Dîba Keskîn: Bi îslama siyasî Rojhilata Navîn kirin qada şer

Ji Sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiyê, Dîba Keskîn li ser êrîşên li Helebê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hêzên eperyalîst bi projeyên demdirêj, bi bikaranîna îslama siyasî ku bûye amûra siyasetê şerê xwe li dijî civakên Rojhilata Navîn didomînin.

DÎLAN AYDIN

Amed – Bi êrîşên ku li Helebê li ser taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin destpêkirin re careke din rûyê tarî yê hêzên cîhanê xuya bû. Li ber çavên cîhanê, 45 hezar çeteyên ku ji her aliyê cîhanê hatine komkirin, bi xwîna Kurdan hatine fînansekirin, bi tang, topavêj û balafirên dewleta Tirk êrîşê du taxên biçûk kirin û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin, birîndar bûn û tê gotin ku bi sedan kes jî hatine revandin. Li taxên ku di dorpêçê de ne kes nizane çi diqewime û der barê mirovên li wan taxan de tu agahiyek tune ye.

Têkildarî van êrîş û komkujiyên li Helebê ji Sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiyê Dîba Keskîn axivî. Dîba Keskîn di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hema bibêje hemû dewletên li Rojhilata Navîn, misilman in lê îslamê bi rengê xwe dijîn ne bi rengê wê ango cewherê wê. Dîba Keskîn her wiha bertek nîşanî bêrêziya meleyê bi navê Mezher Xûrasanî li dijî şervanên jin da û got:

 “Divê ku kesên bawermend vê yekê baş bizanibin. Ew îslama ku bi navê Xweda bi pêxemberiya Hz. Muhemmed bi keda eshabên weke Bîlalê Hebeş, Ebûzerê Xefarî 1450 sal berê, bi pêşengên weke Hz. Elî, Hz. Xetîce û Ummu Seleme ku ji bo wê têkoşiyan ked dan û di riya wê de canê xwe feda kirin, îro li vê cîhanê tune ye. Gere her bawermend vê yekê bizanibe. Çawa tune ye? Bi sedan salan Quran xistin nava pêçekî parastin, tenê bi dîwar ve daliqandin, îslamê jî wisa ji nava jiyana civakê rakirin. Loma civak nizane îslam çi ye. Tenê dibêje Xweda, pêxember, limêj rojî. Haya civakê ji heq, hiqûq dad, dadwerî, mirovahî, qencî, xirabî, hebûn, tunebûn, hiş, çav, bi tu awayê wê îslamê nas nakin.”

Dîba Keskîn da zanîn ku di her dewletê de li dijî tiştên ku li ser navê îslamê tên kirin kes nikare dengê xwe derxe, kesên bawermend in ji dûr ve dinihêrin û wiha domand: “Lewre yên ku dikujin dibêjin Allahu Ekber, ên li vê yekê temaşe dikin dibêjin ‘ya reb tu min biparêzî.’ Loma divê em bipirsin ‘kîjan îslam? Îslama ku hûn dipirsin mixabin îro di tu dewletên Rojhilata Navîn de tune ye. Li Rojhilata Navîn îro îslama desthilatdariyan heye, ya kesên serdest heye. Îslama pêxember tune ye îro.”

‘Ew çeka di destên desthilatdaran de ola îslamê bû ev yek piştî sedsala 11’an hat guherandin’

Dîba keskîn li ser pirsa me ya “Îslama rastîn piştî mudaxeleyên hêzên hegemon ku xwe weke  şaristaniya navendî dîtin û ketin Rojhilata Navîn wiha bû yan beriya wê ev pirsgirêk hebûn” wiha got: “Beriya wê jî pirsgirêk hebû mixabin. Beriya çend rojan civînek hebû, dayîkek rabû vê ji me pirsî got ‘ol, bawermendî û civak çima li hev nayên, ev îslam çi ye?’ Mînakek ji Hz. Omer hat bîra min. Sehabeyek tê ji Hz. Omer dipirse dibêje ‘ya Omer, em zarokên xwe çawa perwerde bikin?’ Hz. Omer jê re dibeje ‘wan hînê avjeniyê bikin, hînî tîravêtinê, siwariya hespê, zimanê xweş fêhm û ferasetê bikin.’ Di vir de em çi dibînin? Rê û rêbazên jiyanê em dibînin. Ji bo ku kes bikaribe di jiyana xwe ya rojane de xwe biparêze û di heman demê de xwedî fikir, aqil, fêhm û feraset be, bikaribe biaxive, jiyana xwe, siyaseta xwe, baweriya xwe bijî. Ev rewş kengê diguhere? Ji dema Hz. Elî, Hz. Osman, heta Emewiyan domiyaye lê bi serdema Ebasiyan, Harûnê Reşîd gotiye ‘hûn ê pêşiyê Xweda, pêxember û xwendina Quranê hînî zarokên xwe bikin.’ Tînim ser çi? Heger xwendina Quranê, Xweda pêxember, di jiyana mirovahiyê de hebûna, mirov bi awayê mutewazî, qencî û wekhev bûna. Ev yek dema ku bi xwezayî di jiyana mirov de bûya desthilatdarî çênedibû. Dema ku desthilatdarî çêbû pêdiviya wan bi çekekî ku ji jor ve hatiye, kesek newêre destê xwe bavêje, tiştek bibêje pêwist bû. Ew çeka di destên desthilatdaran de ola îslamê bû. Ev yek piştî sedsala 11’an hat guherandin, mirov ji xwezaya xwe hatin dûrxistin û zarokên çar pênc salî tenê hînî xwendina Quranê kirin, wan ji xweza û civakê dûr xistin. Jixwe jê wê şûnve çîn çêbûn û ol bû çek di destên desthilatdaran de hê jî em bi wê çekê tên kuştin.”

‘Tiştên ku muşrikan di dema îslamê de li dijî misilmanan dikirin niha li dijî Kurdan tên kirin’

Dîba Keskîn li ser şerên ku li Yemen, Sûdan, Efganistan, Xezayê û bi taybetî li Kurdistanê, li Sûriyeyê li dijî destekeftiyên Kurdan ku 14 sal in bi wan koman hewl didin wan destkeftiyan têk bibin axaftina xwe wiha domand: “Fîlmeke çagri hebû Antonio Cuing tê de dilîst. Dema ku Hz. Hemze şehîd ket, hevjîna Ebu Sufyan Hind hat qefesa singê wî qelişand û dilê wî derxist perçeyek jê xwar. Hema bibêje hemû kesên cîhanê zêdetirî wan misilmanan bertek nîşan dan gotin ev li dijî mirovahiyê ye. Em dibînin îro li Rojhilata Navîn heman tişt tên kirin. Çima tên kirin? Ji bo ku te, civaka te û mirovan bitirsîne. Aciziya xwe, bêhentengiya xwe, rika xwe wisa îfade dike û hewl dide bêje min we xilas kir. Sed mixabin di dema şerê îslamê de digotin mişrikan wisa kirine lê îro misilman wisa dikin. Tiştên ku mişrikan 1450 sal berê kirin, îro li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan kesên misliman jî heman tiştan kirin. Serê wan bi şaşik e, rihê wan dirêj e, li ser zimanê wan allahu ekber heye lê belê ne hiş, ne dil, ne jî fêhm û feraseta ku ji mirovahiyê, ji qenciyê, yan jî ji baweriya îslamê para xwe hildaye tune ye. Naxwazin Kurd bibin xwedî maf, xwedî rûmeta xwe û bi dilê xwe yê xweş li Rojhilata Navîn bijîn. Îro bi ola îslamê li Kurdan didin û zirareke mezin didin baweriya gelek kesan sibê jî bi tiştek din dê bikin. Hovîtiya li dijî şeranan jî peyamek bû xwestin bibêjin ‘me deh sal berê li Kobanê çi kir, em ê dîsa wisa bikin, em neguherîne, em ê tundiya xwe bidomînin.’ Peyama wan ji me re ev bû.”

‘Kesên weke melayê ku gotiye ‘jin çima şer dikin cihê wan mal e’ berdevkiya wan koman dikin’

Li ser melayê bi navê Mezher Xoresanî ku gotibû; ‘jin çima şer dikin, cihê wan tenê mal e’ Dîba Keskîn ev nirxandin kir: “Kesên wisa di nava civaka me de hene. Serê wan bi şaşik e, di destê wan de tizbî heye, navê Xweda li ser devê wan e. Mixabin bawermendên wiha jî hene û ev yek hêzê didin wan komên êrîşkar.”

‘Rojhilata Navîn qada şerê wan e şerê xwe yê desthilatdariyê li welatên me û di malên me de dikin’

 Li ser pirsa “hêzên li pişt wan koman kî ne û armanca wan çi ye?” vê bersivê da: “Dewletên emperyalîst ên cîhanê ne û dê Rojhilata Navîn parçe bikin. Rojhilata Navîn qada şerê wan e şerê xwe yê desthilatdariyê di malên me de dikin, di malên xwe de nakin. Di mala wan de be ew ê pe aciz bibin, dengê qîrînê biçe civaka wan, dengê girînê, bêhna bombe, barût û mirinê bikeve malên wan dê qiyameta wan rabe. Leşkerekî Emerîkî bimre qiyamet dê rabe yan jî yê Îsraîlî bimre qiyametê radikin. Lê bi hezaran ciwanên me, dayîkên me dimrin, malên me wêran dibin, talan dibin ne xem e.

Rojhilata Navîn qada şerên hêzên emperyalîst e. Şerê xwe li welatê me û di malên me de dikin. Ev şerê wan e ne şerê me ye. Em li welatê xwe ne, di malên xwe de ne hatin bombeyan bi ser me de dibarînin.

Bi projeya ‘Xeta Kesk’ dest direjî bîr û baweriyên Rojhilata Navîn kirin’

Me baweriya xwe dijiya, wan hatin îslama siyasî xistin nava baweriyê. Em bi baweriya xwe ya asayî, îbadetê xwe, duayên xwe dijiyan, tu ferqa xirîstiyan, cuhû, şiî û baweriyên din ji bo me tunebû. Em hemû jî evdên Xweda bûn, me xwe wisa didît, çi ji xwe re heq didît ji wan re jî wê didît. Jiyan, nan û ava ku me ji xwe re heq didît me ji hev re jî wisa didît. Jixwe pergalek bi vî rengî şer dernaxe. Loma bi reng û rêbazên cuda aloziyan derdixin. Ger şer dernekeve, alozî dernekeve ew hêz dê çawa bigihîjin armanc û daxwazên xwe? Ji ber wê di Rojhilata Navîn de ji ber ku tişta herî hesas bawermendî ye; li ser baweriyê, bi riya olê şer bi me re dikin. Ez dixwazim herî dawî vê bibêjim; wextek Xeta Kesk (Yeşil Kuşak) hebû, mirov dikare lêkolîn bike projeyên Emerîka, Rûsya û emperyalîstan çi ne bixwîne û bibîne ka îslama siyasî bi çi rê û rêbazan ketiye nava axa Rojhilata Navîn. Bi xwendina wê dê mirov bibîne ku mesele îro nîn e. Hêzên emperyalîst bi plan û projeyên dûr û dirêj her carê bi awayekî, bi bikaranîna hinek koman hebûna xwe didomînin. Tişteke din jî heye; li hemû cîhanê niha hêzên rastgir li ser kar in, bi wan hêzan re jî pergal tune ye, dema hêzên çepgir hebûn, civak, mirovahî bawerî û mirovahî hebû her çendî berjewendiyên xwe bifikiriyana jî bi rê û rêbazên nazik vê yekê dikirin. Lê niha hêzên ku cîhanê bi rêve dibin her tişt bi eşkere dikin, armanca wan tenê berjewendî ye bi şûr û mertalên xwe ketine axa Kurdan îro.”