Di roja cîhanê ya pirtûkan de, çar pirtûk hatin nasîn

Li bajarê Koye, mersîmek ji bo nasîna pirtûka Qubad Celzîde û nivîskarên bi nav û dengên Kurd hate li darxistin. 4 pirtûk hatin nasîn, hejmarek berbiçav a jinan di merasîmê de amadebûn.

ŞIYA KOYE

Koye -  23’ê Nîsanê weke roja pirtûkan hatiye nasîn. Hejmarek nivîskarên bi nav û deng di vê rojê de çalakiyên xwendin û nasandina ji bo pirtûkan li dardixin. Bivê boneyê li bajarê Koye merasîmek ji bo nasandina pirtûkên helbestvan û nivîskar Qubad Celzîde hate li darxistin. Wek parêzvanê jinan tê nasîn. Divê merasîmê de 4 pirtûk hatin nasîn. Hejmarek jin beşdar bûn.

‘Ji nivîsê re kêrhatî lazime’

Kajîn Azad ku di nasîna pirtukan de amade bû wiha got: “Niha hezkirina ji pirtûkan ji ber teknolojiyê kêm bûye. Di demekê de pirtûk cîhanek dine ku dikarin bi riya pirtûkê çanda dinyayê bizane. Ji ber wê daxwaza min ji hemû xwendevanan ewe sûd ji pirtûkan bigrin. Li Koye hertim çalakiyên xwendin û nasînê li pirtûkxaneya giştî ya Koye tê li darxistin. Ez têm vêderê ez ji bo nasîna pirtûkan keyfxweş dibim. Herçend ez ji xwendina helbest û romanan hez dikim pirtûkên din jî dixwînim. Piraniya deman helbest dinivîsîm. Destê min yê nivîsê heye, lê belê nizanim çawa li hev binîm ji vêre kêrhatî lazime.”

Sekreterê Navenda Komeleyetî ya Koye li Silêmanî Xumar Refîq Mistefa ji bajarê Silêmanî hatiye beşdarî nasîna pirtûka Qubadî Celzîde bûye wiha got: “Helbestên Qûbad Celzîde helbestê wî parastina jinan dike, li gel wî jin dayîke, xwîşke û malbate. Hertim bivî awayî jin parastiye, ez jêre serkeftinê dixwazim.”

‘Divê jin derbikevin’

Çalakvan Neşmîl Sabîr Mîre di roja cîhanî a pirtûkan de wiha got: “Yê ku pirtûk nexwîne nizane wateya jiyanê çiye, ji ber pirtûk jiyana têgihiştinê têdeye. Bi riya xwendinê dikarî peyama xwe bigihînî û pêşbikevî.”

Neşmîl Sabîr Mîre ku di roja cîhanî ya pirtûkan de beşdarî merasîma nasandina pirtûka Qubad Celzîdehî bûye derbarê wê de ev tişt got: “Divê jin bixwîne, têbigihe, ji ber cihê jinê girînge bi taybet di aliyê siyasî de. Ger em temaşeyî herçar parçeyên Kurdisyanê bikin, emê bibînin ku jin çiqas têgihiştine li dijî hemû dinyayê şer kirine û çong bi DAIŞ’ê danîne ez ji vir çavê jinên Qendîl, Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê maç dikim. Ez bi xwe jî beşdarî şerî DAIŞ’ê bûme ji ber wê ez diwê hêviyê deme jin bên ji derve û cihên semîneran ji jinan tije bin û da ku kesayeta xwe bibînin.”