Di sêgoşeya ol, dewlet, zayendparêziyê de jin: Çareserî Konfederalîzma Jinan a Cîhanî

Endama TJK-E Zîlan Diyar, êrîşên olperest, netewperest û zayendperest ên li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bi aqilê mêr-dewletê li dijî jinan tên kirin nirxand û bal kişand ser girîngiya Konfederalîzma Jinan a Demokratîk.

BÊRÎTAN ZINAR

Navenda Nûçeyan – Li ser esasê ku dê sedsala 21’ê bibe sedsala azadiya jinan, ji her aliyê cîhanê jin têkoşîna xwe mezin dikin û li dijî êrîşên mêr-dewletê ku li hemû cîhanê belav bûye bi biryardarî berxwedana xwe didomînin. Li dijî polîtîkayên mêtinkar û qetliamê ku ji aliyê olperest, dewlet û zayendperestiyê ve tên kirin, jin diyar dikin ku tenê riya rizgariyê rêxistinkirina Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a cîhanê ye û xebatên xwe di vê çarçoveyê de didomînin.

Endama Tevgra Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zîlan Diyar têkildarî polîtîkayên qetliamê yên li ser esasê olperestî, netewperestî û zayendperestiyê zêde bûne, bersiv da pirsên ajansa me. Zîlan Diyar bal kişand ku êrîşên li dijî jinan, bi şerê cîhanê yê 3’yemîn ku navenda wê Rojhilata Navîn e, bi polîtîkayên hêzên hegemon ve kûrtir bûye û got ku li dijî van êrîşan tenê rê Konfederaîlzma Jinan a Demokratîk e.

Polîtîkayên li djî jinan nîşan didin ku pergala baviksalar dest bi şer kiriye

*Dema ku em li rewşa krîz û kaosa li Rojhilata Navîn dinêrin dibînin ku bi bîrdoziyên netewperest û zayendperest ên bi aqilê mêr hatine zêdekirin, li dijî jinan êrîşên gelek mezin hene. Li Misir, Tûnis, Lîbya, Yemen û gelek welatan ji siyasetê heta perwerdeyê, li dijî hemû qadên jiyanê êrîş hene. Hûn van êrîşên ku li dijî jinan bi awayê bîrdozî û qetliamên fizîkî çêdibin çawa dinirxînin?

Li cîhanê polîtîkayên êrîşkar ên dewlet û rejîman li dijî jinan em wekî ‘şerê pergala baviksalar ê li dijî jinan’ dibînin. Tabloya heyî vê yekê ji me re dibêje lê di vê tabloyê de erdnîgariyên ku ev rewş lê dijwartir e hene. Li Rojhilata Navîn ku hêzên hegemonîk pêşî li gelek nakokiyan vekirine, bi naveke din di navenda şerê cîhanê yê 3’emîn de Rojhilata Navîn heye. Ên ku herî zêde ji vî şerê hegemonîk bi bandor dibin jin in. Li Rojhilata Navîn jin ji bo hebûna xwe têdikoşin lewre pergal hewl dide hêzên vê erdnîgariyê tune bike. Bi polîtîkayek ku krîz û kaosê her de kûr dike, vê erdnîgariyê dixe bin kontrola xwe. Civaka ku îradeya wê hatiye şikandin, ji cewherê xwe yê exlaqî û polîtîk dûr ketiye, ber bi şîdetê ve diçe û ev civak destpêkê berê xwe dide jinan. Ango hêzên modernîteyê yên ku îdia dikin şaristaniyê dibin Rojhilata Navîn, di rastiyê de pergaleke koletiyê ava dikin. Xala tenê ya ku pergala koletiyê bi rûpoş dike ku em jê re dibêjin şaneya esasî ya desthilatdariyê em dikarin bibêjin şîdeta li ser jinan e. Dema ku ez vê yekê dibêjim armanca min ne ew e ez rola ‘lîstikvaniya’ dewletên hegemon jinedîtî ve werim. Dijberî wê armanca min ew ez balê bikşînim ser xeta zirav a di navbera ‘ên hatine mêtingehkirin û mêtinkaran’ de ku bi polîtîkayên li dijî jinan tên jiyîn e.

‘Têkoşîna jinan bi hêz dibe û bi pêş dikeve’

Wekî pirsa têkildarî welatan ji bo bidestxistina mafên jinan ên zagonî, gera bi serê xwe, (Li Yemenê li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de sînorkirina mahremiyetê) li dijî şîdeta ku parçeyek ji jiyana rojane ye jin têdikoşin. Di rastiyê de ji bo hebûna xwe bidomînin têdikoşin. Mînak bi edebiyat û hunerê, berxwedan li van welatan bi awayê pir şênber derdikeve pêş. Têkoşîna jinan a ku bi (Komeleya Eniya Mafên Jinan û Wekheviyê ya li Tûnisê û NADA ya Lubnanê û yekitiyên ku saziyên civaka sivîl tê de cih digrin) hene. Berxwedaneke jinan heye. Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku têkoşîna jinan a ku ji hev agahdar e, bi hêz bi pêş dikeve heye. Wekî ku aktivîsteke jin a Tûnisî dibêje; ‘jin ji mafên xwe tawîz nadin lewre ev serkeftin bûn parçeyek ji nasnameya wan.’ Ya ku encamê diyar bike jî ev rastî ye...

*Divê were zanîn ku di sala 2021’ê de radestkirina Afganistanê ji bo Talîbanê, hemle û mudaxeleyek e li Rojhilata Navîn li dijî têkoşîna jinan. YA ku xwe wekî azadîxwaz pênase dike, bi awayê fermî Talîbanê vexwend civîna xwe. Ev di heman demê de tê wateya meşrûkirina polîtîkayên Talîbanê yên peşverû, kujer ên li dijî jinan. Hûn vê rewşa ku tê wateya hemleya dijberiya têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn çawa dinirxînin?

Di rastiyê de ev yek tangaviya esasî ya polîtîkayên DYA’yê ye. Dema ku DYA’yê bi polîtîkayên Rojavayîkirinê hewl da vê erdnîgariyê dagir bike, tifaqa xwe ya yekem bi komên muxalif ên olperest re kir. Jixwe di esasê xwe de mudaxeleya wê ya li ser Rojhilata Navîn bi vî awayî bû lê ev bi plan bi saya têkoşîna ku bi pêşengiya jinan li Rojava gihîşt lûtkeyê plana wê vala derket, vê carî jî wekî hêzeke dijber nirxand. Ango di rastiyê de DYA’ya ku argumanên demokrastî, mafên jinan, mafên civakî û yên wekî wê gelek caran bi kar tîne, dema ku mijar berjewendiyên wê bin binpê dike. Çavgirtina wê ya ji bo Talîbanê jî ji ber vê yekê ye.

Di demên borî de destûr dabû ku Talîban ofîsê vebike, navê hinek lîderên wê ji lîsteya terorê derxistibû, fonên ku di gotinê de nedida, bi awayê veşarî dida Talîbanê. Ev yek jî hemû nîşan didin ku tifaqa wan hê jî didome.

Afganistan: Ango tifaqa ku hegemoniya mêr di navbera xwe de ava kiriye

Ji bo hêzên Rojavayî qet girîngî nîn e ka gelê Afgan û jinên Afgan dixwazin çawa bijîn. Ger wisa nebûya dê destûr neda ku Talîban di 15’ê Tebaxa 2021’ê de Kabulê dagir bike. DYA’yê dagirkeriya xwe spartibû argumana ‘têkoşîna bi terorê re û mafên jinan’ lê niha civakeke ku xwe dispêre hegemoniya mêr a bi dijminahiya jinan bi teşe dibe. Mafên jinan gav bi gav tên desteserkirin. Ji perwerdeyê bigre heta hemû waran gav bi gav zextê zêde dikin. Çûyîna wan a parkan qedexe ye, dîmenên qamçîkirina li kolanan, ji bo tirsê di nava civakê de bidin çêkirin tên servîskirin. Jinên ku li stargehan dimînin neçar dimînin ku an vegerin ba kesên şîdetê li wan dikin an jî di zindanên Talîbanê de bimînin. Aktivîst û siyasetmedarên jin her dem rastî tehdîdan tên. Di serê salê de sûîqesta li dijî siyasetmedar Mursel Nebîzade nîşan dide ku rewş ji gefan derbas bûye.

Van bûyeran hemû nîşan didin ku li aliyekî hêzeke baviksalar, li aliyê din jî modernîteya Rojavayî ya ku behsa mafên jinan dike heye lê herdu aliyan jî di nava xwe de tifaqeke mayinde çêkirine. Ev tifaqa ku gelek caran bi awayê veşarî didome, di demên kaotîk ên wiha de pêdivî bi xweveşartinê nabînin.

Lewre tişta ku her du alî jî ditirsin pergaleke li gorî maf û azadiya jinan li gorî ramanên jinan e. Ji ber ku baş dizanin pergaleke wiha dê pergala hegemonîk a mêr, bi hemû kodên zihniyetê û saziyên wê re birûxîne. Zemîna vê tifaqê xwe dispêre vê tirsê.

*Tevî van hemû li Rojhilatê Kurdistanê serhildanên bi dirûşma jin jiyan azadî bi pêş ketin. Li dijî vê yekê êrîşên mezin ên rejîma Îranê hene. Bi dehan kesên ku di serhildanan de hatin girtin bi derve kirin. Vê serhildana ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li cîhanê deng veda, ji bo jinan tê çi wateyê û heta niha bi xeterek çawa re rûbirû ye?

Ji ber ku ev mijareke pir rojevî ye dibe ku aliyî dîrokî yê encamên wê baş neyên dîtin. Heqîqeta ku van serhildanan derxist holê û nikare were nîqaşkirin ev e: Jin parçeyek civakê ye, ne wekî alîkar, wekî cewherê civakê pêşengî ji pêvajoya şoreşê re kiriye. Bi esasgirtina azadiya jinan, pirsgirêkên civakê yên aborî hatine nîqaşkirin. Hemû pirsgirêkên din ên civakî li ser vê bingehê hatine rojevê. Di vê xalê de li dijîderketin çêbûye. Tişta ku hêjahiya şoreşê daye van serhildanan tam jî ev e. Li gorî min xetera herî mezin ew e ku ev hêjahiya dîrokî neyê dîtin. Ne tenê ji bo dînamîkên navxweyî yên şoreşger ji bo hemû beşên ku ji derve jî bi bandor bûne wiha ye. Têgihîştina cewherê vê yekê, dikare xeterên ku pêvajoya serhildanan di nava xwe de dihewîne jî kêm bike. Belê ev xeter çi ne? Ya yekem hewldanên kişandina nava pergalê û pasîfîzekirina vê potansiyela mezin e. Vê pergala ku di nava xwe de hemû rastiyên nijadî, çandî, bawerî û çînî dihewîne, hemûyan bi azadiyê re tîne ba hev, bi xwezaya civakê re lihevhatî bi pêş dikeve, wekî bermahiyên rejîma Şah tê şîrovekirin.

‘Li Îranê rejîm ji bo xwe li ser lingan bigre hewl dide pêşî li serhildanan bigre’

Mirov dikare bibêje ku hewl dide asta redkirinê ya ku serhildanan de derket holê dewrî van bermahiyan bike, versiyonek din a modernîte û baviksalariyê wekî pêşeroj pêşkêşî jinên ku ji bo azadiyê her tişt dane ber çavên xwe bike. Ya duyemîn bi herikîna vê şoreşê re destpênekirina pêvajoya avakirinê ku bikaribe civakê veguherîne ye. Di warê xweparastin, perwerde, siyaset, aborî û çandî de pêşnexistina rêxistinbûnan e. Nebesiya yên heyî ye. Ango divê piştî çeperên berxwedanê cihê vegerê malbat, dewlet û saziyên ku desthilatdariya mêr xwedî dikin nebin. Ya 3’yemîn ew e ku pergal van serhildanan ji şaneya bingehîn vediqetîne û şîrove dike. Sîstem siyasetek kûr a ku bi xwespartina berxwedana jinan, berxwedanê pasîfîze dike dimeşîne. Ya çaremîn piştî ku atmosfera serhildanan belav bû, rejîma Îranê ne veguherînê bi armanca qetilkirina jinan ket nava hewldanan. Darvekirina mirovan, jehrîkirina jinên ciwan li dibistanan, girtin û êrîşên bi vî rengî hê jî berdewam dikin. Ango rejîm veguherînê esas nagire ji bo xwe li ser lingan bigre, bi zext û qetliaman hewl dide pêşî li serhildanan bigre.

Berterefkirina van xeteran xwezanîn, xwerêxistinkirin û xweparastinê dibe. Heta ku serhildanên Rojhilat têkiliya xwe ji şaneya bingehîn nebire, serkeftina wê ne pêkan e.

*Di vê mijarê de dewletên kapîtalîst ên ku bi Îranê re nakokiyên wan hene û lingên wan ên li herêmê, ango netew dewlet, li dijî serhildan, darvekirin û zextan bêdeng in lê li aliyê din hewl didin Talîbanê fermî bikin. Gelo divê mirov vê yekê çawa şîrove bike?

Wekî li jorê min got divê ez careke din balê bikşînim ser mijara tifaqa nedîtî û mayînde ya ‘mêrîtiya hegemonîk.’ Nakokiya herî kûr û mayînd ya pergala baviksalar bêtehemuliya li dijî civakek ku jin jê re pêşengî dikin e. Vê rewşê gelek têgeh û saziyan serûbin dike û rewşên ku bi hev re bi nakok xuya dikin tîne ba hev.

*Di demek nêz de di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de ku demek dirêj bû navbera wan nexweş bû, nermahî çêbû. Îran careke din li Erebistana Siûdî balyozxaneyên xwe vedike. Dîsa tê gotin ku dibe peymanek di navbera wî û Yemenê de ku demek dirêj e şerê wekaletê lê heye û welatê herî xizan ê Rojhilata Navîn e de çêbibe. Ev hemû dê bandorek çawa li ser jinên li herêmê bikin? Lihevkirina di navbera du dewletên ku bi hev re bi nakok in, yek jê sunî yek jî şiî be jî bi şerîetê bi tê birêvebirin de dê rewşa jinên li herêmê çawa bi bandor bike?

Li gorî min xala hevpar a herdu dewletan de ew e ku di polîtîkayên ji bo jinan de hinek guherînan çêkirine lê ev guherîneke bi bingeh nîn e. Ev hemle ji bo pêşî li têkoşîna jinan a azadiyê bigrin tên kirin. Jixwe ev guherîn, lutfa rejîman a ji bo jinan nîn e, bi têkoşînê hatine bidestxistin. Ango rê dirêj û zehmet e. Guherînên polîtîkayên van dewletên dijberî hev ên di warê jinan de ji me re gelek tiştan vedibêjin. Dema ku mijar têkoşîna jinan be dikarin hemû nakokiyan didin alî û li hev bikin. Ji bo serhildanan jinan bitepisînin, dikarin tiştên hevpar bibînin. Vê rewşa lihevkirinê dibe ku têkoşîna jinan ji derdorê îzole bike. Ji vî aliyê ve pêdivî bi avakirina xeta têkoşînê ya ku piştgirî û hevkariyê derdixe pêş heye. Dibe ku li eniya baviksalar a ji aliyê mêrîtiya hegemonîk ve hatiye avakirin valahiyên bi vî rengî çêbibin. Xaleke din jî ji aliyê van welatan ve têkoşîna bidestxistina mafên zagonî yên jinan heta tu bibêjî şênber e. Li erdnîgariyên din ên cîhanê têkoşîna mafên zagonî ya jinan di jiyan û azadiya wan de ewqas şênber nîn e lê li Rojhilata Navîn çepereke girîng a berxwedanê ye lê divê bidestxistina mafan bes neyê dîtin, rê berdewam bike. Yan na dê çarçoveya azadiyê li gorî normên ku dewletên rojava diyar kirine werin avakirin. Polîtîkayên girtina nava pergalê û xetera veqetandina ji hêzên cewherî ji vê dest pê dike. Ji ber vê yekê di nava pergalê de tevî bidestxistina mafên zagonî divê berxwedaneke demdirêj, çarçoveya alternatîfa pergala baviksalar were xêzkirin.

Konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê wekî derman e!

*Di konferansên Jinên Cîhanê yên li Tûnis û Berlînê de hatin lidarxistin de, bi perspektîfa têkoşîna hevpar a jinan banga pêşxistina Konfederalîzma Jinan a Cîhanê hat kirin. Konfederaîlzma Jinan a Cîhanê ji aliyê (têkildarî êrîşên li dijî hebûna jinan û xeterên ji ber van êrîşan) ve ji bo jinan xwedî çi girîngî ye? Ji bo pêkhatina Konfederalîzma Jinan a Cîhanê heta niha gavên çawa hatin avêtin di kîjan mijaran de nebesî çêbûn? Ji bo pêkanîna konfederasyona jinan hewldan û projeyên we yên pêşerojê çi ne?

Ji bo em werin ser vê mijarê ez bi sebir bûbûm. Dema ku êrîşên li dijî jinan û xeterên ku têkoşîna wan pê re rûbirû mane difikirim dibînim ku Konfederasyona Jinan a Demokratîk a Cîhanê wekî derman e. Lewre di têkoşîna hebûn û azadiyê ya jinan de bêyî ku hiyerarşî çêbibin, bixin dorê, navend û derdor çêbibin, di hemû qadên jiyanê de jinan hevpar dike. DDKK li dijî êrîşên piralî yên pergala baviksalar û nakokiyên wê yên cur be cur hemû qadên têkoşîna jinan di hêjahiya potansiyela şoreşê de  dibîne. Li ser têkoşîna jinan a ku vediguherîne, taybetmendiya ku hemû nakokiyan di nava xwe de dihewîne disekine. Pergalên baviksalar di şerê ku li dijî jinan daye destpêkirin de hemû nakokiyan dide aliyekî û hevpar dibe. Em dikarin wiha bibêjin; li cîhanê têkoşîna jinan-nav lê nehatibe kirin jî- xwe dispêre diyalektîka konfederalîzma demokratîk. Jin li kîjan aliyê cîhanê dibin bila bibin, dikarin riya agahdariya ji hev, hêzgirtin û hînbûyîna ji hev bibînin. Di warê piştgirî û hêzdayînê de dikarin bi lezgînî mobîlîze bibin. Ango mercên serdemê yên ku diguherînin tenê parçe nakin. Ger derfetên têkiliyê rast werin nirxandin, dibe zemîna avakirina têkiliya jinan a bi hev re. Konfederalîzma demokratîk jî dixwaze vê diyalektîka têkoşîna jinan, li ser temambûyîn, hevrebûyîn û girêdana têkiliyan, veguherîne enerjiyeke bihêztir. Ango dixwaze bigihîjîne asta pergalê. Vê yekê hewce ye mirov wekî pergal û rêxistin bi nav bike? Em hê jî van nîqaş dikin. Em dikarin têgehên ku pergala baviksalar naveroka wan vala kiriye paşve bigrin ger hewce bike têgehên nû çêbikin. A girîng ew e mirov ji nîqaşan re vekirî be û vê têkoşînê bi îdiayek mezin, analîzên zanistî û bi eşq bigihîjîne pênaseyek hevgirtî. Baweriya me bi vê yekê bêdawî ye.

Em werin ser tiştên ku heta îro me kirine. Di rastiyê de wekî tevgera jinên Kurd, di deh salên dawî de hemû tiştên me kirine, bingeha vê yekê ava kir. Bêguman beriya deh salan îdiayek me ya wiha tunebû lê hevdîtina me ya bi jinên cîhanê re, têkiliya me, em anîn vê xalê. Dema ku ne tecrubeyên xwe, awayê analîzkirina baviksalariyê, tevgera xwe ya zanistî, felsefeya xwe ya jiyanî bi jinên cîhanê re parve dikin –di çarçoveya motîvasyona hundirîn bendewariya derve de- anî ber çavên xwe me dît ku hevpariyên me gelek zêde ne. Em ji perspektîf û rêbazên tevgerên cuda gelek tiştan hîn bûn.

‘Ji bo pêkhatina hêviyê dê nîqaş bidomin’

Di tora ‘Jin pêşerojê dihûnin’ a di sala 2018’an de li Frankfurtê konferansa yekem a bi navê ‘Şoreşa di dema çêbûnê’ de ev fikir derket holê. Heta konferansa duyem di nava çar salên borî de pêşniyara me ya ku wekî pêşnûma me amade kiribû, me bi her jina ku em gihîştinê, bi her kolektîfê re nîqaş kir. Di heman demê de weke tevgera jinan me ji bo pergala xwe ya konfederal jî nîqaş kir. Pêşnûmeya ku me bi van nîqaşan amade kir bû xwedî naverokek nû. Di konferansa duyem a li Berlînê ya bi sernavê ‘Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê ye’ de jî me vê pêşniyarê bi dengê bilind anî ziman. Axaftina jinan a di wê dema kurt de, analîz, nêzîkahiyên ku çêkirin, hewcedariya vê yekê zêdetir nîşanî me da.

Divê vê enerjiyê bi hedefek ve were girêdan. Ji bo rêxistinkirina vê xebatê, tevgera me enerjiya xwe, derfetên xwe, hevgirtiyên xwe, ji bo vê xebatê seferber kir. Ji bo vê atmosfera mezin a li Berlînê çêbûbû belav nebe bi lezgînî ket tevgerê. Ji niha û pê ve jî ji bo pêkhatina vê hêviyê dê nîqaş bidomin. Çarçoveya xebatê li ser tiştên ku di demek kurt, navîn û dirêj de werin kirin bû, em li ser dê di kîjan bingehî de çêbibe zelal bûn. Ji niha û pê ve armanca me ew e em têkiliyên ku xwe dispêrin rêhevaltiya jinan, avakirina derfetên nîqaşê û pratîzekirinê bixebitin. Ango em ê hewl bidin çarçoveya ku me weke rêgez diyar kiriye ji jinan re vebêjin.