Di pêvajoya aştiyê de jinên Kurd – GOTAR

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de, gelek têgehên ku têkiliya di navbera gerdûn û fikra mirov, aqîl bi tevgeran çawa tê bikaranîn û bandora hestan a li ser biryaran digre dest, pêşkêş kiriye.

ZAHÎDE MEMO*

 Di cîhanek herdem diguhere ku felsefe bi siyaset û dîrok bi nasnameyêre hevrişî de, pirsgirêka Kurd wekî neynikeke rast ya kaosa rêxistinkirî ku wateyê ji nû ve şêwe dike derdikeve holê. Guhertin ne ji bêdengiyê, ji nakokî, hişmendî û teqînek têghîştinî derdikeve holê ku deriyên nû ji bo têgihîştin û veguherînê vedike.

Guherîn, bi xwezayî rewşekî guhêrbar e. Pêvajoyek domdar ku rehendên felsefî û îdeolojîk hildigre û bi dînamîzmê re karekterîze dibe ye. Jiyan ji qonaxên ku hev dişopînin derbas dibe û her qonax çi di asta takekesî de çi jî di pîvanên gerdûnî de be, divê rê ji berçavan bê derbas kirin û guhertin. Mirov wek mîkrokozmosek, guhertinên kozmîk di hundirê xwe de ango di mêjî, fikir û avahiya xwe ya fîzîkî de dide xuyakirin. Dema di vê hêlê de tê temaşekirin, guhertin ne rewşeke sabît e. Berovajî vê yekê, aydê tevgera gerdûnî, rakêş û qanûnên xwezayî yên wekî zivirîn û yên din e. Ev yek wê tîne pêvajoyek domdar a nabza gerdûnê nîşan dide.

Ji bo ku em guherînê bi kûrahî fêm bikin, divê em van pirsan bikin: Çima pêwîst e? Gelo tişta ku qonaxa beriya guhertinê, ji qonaxa piştî wê cuda dike çi ye? Gelo kîjan xeletî bûn sedema ji nû ve nirxandina riyê? Gelo kîjan şaşîtî hatin û ev şaşîtî çawa bên rastkirin? Gelo kokên ku dibin sedema vêguherîne çî ne? Gelo şert û mercên ji bo pêşveçûnê rê li ber pêjirandina rêbazek nû vedike çî ne?

Armanca sereke, vegerandina tiştê ku ji civaka Kurd hatiye dizîn e

Îro piştî sedsalek ji Hevpeymana Sykes-Picotê, pêdivî ji nû ve teşekirina îdeolojiya serdest û avakirina paradîgmayek nû ya li ser bingeha derfetên heyî ya ji bo bihêzkirina bingehên leşkerî, siyasî û avahiyên civakî, heye. Armanca sereke, tiştê ku ji civaka Kurd hatiye dizîn vegerînin û dawî li hegemonyaya ku dixwaze bi rêya dagirkirin, koçberkirin, kuştin, wêrankirina jîngehê, hedefgirtina jinan û bêparkirina ciwanan a ji kokên zanîstî û ziman, nasnameya wê ya çandî û erdnîgarî tune bike, bînin.

Gelê Kurd, li çar perçeyê Kurdistanê û dîasporayê koka xwe belav kirine

Tevî hewldanên tûnekirina bipergalî jî, rê bênavber didome. Civaka Kurd, nêzîkatiya entelektuel a zelal a Rêber Abdullah Ocalan a bi rêya tez û îdeolojiya xwe ya lihevkirî daniye holê, şopandine û vê nêzîkatiyê paradîgma û manîfestoya hemdem ava kiriye. Bi vî rengî, hemû nebe jî piraniya Gelê Kurd, bi parastina nasnameya xwe ya civakî, çand û zimanê xwe yê dayîkê, li çar perçeyê Kurdistanê û dîasporayê koka xwe belav kirine. Lewma, fêmkirina xwezaya guherînê, lêgerîna rêyên bidestxistina wê û fêmkirina astengiyên li pêşiya wê, girîng e. Rêber Abdullah Ocalan di "Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" de, gelek têgehên ku têkiliya di navbera gerdûn û fikra mirov, aqîl bi tevgeran çawa tê bikaranîn û bandora hestan a li ser biryaran digre dest, pêşkêş kiriye.

Bêaramî beşek ji xwezaya rastiyê ye

Di vê çarçoveyê de, balkişand ser ser fîzîka kuantumê û destnîşan kir ku sabîtên teqez tunene û hemû tiştên di gerdûnê de têz guhertnn, bi me re têkilî datîne û em jî bi wê re di nava têkiliyan de ne. Hemû tiştên ku ji atoman ava dibe, dikare şêwe û naveroka xwe biguherîne; Lewma di vê têgihîştinê de cîh ji bo dogmatîzmê nîne. Rêber Ocalan dema pirsgirêka Kurd nîqaş dike, behsa hêmana nezelaliya kuantumê kiriye û vê yekê mifteya wek têgihîştina tevlihevî û veguherînên rastiya Kurd dîtiye. Diyar kir ku bêaramî beşek ji xwezaya rastiyê ye û mîsoger kiriye ku em ev bi vê nêrînê dikarin ber bi çareseriyên nermtir û rasttir ve herin. Wateya bi rêjeya kaosê tê pîvan û ji bo pirsgirêka Kurd jî tam tê dîtin. Gelo ger nezelaliya kûr û têgihîştina li derdora wî nebûya, me dikaribû em vê rêjeya mezin a wateyê hilberînin? Ji tarîtî û perdeyê wateyek mezin ava bû û me vê perdeyê perçe kir.

Em niha tam di nav teqînek wateyê de ne

Ger em behsa heqîqeta Rêber Abdullah Ocalan bikin, ew kesekî ku zarfê çandî û siyasî yê li ser Kurdan hatiye ferzkirin perçe kir û bi zelaliyek bêhempa rêya têgihîştina kolektîfê vekir e. Me neştera fikrê li dijî hemî aliyên nezelaliya dîrokî û rojane aresteyê hemû aliyan kir û encam bû teqînek mezina zanînê. Em niha tam di nav teqînek wateyê de ne. Rêber Abdullah Ocalan, di Sibata borî de dest bi pêşniyara pêvajoya aştiyê kir û banga derbasbûna qonaxek nû ya guhertinê ya li ser bingeha prensîbên ku ji hêla Kurd û gelên Kurdistanê ve tên pejirandin ku bi aqilmendî û demokrasiyê karakterîze kir. Bang li ser fehskirina Partiya Karkerê Kurdistan (PKK), danîna çêkan û vekirina rêyekî siyasî ya nû ya li ser bingeha fikir û îradeyê ye.

Yek ji daxuyaniyên herî bi bandor ên di "Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" de ev gotinên Rêber Ocalan e: “Tenê yên şer dikin dikarin aştiyê pêk bînin; Hezên din nikarin bibin hêza Aştiyê.” Destnîşan kiriye ku ne ji aliyê mirovên asayî ve, ji aliyê kesên xwedî hêza raman, rih û hestê ne ve tê afirandin. Ne mêrekî tîpîk, bêrovajî Derwêşê Evdî yê bingeha mêranî, hewes û Kurdîtiyê temsîl dikir jî bi temamî vê yekê temsîl dikir. Derwêşê Evdî, ne mêrekî klasîk û klîşe bû; di damarên wî de rihê welat wek nabizê diavêt û ji bo dozê xwe feda kir. Sembola fedakarî û azwerî ya li çiyayên Kurdistanê û hucreyên Îmraliyê bû. Bêguman jin ji bo Rêber Ocalan û Derwêş jî yek e. Rêber Ocalan jinan veguherand sembolek kûrewî ya rûmet û azadiyê. Nasnameya jinan lêkolîn kir, esasa wê nîqaş kir û bi rêya nîqaşên bi çalakvanên jin ên ku di nav refên partiyê de ji bo berxwedana rewa çek hilgirtine, di heman demê de avahiya rêxistinî pêş xistin û bi awayekî bandor beşdarî qada siyasî bûn, bang li jinan kir ku xwebûna xwe ya rast kifş bikin.

Analîzkirina heqîqeta jinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn

Pêwîst e nasnameya jinan a ku hatiye bidestxistin, ji hêmanên zayendîperest bê paqijkirin
Ev mîrate, di pêşengtiya jinên Kurd ên di roja me ya îro de û di rola wan a çalak a di parastina mafên Kurd û doza Kurd de bi awayekî zelal tê dîtin. Rêber Ocalan, di peyama xwe ya dawî ya ji bo tevgera Jineolojiyê de, bi analîzkirina heqîqeta jinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, serweriya civaka mêrên serwer danî holê û balkişand ser tiştên ku divê jin ji bo ji nû ve bidesxistina tiştê ku bi sedan salin ji wan hatine dizîn. “Pêwîst e nasnameya jinan a ku hatiye bidestxistin, ji hêmanên zayendîperest were paqijkirin. Divê jin ji bo vê yekê lêhûrbûnê bikin. Mîna ku V. Woolf gotiye; divê odeyek aydê jinan bi xwe hebe. Pêwîst e derbarê xwe de bifikire û bikaribe xwe ava bike. Ez dizanim jinbûn çiqas zehmet e û bi vê zanebûnê viya dibêjim. Dema di bin çanda tecawîzê ya zilam de jiyan dike, bi awayekî azad xwe avakirin, ji bo jinê zehmet e. Lê jin vê rastiya şewitîner qasî min bi êşkişandinê, bi hêrsbûnê hîs dikin yan na, ez nizanim. Ez bi vê hêrsbûnê her roj bi awayekî fikrî xwe nû dikim, çareseriyê hildiberînim û ji bo ku jin bi awayekî azad bijî, dijîm. Wateya jiyanê li cem min bi vî rengî rasteqîniyê qezenc dike.

‘Ez dizanim ku jin dê pêşengiya vê pêvajoyê bikin’

Tê gotin ku femînîst dibêjin çima mêrek pêşengiya tevgera jin a Kurd dike. Mafdar in, xweziya jinan karîbûya ev pêşengî bikira. Min jî gelek dixwest. Mixabin li derveyî tevgera Kurd jî, bi giştî jî hîn ev pêşengtî derneketiye holê. Min her tim got, divê jina azad çawa be û ji bo wê proje, teorî çêkirin; min bîrdoziya azadiya jinê û Jîneolojî pêş xist, min ev gihand hêza rêxistinbûnê. Min ji bo veguherandina mêr û bi rêya jinê azadkirina civakê hewldan kir, xebat meşand. Ji bo ku bibim zarokekî hêjayî xwedawendan, min ev yek kiriye. Ez bendewar im ku min bi vê rastiya min, bi awayekî rast fêm bikin. Ez dizanim ku wê jin pêşengiya pêvajoya ‘Aştî û demokrasiye’ ya ku em hewl didin li pêş bixin, bikin. Ew xwediyên ji nîviyê zêdetirî serkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin in.“

Girîngiya Manîfestoyê

Yek ji xalên herî berbiçav ên vê nirxandinê ev e ku jinên di tevgera Kurd û civaka Kurd de di pêşengiya serkeftin û destkeftiyan de cih girtine. Ev yek ji bo me jinan, motîvasyonek bihêz diafirîne ku em bingeha pêşxistina pêvajoya aştiyê avadikin û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî objektîf û kûr fam bikin û argumanên wî bi hevsengiya aqil û hestê bi awayekî zanistî analîz bikin. Piştgirî û rexneyên ku  Rêber Ocalan mîsoger dike, li her çar perçeyên Kurdistanê û li her qadê ku civaka Kurd lê heye, ji bilî me ber bi pêşkeftina zêtir bibe û me ji aliyê îdeolojîk ve li gorî hewcedariyên qonaxa heyî areste bike, tu armancek din nîne.

Beşdariya jinan a li pêvajoyê

Peyama vîdyoyê ya piştî 26 salan hat weşandin, ji hemû hêzên serdest û cîhanê re îspat kir ku ev proje pêşve diçe. Em dibînin ku hewldanên domdar ên bi salane didomin û yên li qadê zelal û rast in. Bi awayekî zelal eşkere bûye ku yekane çareseriya qeyran û pirsgirêka Kurd, aştî, diyalog û avakirina komên nîqaşê ku bi awayekî zelal derdikeve ku jin di bidestxistina vê serkeftin û serfiraziyê de hêzek bibandor e. Jinan, bi hişmendî, hebûn û ramanên xwe, projeya nîvromayî ya Rêber Abdullah Ocalan qala wê dikir, bi beşdariyên xwe yên pêşengtî yên di hemû warên siyasî, civakî û rêxistinî de temam kirin.

*Endama Akademiya Jineolojiyê