Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê di roja 968’an de bi biryardarî didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 189’emîn ve hat dewirgirtin.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 189’emîn, di roja 968’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin di şexsê Şehîd Salih Muslim de ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 188’emîn Gulê Urek daxuyaniyek xwend.
‘Heta azadiya fîzîkî Rêbertî wê têkoşîna me berdewam bike’
Gulê Urek di daxuyaniyê de bal kişand ser armanca çalakiyê wiha got : “Armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ger Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, wê giştî Cîhan li ser fikrên Rêbertî di nava aramiyê de jiyan bikin. Em silav û heskirinên xwe ji kesan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê APO têdikoşin dişînin. Em weke şagirtên Rêber Apo dibêjin heta em bi fîzîkî Rêbertî dinava xwe de nebînin, wê têkoşîna me berdewam bike.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 189’emîn û dirûşmeyan dawî bû.