‘Di sala 2024’an de tundiya li dijî zarokan gihîşt asta herî bilind’

Li gorî rapora salane ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2024’an de tundiya li dijî zarokan a di şer û pevçûnên li seranserê cîhanê de gihîştiye asta herî bilind.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres ve hatî pêşkêşkirin, li gorî sala 2023’yan binpêkirinên mafên zarokan ên giran ji sedî 25 zêde bûne.

‘Herî kêm 4 hezar û 500 zarokan jiyana xwe ji dest dane’

NY’ê da zanîn ku di sala 2024’an de 41 hezar û 370 binpêkirinên giran pêk hatine. Ji van 36 hezar û 221 di sala 2024’an de hatine kirin  û 5 hezar û 149 bûyerên ku salên din jî ji ber ku di sala 2024’an de hatine tespîtkirin li hejmara binpêkirinên sala 2024’an hatine zêdekirin. Ev hejmar asta herî bilind a 30 salên dawiyê ye. Herî kêm 4 hezar û 500 zarokan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 7 hezar zarok jî birîndar bûne.

Nûnera Taybet a Zarok û Pevçûnên Çekdarî ya NY’ê Virgina Gamba got: ‘’22 hezar û 495 zarok bi awayekî rasterast ji van tundiyan bandor bûne. Ev zarok li şûna ku biçin dibistanê yan jî bilîzin neçar mane ku têkoşîna jiyînê bidin meşandin. Ev hişyariyek e, êdî qonaxa bidawîbûna vê yekê jî ji holê rabûye.’’

Li Zîvala Xezayê zêdetirî 8 hezar û 500 binpêkirinên mafên zarokan

Di “Lîsteya Rûreşiyê” de ku beşeke rapora berbehs e, ji aliyên ku ji binpêkirinên mafên zarokan berpirsiyar in, pêk tê. Îsal jî hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê û Hamasê di lîsteyê de cih girtin. Bi taybetî jî li Zîvala Xezayê zêdetirî 8 hezar û 500 binpêkirinên mafên zarokan ên giran pêk hatine û li gel vê yekê di serê lîsteyê de cih digire. NY’ê piştrast kir ku di sala 2024’an de li Xezayê hezar û 259 zarokan jiyana xwe ji dest dane û lêkolînên mirina têkildarî 4 hezar û 470 zarokan jî berdewam dikin. Hate diyarkirin ku di operasyonên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de jî zêdetirî 500 zarokan jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.

Herêmên tundî lê zêde ne

Ji bilî Xezayê  welatên ku lê binpêkirinên mafên zarokan ên giran zêde ne, ev in:

- Komara Kongoyê ya Demokratîk: Zêdetirî 4 hezar binpêkirin

- Somalî: Zêdetirî 2 hezar û 500 binpêkirin

- Nîjerya: Nêzîkî 2 hezar û 500 binpêkirin

- Haîtî: Zêdetirî 2 hezar û 200 binpêkirin (Di nava salekê de ji sedî 490 zêde bûye)

Bi taybetî jî li Haîtîyê tevlîbûna zarokan ya ji çeteyên çekdarî re, tundiya zayendî û cînayetan rê li ber fikarên mezin vekirin. Haîtî ji ber çeteya bi navê "Viv Ansanm" (Pêkvejiyan) ku zarokan di şer û pevçûnên çekdarî de bi kar tîne û ji ber bûyerên destdirêjiya komî cara ewil di nava ‘’Lîsteya Rûreşiyê’’ de cih girt.

NY’ê diyar kir ku tundiya li dijî zarokan a di şer û pevçûnên çekdarî de veguheriye rewşeke sîstematîk û ji bo parastina zarokan divê bi lezgînî di asta gerdûnî de tedbîr werin standinê. NY’ê hişyarî da û got: “Ev rapor bes ji hejmaran pêk nayê; her îstatîstîkek trawma, êş û pêşeroja zarokan e.”