir bidome. Ger îro şer raweste dê Îran derbikeve meydayê serkeftina xwe îlan bike û careke din li gelên xwe zulmê bike. Divê ev alî jî were dîtin. Tevî şerê ku didome jî Îran kuştina ciwanên Kurd didomîne. Divê ev rastî were dîtin. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku ên zirarê didin gelan bi hev re şer dikin. Herdu alî jî zirarê didin gelan.”

Dîba Keskîn, serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya ku bi kuştina Jîna Emînî destpê kir bi bîr xist û wiha got: “Çalakgerên ku derketin kolanan daxwaza guherînê kirin. Rejîm neguherî. Her kes dizane ku ev rejîm zulmê li gelên xwe dike. Divê ku şoreşa zihnî çêbibe. Hemû cîhan ji rejîma Îranê aciz e lê gelek welat di çarçoveya berjewendiyên xwe de nêz dibin. Em naxwazin mirov werin kuştin, dixwazin daxwazên azadî û demokrasiyê yên gelan werin pejirandin û ev yek jî tenê bi pêşengiya jinan dê çêbibe.”

‘Kurd ji bo azadiya hemû gelan têdikoşin’

Dîba Keskîn got ku Kurd li Rojhilata Navîn ji bo xwe û gelên din têdikoşin û wiha domand: “Weke gelê Kurd em vê nêzikahiya desthilatdariyê hem ji bo xwe hem jî gelên din napejirînin. Em ê nabin amûrên zulm, zordarî û desthilatdariyê”

Dîba Keskîn bal kişand ku Kurd bi esasgirtina mirovahiyê dixwazin li vê cîhanê bihuştek ava bikin û ji bo vê yekê têdikoşin. Dîba Keskîn diyar kir ku divê Kurd li çar aliyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û gelek derên cîhanê yekîtiya neteweyî ava bikin, bal kişand ku yekîtiya Kurdan bi qasî nan û avê pêwist e.

Diba Keskîn got ku daxwaza Kurdan avakirina yekîtiya neteweyî ye û wiha bi dawî kir: “Welatê me li Rojhilata Navîn kirin çar perçe, me 100 salan wiha derbas kir. Em hêvî dikin ku 100 salên li pêş em bi yekîtiya xwe û jiyana bi rûmet derbas bikin.”