Di topbarana Minbicê de 2 welatî birîndar bûn
Di encama topbarana çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Minbicê de 2 welatî birîndar bûn.

Minbic – Dewleta Tirk û çeteyên wî îro ji sê milan ve êriş birin ser Minbicê. Digel ku êriş3en çeteyan ji aliyê şervanên QSD’ê û YPJ’ê ve hatin têkbirin, di êrişan de 2 welatî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê wergirtine, di encama topbarana çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Cib Mexzom de welatiya bi navê Fetome El Mihemed (23) û li gundê Ceblet El Hemra (48) birîndar bûn.