Dîana Montsen: Konfederalîzma jinan bala me hemûyan dikşîne
Enternasyonala Katalan Dîana Montsen, destnîşan kir ku têkoşîna jinan a enternasyonal, girîngiya avakirina jiyana hevpar a jinan û konfederalîzma jinan pir balê dikşîne û got: “Bi saya jinên Kurd me dît ku şoreş ne xeyalek e."
DÎREN ENGÎZEK
Navenda Nûçeyan- Li seranserê cîhanê jin xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê amade dikin. Di pêvajoyek ku ji ber feraseta serwer a mêr zext, tundî û qetlîamên li dijî jinan zêde dibin de, jin zêdetir pêwîstî bi têkoşînek hevpar dibînin. Çawaniya têkoşîna jinan a enternasyonal û şoreşa jinan, ji aliyê hemû jin û rêxistinan ve tê nîqaşkirin.
Enternasyonalîsta Katalan Dîana Montsen, têkoşîna jinan a enternasyonal, pirsgirêkên ku jinan di sala dawî de di nava pergala desthilatdar de jiyane û têkoşîna rêxistinbûna wan nirxand.
Dîana Montsen, bal kişand ku dema ji 8'ê Adara sala borî vir ve li geşedanên cîhanê tê temaşekirin, tê dîtin ku ji bo jinan jiyan pir zêdetir zehmetir bûye û wiha got: “Li dewletên Ewropayê partiyên rastgir hatin ser desthilatdariyê. Ev rewş ji bo jinan qet baş nebû. Feraseta paşverû-kevneşop zêdetir bi pêş ket. Em dikarin bibêjin di warê jinên cîhanê de di mafên mirov û jinan de rewşek paşketinê heye. Lewma sala borî jinan ji bo van partiyan gelek xebat meşandin û ji bo guhertina pergala baviksalar di nava têkoşînê de cih girtin. Li dijî vê ferasetê her dem reaksiyonek wan çêbû. Tevgerên jinan her dem bi hêz bûn.”
'Em dixwazin mafên xwe biparêzin'
Dîana Montsen, behsa têkoşîna femînîst a sala derbasbûyî kir û anî ziman jin li dijî feraseta paşverû gelek xebitin û wiha got: “Ev feraset bandor li hemû jiyana jinan dike. Şer bi zêdebûnê berdewam kir. Şerê taybet û propaganda Ji bo jinên ciwan pir bibandor hat meşandin. Hemû jinên têkoşer li dijî vê pergalê rawestiyan, lêbelê tundiya li dijî jinan pir zêde bûye."
Dîana Montsen, diyar kir ku tevgerên jinan li dijî şerê li ser gelê Kurd û gelê Filistînê tê meşandin radiwestin û wiha axivî: “Li gelek cihan gel bi şeran re dijîn. Em vê pergalê qebûl nakin. Em dixwazin mafên xwe biparêzin. Em li dijî dewlet û partiyên paşverû yên rastgir in. Wan xwestin em bikevin nava malan, tenê dixwazin karê me zarok û mal be lê em vê pergalê qebûl nakin. Berxwedana jinan û bi taybetî jinên Kurdistanê gelekî mezin bû. Li Ewropayê jî jin xwe bi rêxistin dikin. Jin li dijî binpêkirina mafên jinan pir têdikoşîn. Lê belê dema êrîşên li dijî jinan zêde bibin, pêwîst e berxwedana jinan jî hîn zêdetir bibe. Têkoşîna jinên Kurdistanê, ji bo me mînakek pir girîng e.”
'Şerê li Rojhilata Navîn wê bandorê li tevahî cîhanê bike'
Dîana Montsen bi gotinên; "Li Rojhilata Navîn şerek mezin heye, em vê şerê dibînin û dişopînin” diyar kir ku şerên tên meşandin ne tenê şerê Rojhilata Navîn in, şerê dewletên hegemonîk ên li Ewropayê ne. Dîana Montsen, bal kişand ku şerên ku li Rojhilata Navîn şerên wan bi xwe ye û wiha got: “Belê, rast e li bajar û gundê me şer nîn e lê welat û dewleta ku em di hundirê wî de dijîn li wir şer dikin û piştgirî didin hêzên li wir. Şerên li Rojhilata Navîn ne tenê wê herêmê, bandorê wê li cîhanê jî bikin. Ji ber vê ev rewş ne tenê herêmî ye. Gava şer çêdibin, herî zêde bandorê li jinan dike. Jin di malbatê de rola xwe dilîzin. Di jiyanê de rola xwe dilîzin. Berxwedanek cidî ya jinan li dijî şer heye. Em vê yekê awayekî pir zelal li Kurdistanê dibînin. Li cihên cuda şer hene. Jin hewl didin piştgiriyê bidin jinên di nava şer de. Dema şer hebe, jiyan pir zehmet dibe. Em dixwazin ji bo xwişkên xwe vî şerî rawestînin."
'Pergal nikare ji pêwîstiyên jinan re bibe bersiv’
Dîana Montsen, anî ziman ku bi zêdebûna şeran re pirsgirêka penaberan jî pir zêde dibe û wiha got: “Bi gelemperî pirsgirêkên penaberan pir zêde ne. Bi taybetî tiştên jin dijîn hîn zêdetir in. Jin piştî ku ji axa xwe derdikevin, gelek tiştan dijîn. Bi taybetî tundî pir zêde dibe.” Dîana Montsen, diyar kir ku hejmarek zêde penaber dixwazin derbasî Ewropayê bibin û wiha axivî:
“Neçar dimînin bi zarokên xwe re bi van riyan derbasê Ewropayê bibin. Pergal bi feraseta mêr hatiye amadekirin, ji ber vê nikare ji pêwîstiyên jinan re bibe bersiv. Ji ber vê jî pirsgirêkên penaberan pir cidî ne. Em jî dibînin bi taybetî di nav jinan de rewşek alîkarîbûna hev heye. Dema jin tên li vir, tevgerên jinan hewl didin li gorî derfetên xwe alîkariyê bidin wan."
'Jin li her derê tên qetilkirin'
Dîana Montsen, bal kişand li ser pirsgirêkên hevpar ên jin dijîn û wiha axivî: “Êrîşên li dijî jinan û tundiya ku roj bi roj zêde dibe, pirsgirêkek girîng e. Jin li her derê tên qetilkirin. Tundî li her derê tê jiyîn. Dîsa tundiya aborî pir tê jiyîn. Qetilkirina jinan her sal zêde dibe. Qetilkirina jinek pirsgirêkek pir mezin e.”
Dîana Montsen, bal kişand ku feraseta baviksalar a li cîhanê naxwaze jin rola xwe bilîzin û wiha got: “Her dem li dijî jinên xwe birêxistin dikin, ji aliyê dewletê ve êrîş tên pêkanîn. Dixwazin jinan bigrin û bi pêkanînên cuda bitirsînin. Dewlet, ji ber vê yekê naxwaze rêxistinbûna me bi pêş bikeve." Dîana, diyar kir ku li Katalonyayê jî li dijî femînîzmê şerekî taybet tê meşadin û wiha got: “Beriya çend salan, ji aliyê gelek jinên ciwan ve femînîzm hat pejirandin. Digotin em ê mafên xwe biparêzin. Lê şerê taybet pir bi hêz tê meşandin. Ev pergal dixwaze hemû jin vegerin rolên jinan ên klasîk. Jin tenê ji bo mêran tên amadekirin. Ji bo jinên ciwan pirsgirêkên pir cidî tên jiyîn. Şerê taybet hewl dide bi medyaya dîjîtal û amûrên xwe re jinan bi bandor bike. Ne tenê li vir, em dikarin li her derê mînakên van tiştan bibînin."
'Beriya şewbê rêxistinên jinan pir aktîf bûn’
Dîana Montsen, destnîşan kir ku piştî şewbê li cîhanê gelek guhertin pêk hatine û wiha got: “Hemû rêxistinên civakî û rêxistinên jinan beriya şewbê pir aktîf bûn lê niha çalakî pir qels in. Li Kurdistanê her dem çalakî pêk hatin lê ji ber ku li Ewropayê pergala dewletparêz gelek bi bandor bû, ji bo mirov li malê bimînin hewldanek mezin nîşan dida. Atmosfera tirsê ava kirin û li ser jinan bûyeran mirovan ditirsandin. Heta roja me ev tirs berdewam dike.”
Dîana bi gotinên: "Ev yek kêmasiya me ye jî me projeyên alternatîf neafirand” diyar kir piştî şewbê çalakî qels bûn û wiha got: “Lê em ê ji nû ve dest pê bikin û xwe birêxistin bikin. Ger em têbikoşîn, wê cîhan bi vî rengî neçe. Bi taybetî li Rojhilata Navîn jiyan pir zehmet e, li vir jî weke civakî û aborî jiyan kir zehmet e. Hemû tevger hewl didin ji nû ve xwe bihêztir birêxistin bikin. Ger em tiştek nekin, wê cîhan ji bo jinan bibe cihekî zehmetir. Ev çend salên dawî ji bo me pêvajoyeke lêhûrbûnê bû, em ê ji nû ve dest pê bikin."
'Pêwîst e şert û mercên xebatê yên jinan bên başkirin'
Dîana Montsen, bi bîr xist ku bi taybetî di rojeva jinên têkoşînê dimeşînin û li Ewropayê dijîn de, mijara tifaqa bi penaberan re heye û bal kişand ku tundiya li dijî jinan a li Katalonyayê pir zêde bûye
her dem di rojeva wan de ye. Her wiha Dîana Montsen, diyar kir ku ew ê li ser mijarên weke başkirina şert û mercên jiyanê yên jinan û misogerkirina şert û mercên guncaw rawestin û wiha got: "Di 8'ê Adarê de em ê bibejin ku em vê feraseta hegemon qebûl nakin û em ê li dijî vê ferasetê rawestin."
‘Çareserî vegera koka me ya dîrokî û civakî ye’
Diana Montsen bal kişand ku divê sîstem baş were analîzkirin û wiha got: “Pirsgirêk ji ku dest pê dike? Em çi dikin; rewşa me wiha ye lê belê bersiva me divê cuda be divê em di nava lêpirsîna van de bin. Lê belê divê em xwe baş bi rêxistin bikin. Ev sîstem li her aliyê jiyanê zextê li jinan dike. Psîkolojîk û hwd… Em ê di vê qada jiyanê de çawa çareseriyê ava bikin. Bi taybetî weke aborî, zextek mezin heye. Em ê çawa pirsgirêkên jinan ên aborî çareser bikin. Dîsa li dijî tundiyê, parastina cewherî, di mijarên rêxistinê de ye divê em xwe bi rêxistin bikin. Em ê bi vî awayî bibin bersiv.”
Diana Montsen diyar kir ku divê rêxistinbûna jinan a xweser were bihêzkirin û got: “Di nava vê sîstemê de, ne gengaz e ku em çareseriyê bibînin. Li dijî sîstema mêrsalarî divê em bi awayê xweser xwe bi rêxistin bikin. Ji bo rêxistinbûna xweser divê destpêkê em xwe bi rêxistin bikin û perwerde bikin û rola xwe bilîzin. Perwerde gelek girîng e. Em jin çawa hatin rewşa xwe ya niha. Em li ku bûn, em çawa hatin vê halê. Divê li gorî vê em çareseriyê bibînin. Çareserî vegera koka me ya dîrokî û civakî ye. Ji ber wê divê em lêkolîn û perwerdeyan li dar bixin.”
‘Em ê çawa sîstema xwe ava bikin?’
Diana Montsen da zanîn ku şoreşa li Rojava bandorê li jinên şoreşger ên enternasyonalîst ên li cîhanê kiriye û bûye mînak û ev tişt anî ziman: “Şoreşa Rojava hêviyek mezin da me. Me dît ku şoreş ne xeyal e. Nîşanî me da ku em dikarin bikin. Jinên Rojava her roj sîstemek nû diafirînin. Konfederalîzma jinan ji bo wan gelek girîng e, jin ji her cihê tên û kes kesê înkar nake. Em ê çawa sîstema xwe ava bikin ku hinek din înkar nekin. Ji bo avakirina sîstemek hevpar, mînaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo me gelek girînge. Rastiya ku jinên Ereb, Sûryanî, Ermenî û Êzidî û Kurd bi hevre jiyan bikin heye. Jiyana van jinan berê gelek cûda bû, di sistemek cûda de belku nêzîkatiyên bermaberî hev cûda bûn û niha xebatên hevpar didin meşandin. Ev rewşa hêviyek mezin dide jinên cîhanê.”
‘Civak di nava sîstema kapîtalîst de jiyan nakin’
Dîana Montsen êrîşên dewleta tirk ên li ser bakûr û rojhilatê Sûriye nirxand û wiha got: “Dewleta tirk van destkeftiyên şoreşê naxwaze. Wê bi mînakek mezin belav bibe. Destpêkê li Rojava destpêkir û piştre belavî Bakûr û Rojhilatê Sûriye bû. Sîsetema Rêveberiya xweser niha heye. Civak di nava sîstema kapîtalîst de jiyan nake û bi vî awayî berdewam nake.” Dîana îfadekir ku hertim lêgerîna alternativ heye û got: “Îro alternatîfa bakûr û Rojhilatê Sûriye heye. Ji ber vê dewleta tirk di tirse. Hêzên hegemon û dewletên Ewrûpa piştgiriya dewleta tirk dikin. Ger ev welat piştgirî nedin, dewleta tirk bi tena serê xwe êrîş nake. Wê konfederalîzma demoqratîk qezenc bike. Ji ber jin pêşengtiya vê sîstemê dikin. Li Rojava jin di qadên siyasî, leşkerî de pêşengiyê dikin û rola xwe dilîzin. Ji ber vê dewleta tirk jinan dike hedef.”
‘Di sîstema kapîtalîst de xeyalên me sînordar dimînin’
Dîana Montsen amaje bi wê yekê kir ku şoreşa Rojava hêz û perspektîfê dide jinan û wiha domand: “Di nava sîstema kapîtalîst de xeyalên me sînordar dimînin. Em dibîn şahid ku çawa jin pêşengtiyê dikin. Çareseriya pirsgirêkên jinan her tim di nava sîstemê de lêgerînên me hebûn. Konfederalîzma demokratîk ji bo me perspektîfek nû pêşkêş kir. Jinên Kurd û em di dîroka xwe de dibînin bi dewetê çareserî tiştek wisan nine. ji ber vê divê em xwe rêxistin bikin.” Dîana Montsen destnîşan kir ku feministên li Ewrûpa û cîhanê ji tevegra jinên Kurd gelek bandor bûye û got: “Piştî şoreşa Rojava, di heman demê de jin pirs dikin ku wê vê şoreşê çawa berdewam bikin. Jin her pirs dikin ku emê vê şoreşê çawa berdewam bikin. Ne tenê erkê jinên Kurde erkê me hemûyane. Dive bi têkoşînê em rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin.”
‘Wateyek gelek mezin ya dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ heye’
Dîana Montsen diyar kir ku wateyek gelek mezin a dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ heye, da zanîn ku jin û jiyan girêdaneke bi hêz a jin û azadiyê heye. Diana Montsen bal kişand ku pêwîstî bi analîzek bi hêz heye û ev tişt got:
“Me dît ku li pey ewqas belavbûna felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ felsefeyek bi hêz heye. Ji bo vê li dora vê dirûşmê li dijî sîstema mêrsalarî çelekî hatin lidarxistin. Rewşa qetilkirina Jîna Emînî heye lê belê ev dirûşm li dijî hemû sîstemê bû. Li dijî sîstemên alternatîf e. Li dijî sîstema kapîtalîst û mêrsalarî dirûşma jin û azadiyê gelek bi lez belav bû. Jin û mêran piştî qetilkirina Jîna Emînê xwedî li vê dirûşmê derketin. Jinek hat qetilkirin lê belê li dijî sîsteman serhildanek ava kir.”
‘Divê em jiyanek Global û enternasyonal ava bikin’
Dîana Montsen bi bîrxist ku dive têkoşîna jinan ya enternasyonal were bihêzkirin û wiha got: “Sîstema kapîtalaist di jiyanê de gelek bandore. Divê em jî li dijî vê jiyanek global û enternasyonal ava bikin. Her sal bi pêşegtiya jinan konfarans tên li darxistin. Sala borî konferansa Frankfûtê hat lidarxistin, me jî girîngiya xebatên bi hev re dît. Em nikarin vê bibêjin, li aliyekî cîhana xwe ava bikin an jî cuda bijîn lê belê li aliyekî di şertên giran de bijîn, em vê qebûl nakin. Divê em cîhanek alternatîf ava bikin. Bi vî awayî em ê ji pirsgirêkan re bibin bersiv.”
Dîana Montsen got konfederalîma jinê gelek balê dikêşe û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna jinên Kurdistanê cûdaye, têkoşîna gelê Abya Yala cûdaye, têkoşîna jinên Efrîqa gelek cûdaye. Em dikarin bi konfederalîzma jinê xwe rêxistin bikin. Em bi hev re analîz bikin. Kîjan pirsgirêkên hevpar in em ê ji bo van çawa di asta enternasyonal de bersiv bidin. Bi tevgera jina Kurd re dema em bi hev re tevgeriyan, gelek tiştan ji wan fêr bûn. Parvekirina jinan a bi hev re gelek girîng bû. Dema jin werin ba hev fikrên cuda û pêşniyar derdikevin hole. Bi pêşniyar û nêrînan em dikarin têkoşîna li herêma xwe mezin bikin. Divê dem bi dem em werin ba hev nîqaşan bikin. Em hev bi pêş bixin. Em dikarin li her derê bi vî awayî rola xwe bilîzin.”
‘Jinên Kurd ji bo jiyana hemû jinan şer dikin’
Dîana Montsen got: “Ji bo 8’ê Adarê dive ji bo azadî û têkoşîna xwe em gelek enerjî xerc bikin” herî dawî ev peyam da:
“Wê sala were hê zortir bibe. Ger em jin rola xwe nelîzin, wê êrîş bi dawî nebin û zêde bibin. 8’ê Adarê jinên Kurd têkoşînek giran didin; li Rojava, li girtîgehan, li çiya şer dikin. Jinên Kurd ji bo jiyana hemû jinan şer dikin, em vê ji bîr nakin. Ji bo vê em spasî dikin. Divê em jî di asta wan de bin.”