Di xwepêşandanên li girtîgeha Çabaharê de bi dehan kuştî û birîndar

Bi dehan girtiyên Belûcî yên ku li girtîgeha Çabaharê dihatin girtin, li dijî kêmkirina rasyonên xwarinê xwepêşandan kirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku ji aliyê torên medyaya Mafên Mirovan a Halaşê ve hatine weşandin, ji ber bi dehan girtiyên Belûcî yên ku li dijî kêmkirina rasyona xwarinê li girtîgeha Belûcê nerazîbûn nîşan dan; di encama gulebarana hêzên leşkerî û ewlehiyê de bi dehan girtî hatine kuştin.

Bi dehan girtî hatin kuştin û birîndar kirin

Li gorî rapora Mafên Mirovan 17’ê Adarê  ji ber nerazîbûna li dijî qutkirina rasyona xwarinê û nebûna dabînkirina xwarinê, girtiyên ku li Girtîgeha Çabaharê tên girtin xwepêşandan çêbûye lewra,  hêzên ewlehiyê û yekîneyên taybet ketin girtîgehê û gule li girtiyan reşandine. Di encamê de bi dehan girtiyên Belûc ji ber guleyan birîndar bûne û hin ji wan jî hatine kuştin.

Ji ber neheqiyê girtî dest bi protestoyê kirin

Rapora Mafên Mirovan ku çavkaniyên agahiyên xwe ji Belûcê digire, îdia kir ku: “Ev xwepêşandan ji ber sedema rawestandina xwarinê di roja Sêşemê de dest pê kir. Her wiha hate gotin ku ji ber êrişên di dawî de pêkhatine rewşa girtiyên ku di girtîgeha Çabaharê de dimînin nebaşe û hêjmarek ji girtiyên Belûcî beşdarbûna qada derve redkirine û vegeriyane hûcreyên xwe bi dest protestoyê kirine.”

Raporê bal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha dewam kir “Daxwazên girtiyan di xwepêşandanan de ew bû ku, ji bo girtîgehên bi ewletir werin veguhestin û ya jî ji bo berdanê rewşa wan were zelal kirin.”  

‘Ji bo dengê xwepêşandanan bêdeng bikin rasterast gule berdan ser wan’

Raporê rewşa şer û pevçûna di zindanê de rave kir û wiha got: “Bi berdewamiya xwepêşandanan di zindanê de, ji bo bêdengkirina dengê wan hêzên taybet û hêzên li dijî serhildanê ji bo zindanê hatin şandin. Di encama pevçûnên tund di navbera hêzên taybet û hêzên li dijî serhildanê de li dijberî girtiyan, van hêzan hewl dan rasterast guleyan bi çekên xwe yên şer bi ser girtiyan de berdin.”

Girtiyên birîndar ji bo nexweşxaneya Îmam Elî ya li Çabaharê hatin veguhestin û piştî veguhestinê, hin ji birîndaran bi malbatên xwe re ketin nav peywendiyê de, her wiha ji malbatên xwe re ragihandine ku di dema gulebarana rasterast de hejmarek ji girtiyan jiyana xwe ji dest dane.