Di salvegera qetilkirina rojnameger Raşa Al-Harazî de banga darizandina kiryaran
Li ser qetilkirina rojnamevana Yemenê Raşa Al- Harazî a dûcanî ku ji aliyê Husiyan hatibû hedef girtin 3 sal derbas bû. Rojnamegerên Yemenê daxwaz dikin ku kiryar bên cezakirin.
RANIA ABDULLAH
Yemen – Di dîroka 9’ê mijdara 2021’an de li bajarê Aden ya li başûrê Yemenê, di encama êrişek Husiyan de rojnamevana Yemenê Raşa Al-Harazî û zaroka wê ya hê ji dayîk nebûyî hatin qetilkirin, hevjînê wê rojnamevan Mahmud Al-Atmî birîndar bûbû.
Li bajarê Taîz ya başûr û rojavayê Yemenê komek rojnamevan û xwendevanên medyayê bi boneya salvegera sêyem ya qetilkirina rojnamevan Raşa Al-Harazî çalakiya bîranînê li darxistin.
Dûh roja 9’ê Mijdarê, di salvegera qetilkirina rojnamevan de çalakî hate li darxistin, di çalakiyê de pankartên ku li ser divê fail hesab bidin û binpêkirinên li beramaberî rojnamevanan û hemû fail werin cezakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de hevpîşeyên Raşa Al- Harazî û hevjînê wê rojnamevan Mahmud Al- Atmî, wê bibîranîn.
‘Divê kiryar bên eşkere kirin’
Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev sûc nayê jibîrkirin û ji bo hemû rojnamevanên hatin qetilkirin daxwaza pêkanîna edaletê kirin û diyarkirin ku çend sal derbas bibe jî ew ê dest ji daxwaza xwe bernadin. Di daxuyaniyê de banga edaletê hate kirin û wiha hat gotin: “Em bang li rayedar, hemû aliyên peywendîdar dikin ku failên rast derbixin holê.”
Di heman demê de li bajarê Aden yê li başûrê Yemenê, ji bo lêpirsîna qetilkirina wênekêş û rojnamevan Raşa el- Harazî û failan derbixin holê çalakiyek hate li darxistin. Malbata rojnamevan, hevjînê wê û gelek rojnamevan û aktivîst beşdarî çalakiyê bûn û çalakî li herêma Khor Maksa ya li perava Abyan ku lê rojnamevan hatî qetilkirin hate li darxistin.
Li bajarê Hokha ku paytexta demkî ya îdareya wîlayeta Hudeyde ye, di çalakiya nobetê ya ji aliyê rojnemevan û parêzvanên mafê mirovan ve hatî li darxistin dirûşmeyên ku daxwaza edaletê dikin berz kirin.
‘Divê binpêkirin bi dawî bibin’
Di çalakiya nobetê de rojnamevan Hanadî Anem axivî û wiha got: “Îro sêyemîn salvegera qetilkirina rojnamevan Raşa Al-Harazî ye ji bo bîranîna wê û daxwaza pêkanîna edaletê ji bo hemû rojnamevanên hatine qetilkirin em li vir kom bûne. Ji bo binpêkirinên mafan ên li dijî rojanamevanan bi dawî bibe em hatine vêderê.”
‘Bila kiryar bên cezakirin’
Aktivîsta mafê mirovan Noura Hujaira wiha got: “Di salvegera qetilkirina nûçegihan Raşa Al- Harazî de em bibîrtînin û bang li rayedaran dikin ku kiryaran derbixin holê. Ez weke dayîkekê beşdarî vê çalakiyê bûme, ez hîs dikim ku Raşa Al- Harazî beriya ku were qetilkirin çi hîs dikir û li benda zaroka xwe bû bi nemerdane hate qetilkirin, ez ji vê derê bang li hemû aliyên peywendîdar dikim ku kiryaran derbixin holê û ceza bikin.”
Xwendekara fakulteya medyayê Amat al- Rahman Alî jî wiha got: “Îro salvegera qetilkirina wênekêş Raşha Al- Harazî ye, em banga cezakirina kiryaran dikin.”