Di Roja Keçan a Navnetewî de lêkolîner û parêzerên Rojava çi dibêjin?

Lêkolîner û parêzerên Rojava tekez dikin ku keçên li Sûriyeyê bi xeterên îslama radîkal û kiryarên giran ên dermirovî li dijî mafên mirovan re, rûbirû dimînin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Di 19’ê Kanûna 2011’an de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryara 66/170 pejirand û 11’ê Cotmehê wekî Roja Zarokên Keç a Navnetewî ragihand.

Daneyên 2026’an yên NY û UNICEF’ê

Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) nîşan didin ku zarokên keç û jinên ciwan li deverên cuda yên cîhanê rastî dijwariyên berdewam tên. Bi taybetî zewaca di temenê biçûk de bêparhiştina ji perwerdeyê û nebûna derfetên kar derdikevin pêş.

Daneyên navneteweyî asta dijwariyên têkildarî zewaca zarokan û newekheviya di derfetên perwerdeyê de eşkere dikin. Nîşaneyên sereke bi daneyên îsal ev in:

Her sal, zêdetirî 12 milyon zarokên keç beriya gihîştina temenê mezinbûnê dizewicin ku ev yek tê wateyê her 3 saniyeyê zarokek keç dizewice.

Zewaca zarokan: Ji pênc zarokên keç yek, li çar aliyên cîhanê beriya bibin 18 salî hatine zewicandin ku ev yek tê wateya bi qasî 650 milyon jin û zarokên keçên di zarokatiya xwe de hatine zewicandin.

Di qada perwerde û kar de jî keçên di navbera 15 û 19 salî de du qat ji kurên di heman temenî de bêhtir ji perwerde û kar bêpar in.

Li gorî NY û UNICEF’ê, pêşketina çêbûye ev e: Hewldanên navnetewî, perwerde û reformên yasayî yên di 25 salên borî de alîkarî kirine ku bi qasî 68 milyon zewaca zarokan bê astengkirin.

Îstatîstîkên Sûriyeyê yên perwerdê

Li gorî Anketa Pêdiviyên Giştî ya Malbatên Sûriyeyî ku ji aliyê Komîsyona Plankirin û Îstatîstîkê ve di destpêka sala xwendinê ya 2026-2027’an de hatiye weşandin; rêjeya malbatên ku zarokên wan di bin 18 salî de ne û zarokên wan di perwerdê de nehatine qeydkirin, gihîştiye nêzî ji sedî 15,8’an.

UNICEF texmîn dike ku nêzî 6.9 milyon zarokên Sûriyeyî hê jî hewcedarên alîkariya mirovî û vegerandina xizmetên bingehîn (tenduristî, perwerde, av û parastinê ne.

Li gorî Planên Bersiva Mirovî ya 2026’an, zarokên keç û jin rêjeya herî mezin a komên xeternak in ku ji bo alîkariyê hatine hedefgirtin temsîl dikin. Ew ji sedî 58 hemû sûdmendên bernameyên parastinê pêk tînin.

Yasayên navneteweyî û doktrînên olî di parastin û piştgiriya mafên keçan de dikevin nava hev û bi wê yekê zarokên keç rastî binpêkirinên herî hovane tên.

Di vê dosyaya xwe de me xwest balê bikşînin ser ola îslamê û yasayên li Sûriyeyê. Der barê vê mijarê de lêkolînera Navenda Lêkolîna Kongra Îslama Demokratîk Kînda Kenan û parêzer Şukriya Yûsif ji ajansa me re axivîn.

Lêkolînên nûjen li ser zewaca HZ. Ayşe

Kînda Kenan, tiştên ku ola îslamê ji bo keçan dibêje wiha şîrove kir: “Gava qal tê kirin kîjan keça biçûk di ola îslamê de tê zewicandin, HZ. Ayşe tê bîra me. Heta niha tu lêkolînan tekez nekirine temenê Ayşe çiqas bûye gava bi HZ. Muhemmed re dizewice. Lê di lêkolînên lêkolînerên nûjen de tê gotin ku di serdema xanim Ayşe de, dema biyolojiya wan temam dibû dest bi jimartina temenê keçan dihat kirin. Li gorî wê Ayşe ne 9 salî, 19 salî bûye dema bi HZ. Muhemmed re zewiciye.”

Pirtûkên pîroz zarokê keç û jinan parastine?

Kînda Kenan diyar kir ku mafên jinan di pirtûkên pîroz be hatine parastin û sedema wê spart ayeta ji Sûreya Tekwîr dibêje “Û dema ku keçika zindî hat veşartin tê pirsîn ka ji bo çi gunehê hatiye kuştin?” Şîroveyên kevn û nûjen anî beramberî hev û wiha domand: “Di şîroveyên kevn de mafên jinan hatine binpêkirin lê di xwendin û lêkolînên nû de parastina jinan di pirtûka pîroz de zelal dibe. Lê hinek welat li gorî xwe pirtûkên pîroz şîrove dikin û neparastina jinan rewa dikin.”

Mafên HZ. Muhemmed dabû hevjîn û keçên xwe îro pêk bînin wê çi bibe?

Kînda Kenan got ku îro îslama Muhemmmedî nayê bicihanîn û sedema wê wiha vegot: “Pêxember dibêje: ‘Ji keçan nefret nekin, çimkî ew hevalên dilgerm û hêja ne.’ Lê îro ev gotin nayê pêkanîn çimkî mafên jinan di bin navê îslamê de tên binpêkirin. Ew mafên ku HZ. Muhemmed dabû hevjîn û keçên xwe îro werin pêkanîn dê jinek bêmaf nemîne. Kengî bêmaf dimîne? Gava sîstemên desthilatdar pirtûka pîroz li gor berjewendiyên xwe şîrove dikin. Ev li Rojhilata Navîn gelek li pêş e.”

‘Di demeke ku divê dîroka jinan bê nivîsandin de hewl didin mafên keçan bên pejirandin’

Kînda Kenan bal kişand ser serdema îro û gihîştina sala 2026’an û diyar kir ku li şûna li ser dîroka jinan lêkolîn bikin, hê jî hewl didin bidin bawerkirin ku keç xwedî heman mafên kuran in û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Gotina ola îslamê û pirtûka pîroz ji bo çewisandina mafên jinan daketiye şaş e. Ji ber destûra Iraq, Tirkiye, Sûriye û Îranê jî xwe dispêre ola îslamê. Ji lewre ji bo parastina mafên jinan jî yasa tune ye.”

Kînda Kenan da zanîn ku Kongra Îslama Demokratîk destek nade zewaca keçên biçûk vê yekê wekî sûc pênase dike û wiha axaftina xwe domand: “Em vê zewacê red dikin û nakeve bin siya îslamê. Em hewl didin dîroka kevn bikolin, agahiyên rast û nû eşkere bikin ku ev kirinên der heqê keç û kuştina jinan de dibin sûc in.”

Polîtîkayên olperestiyê li dijî keç û jinên Sûriyeyê ne

Kînda Kenan bal kişand ser rewşa Sûriyeyê, tekez kir ku zarokên keç di rewşeke xirab de dijîn û wiha behsa olperestiyê kir: “Zewaca mêrekî bi çar jinan, nexwîne, dernekeve û rûgirtî be hatiye rewakirin. Îslam ji xwe re kirine rûpoş û di bin wî de jî şer dikin. Çimkî ne wekî zagonan e ku kes dikare li hemberî wê derkeve. Kiryarên dikin jî bi gotinên xwedayî ve girê didin, ji ber ku ên li hemberî gotinên xwedayî reflêks nîşan bidin dibin sekên ku sûcên mezin dikin. Kiryarên li ser jinan pêk tînin bi şeraa xweda ve girê didin û ol tê berevajîkirin lê xweda mafên keç û kuran wekhev kiriye.”

Riyên parastinê zagon û destûrî ne

Kînda Kenan bi diyarkirina gavên şênber di nav de çawaniya parastina mafên keç û jinan tekezî li ser parastina jinan di destûr û zagonan de kir û wiha berdewam kir: “Destpêkê divê ol û dewlet ji hev werin veqetandin, da ku ol nebe amûra êrîşa li ser jinan. Dema dewlet mafên mirovan dinivisîne divê cihek girîng ji mafên jinan û keçan re jî veqetîne. Bi taybetî bo parastina keçên biçûk ên bi tecwiz, kuştin û zewaca di temenê biçû re rûbirû mane. Divê zagonek taybet hebe parastina mafên keçan bike da ku kujer û sûcdaran ceza bikin, careke din kiryarek din nekin. Cihdanîna mafên jinan di destûr û zagonan de gelek girîng e.”

‘Ji bo parastina keçan zagonek taybet hewcedariyek lezgîn e’

Kînda Kenan çend mînakên şênber di êlan de çêdibin bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di sîstema êlan de ev heye; keçek li hemberî xwîna mêrekî didin, du mêr bi hev dikevin yek ê din dikuje zarokek keç ku haya wê ji bûyerê tune ye û têkilî wê tune ye, dibe qurbana refleksa mêrekî. Hinek zarokên keç li hemberî xwînê û deynan tên dayîn û keç bûne amûra kirîn û firotinê. Li ser sûcdar û kujerên keç û jinan divê cezayên darayî werin ferzkirin, ligel cezayên girtîgehê. Wiha wê destdirêjiya li ser keçan sînordar bibe. Çimkî îro dem dema xwendina keçan û nivîsandina jinan a dîroka xwe ye. Piştî ku di bin navê ol, mîtolojî û civakê de hebûn û mafê wan hatin binpêkirin û çewisandin.”

Kîjan madeya zagona Sûriyeyê divê were guherandin?

Parêzer Şukriya Yûsif jî li ser mafên jinan ên di yasayên Sûriyeyê de bi bîr xist û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Di zagona Sûriyeyê de hatiye tekezkirin ku divê keça bizewice 18 sal temam kiribe lê yasayên Sûriyeyê hiştiye ku keç 15 salî jî bizewice, bi şertê dadwerê şerîetê bedena wê kontrol bike. Lê bi nêrîna min ev hê zarok e û tênegihîştiye bibe xwedî gotin û helwest. Divê guhertinek di zagonan de çêbibe û were tekezkirin ku zewaca beriya 18 salî çênabe. Ger zewac berî wê çêbibe divê fesix bibe. Dadwerê bi vê zewacê rabe û bavê vê zewacê erê bike divê herdu jî ceza bigrin.”

Bênasnamebûna jinan û şopên zewacê

Şukriya krîza neqeydkirinê di Sûriyeyê de û şopên wê li ser jin û keçan şîrove kir û got: “Heta niha jî kesên neqeyîdkirî (biyanî) di hundirê Sûriyeyê de nebûne xwedî nasname. Îro jinek neqeydkirî bizewice, nikare nasnameya hevjînê xwe bigre lê zarok nasnameya bavê xwe digrin. Di vir de jin nikare daxwaza mafên xwe ji bo xerc, wesayet û lênêrîna zarokên xwe bike. Çimkî jinek bênasname û bê belge ye.”

Zelalkirina du madeyên destûrî


Şukriya da zanîn ku yasaya Sûriyeyê ji fiqha îslamî hatiye girtin û du madeyên destûrî wiha vegot: “Fiqha îslamê dibêje mêrek dikare bi du jinan re bizewice û jin ji mafê xwe yê mîras bêpar e, ev pirsgirêkek mezin e heta niha em dijîn. Du made di destûra nû de hatine nivîsandin ku xelkên Sûriyeyê di yasayê de wekhev in lê di çi de wekhev in nediyar e. Diviyabû bihata nivîsandin jin û mêr di van madeyên yasayî de wekhev in. Ji ber nezelaliya van du madeyan em bi pirsgirêka kotaya jinan a di parlemanto, navendên çêkirina biryara siyasî û hemû dezgehên din re jî rûbirû dimînin.”

Cudahiya Yasayên Rûhanî û pêdiviya yasayên sivîl

Şukriya tekezî li ser hebûna yasayên sivîl li Sûriyeyê û pêkanîna wê ji bo hemû pêkhateyan kir û wiha sedema wê bi bîr xist: “Nabe li welatekî xirîstiyan cûda yasayênn xwe bi cih bînin, an jî Êzidî û netewek din. Xirîstiyan mafên mîrasê didin jinan, çimkî yasayên wan rûhanî ne. Divê zagonek hebe li ser hemû netewan were pêkanîn, da ku îro gilîyê jinek hebe bizanibe berê xwe bide vî yasayî ku mafê wê biparêze. Pêdivî bi yasayên sivîl heye ku bibe sîwana hemû netewan. Divê madeyek li madeyên yasayî zêde bibe ku jinên Sûriyeyî yên li derveyî welat dijîn, gava vegerin dikarin nasnameya xwe bidin zarokên xwe.”

‘Wezareta jinan li Sûriyeyê pêdiviyek demildest e ji bo jinan e’

Şukriya pêdiviya avakirina wezareta jinan li Sûriyeyê anî ziman û da zanîn ku xebateke yasayî ji bo jinan bike dibîne û wiha berdewam kir: “Divê wezaret an jî desteyeke jinan were avakirin da ku em bikaribin li ser mafên yasayî yên jinan bixebitin. Çimkî mafên jinan li vî welatî nayên parastin. Divê temenê zewaca keçan em bikin 20 sal ne 18 an jî 15. Mafên jinan di kar de divê were parastin û kotaya wê hebe, xwedî gotin û biryar bin. Divê wezîrên jin di wezaratan de jî hebin. Sûcdarên ku destdirêjiyê li zarokên keç dikin divê cezayên herî giran li wan werin birîn ji lewra çalakkirina yasayên wiha gelek girîng in.”

‘Gavên yasayî neyên avêtin wê Sûriye bi modela Iraq û Efganistanê re rûbirû bimîne’

Şukriya tekez kir ku zarokên keç li Sûriyeyê bi metirsiya neparastina yasayî re rûbirûne û bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: “Li parêzgeh û bajarên Sûriyeyê zewaca keçeke 10 salî hatiye belgekirin û dadwer vê zewacê erê kiribû. Metirsiyek pir mezin heye ku rewşa Sûriyeyê veguhere rewşa Iraq û Efganistanê û ger ev bibe em ê bi paşve biçişn. Çareserî ew e ku dozên min li jor gotin û gelek mafên din ên keçan û jinan ên neanîne ziman jî bibin madeyên yasayî, werin nivîsandin û parastin.”