‘Di sala 2025’an de 15 hezar û 826 dozên tundiya malbatî hatin tomarkirin’
Rêxistina Alîkariya Yasayî ya Jinan, diyar kir ku di sala 2025’an de li başûrê Kurdistanê 15 hezar û 826 dozên tundiya malbatî hatine tomarkirin.
Silêmanî – Rêxistina Alîkariya Yasayî ya Jinan di civîneke çapemeniyê ya li Silêmaniyê de, rapora xwe ya çavdêriyê ya li ser pêkanîna qanûna li dijî tundiya malbatî pêşkêş kir. Rêxistinê diyar kir ku di sala 2025’an de li başûrê Kurdistanê 15 hezar û 826 dozên tundiya malbatî hatine tomarkirin.
Li hemû bajaran tundî zêde bûye
Seroka Rêxistina Alîkariya Hiqûqî ya Jinan Şoxan Heme Emîn, bal kişand ser girîngiya rola parlementoyê ku 600 roj in hatiye rawestandin û ragihand ku pirsgirêkên civakî hê jî nehatine çareserkirin. Şoxan bal kişand ser pêwîstiya parastina kesên ku di encamê tundiyê de tên kuştin. Wê her wiha destnîşan kir ku tundî û pirjinî li hemû bajaran zêde bûye, dozên jinberdanê li bajarên ji bilî Silêmaniyê zêde dibin. Her wiha heta ji çar malbatan yek ji hev dikeve.
Parêzer Gona Mecîd di konferansê de amarên li ser dozên jinberdan û pirjiniyê li dadgehên Herêma Kurdistanê ji bo salên 2024 û 2025’an parve kir.
“Dozên jinberdanê li Hewlêrê: 878 di 2024’an de, 7 hezar û 113 di 2025’an de
Silêmanî: 5 hezar û745 di 2024’an de, 5 hezar û 369 di 2025’an de
Duhok: 2 hezar û 33 di 2024’an de, 2,354 di 2025’an de
Kerkûk û Germiyan: 728 di 2024’an de, 990 di 2025’an de
Tenê li Silêmaniyê kêmbûnek 376 dozên jinberdanê hat dîtin.
Destûrên zewaca duyemîn di sala 2025’an de wiha hatine tomarkirin:
Hewlêr: 43 bûyer
Silêmanî: 39 bûyer
Duhok: 26 bûyer
Kerkûk û Germiyan: Ti bûyer nehatine tomarkirin
Amarên li ser pejirandina zewaca derveyî welat ji bo sala 2025an:
Hewlêr: Hezar û 25 bûyer
Silêmanî: Hezar û 407 bûyer
Duhok: 674 bûyer
Kerkûk û Germiyan: 13 bûyer
Nebûna hikûmet û parlementoyê sedema sereke ya zêdebûna pirsgirêkên malbatî ye.”
Pirsgirêkên civakî mezin dibin
Şêwirmenda parêzer û seroka Rêxistina Alîkariya Hiqûqî ya Jinan Şoxan Heme Reşîd, diyar kir ku rêxistin her sal di salvegera qanûna tundiya navmalî de îstatîstîkan belav dike û destnîşan kir ku bûyerên tundiya navmalî di salên borî de zêde bûne. Wê ev zêdebûn bi kêmasiyên saziyên peywendîdar û bêbandoriya parlementoyê ve girêda. Wê destnîşan kir ku pirsgirêkên civakî mezin dibin û parlemento di dîtina çareseriyan de bêbandor e. Wê diyar kir ku berjewendiyên siyasî rê li ber reformên qanûnî digrin, guhertinên di qanûna rewşa kesane de gelek pirsgirêk ji bo malbatan çêkirine û van guhertinan bandorên psîkolojîk ên cidî li ser jinan kirine. Wê zêde kir ku jinên ku di pêvajoyên veqetînê re derbas dibin, bi tevahî ji mafên xwe û mafên xwe yên di derbarê zarokên xwe de haydar nînin.
Di dawiya axaftina xwe de, wê diyar kir ku tundî zêde dibe û ji bo pêşîgirtina wê hişyarkirin pêwîst e. Şoxan tekez kir ku medya û rêxistinên civaka sivîl di vê mijarê de roleke girîng dilîzin, lê saziyên peywendîdar û hikûmet jî berpirsiyar in ku qanûnan baştir bikin û tedbîrên bihêztir li dijî tundiya navmalbatî bigrin.