Di xwepêşandanên Îranê de herî kêm 544 kes hatin qetilkirin
Hate diyarkirin ku hêzê ewlehiyê li Îranê gule berdane xwepêşanderan, nexweşxane hatine hedefgirtin û xebatkarên tanduristiyê rastî êrîşan hatine. Rêxistina Mafê Mirovan, piştrast kir ku li gelek bajaran komkujî hatine kirin.
Tahran – Xwepêşandanên gel ên li seranserî Îranê di roja 16’an de didome. Li gelemperî welat xwepêşandanan belavî 31 bejaran bûye, hate diyarkirin ku di dema xwepêşandanan de hêzên ewlehiyê gule berdane xwepêşanderan, nexweşxane hatine hedefgirtin û xebatkarên tenduristiyê rastî êrîşan hatine. Parêzvanên mafan ragihand ku di xwepêşandanan de herî kêm 544 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 10 hezar kes hatine binçavkirin, li gelek bajara komkujî hatine kirin.
Raporên parêzvanên mafan, piştrast kir ku hêzên ewlehiyê di xwepêşandanan de çek bi karanîne. Di dîmenên morgên Kaşrîzk û Reşt hatin belavkirin de, diyar dibe ku di van morgan de bi dehan cenaze hene û cenaze di poşetên reş dene. Di dîmenan de rêzên dirêj ên malbatan û bêyî pêkanîna tu prosedurên tibî û zagonî bi kamyonên biçûk cenazeyên tê hilgirtin cih digre.
Mirinên girseyî belav bû
Şahidan, diyar kirin ku di morga Kaşrîzk de tenê di yek beşê de zêdeyî 400 cenaze hene, raporek a mafê mirovan, destnîşan kir ku li Reştê herî kêm 70 cenaze bi tedbîrên tund ên ewlehiyê û gefxwarina li malbatan hatine hilgirtin. Dîmenên ku ji nexweşxaneya Ghadir ya Rojavayê Tahran û Ferdîs, nîşan dide ku cenaze avêtine erdê, ev jî derdixe holê ku mirinên girseyî belavî gelek bajaran bûye. Li gorî çavkaniyên tibî, li nexweşxaneyek a Reştê 70, li nexweşxaneyek a sivîl a bajarê Karac 44 û li nexweşxaneya Qaîm a li Keracê 36 cenaze hene.
Komkujî tên redkirin
Bi rêya televizyonên saziyên dewletê hinek dîmen tên redkirin û hinek jî mirovên li erdê hatine qetilkirin wek ‘terorîst’ pênase dikin. Di dîmenên tên parvekirin de, tê dîtin ku raste rast gule li xwepêşanderan hatine berdan. Hate diyarkirin ku Muhafizên Şoreşa Îranê, ji bo tepesandina xwepêşandanan, leşkerên xwe yên berê bi çek kirine û bi armanca belavkirina tirsê konvoyên leşkerî şandine kolanên bajar. Hêzên ewlehî û daraz serî li binçavkirinên girseyî, gef û belavkirina seneryoyên çêkirî li ser medyayê dane.
Desteka ji bo gelê Îranê
Îran, nêzî 72 saetan, rû birûyî qutkirina xizmetên têkilî û îneternetê ne. Dîmen û peyam tenê di kenalên sînordar de dikarin bigihînê. Beşek berfireh a welat jî dibin îzolasyona medyayê deye. Xwepêşandan ji ber şertên xirab ên aborî, eflasyona belav bûye û windabûna nirxê dirav belavî 31 bajaran bûye. Li aliyê din xwepêşandan didomin, li gelek bajarên derveyî welat, ji bo desteka bi gelê Îranê re meş tên li darxistin.