Di nava kavilan de ji bo jiyanê têdikoşe

Şirûq El-Cercawî ya ji Xezayê ku di nav kavilan de ji bo jiyanê têdikoşe dibêje: "Her perçeyek şîraniya ez difiroşim serkeftinek e, afirandina xewna bi destên xwe di nava kavilan de û xwedîkirina kurê xwe tiştên ku min bi dest xistine, bi nirx in."

NEXEM KERACÊ

Xeza – Li koşeyê dibistanek hilweşayî ya li taxa El-Şûceiyê li rojhilatê Xezayê, Şirûq El-Cercawî rûniştiye. Ew jinek di bîst saliya xwe de ye lingê xwe di komkujiyek dijmirovî yên hêzên Îsraîlê de winda kiriye. Lê ew mexdûriyetê red dike. Li şûna wê, biryar daye ku jiyana xwe bi awayek bijî.

Ji bo zarokê xwe careke din rabû ser piyan

Şirûq El-Cercawî hînî tu pîşeyê nebûye, tenê ew bi destan şîrînahiyan amade dike. Di encama topbarana hêzên Îsraîlê de hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye. Şirûq El-Cercawî bi dengekî hevgirtî tevî xemgîniya kûr a di çavên xwe de dibêje: "Dema ku ez li ber bedena parçekirî yê hevjînê xwe rawestiyam, gelek giriyam lê gava min li çavên zarokê xwe nihêrî, min dizanibû ku divê ez ji bo wî rabim ser xwe."

Lingê xwe winda kir

Piştî ku Şirûq El-Cercawî lingê xwe ji ber êrîşek li ser xaniyê xwe lê veşartibû qut bû, kete nava êşeke fîzîkî û derûnî. Amputasyon ne tenê dawiya lingê wê bû, destpêka têkoşîneke dirêj bi seqetiyê re bû, bi rastiyeke ku ew êdî nikaribû li tu derê bimeşe, heta bigihîje zaroka xwe jî ku di dema dermankirina wê de ji wê dûr mabû.

Ji mezinkirina zarokê xwe bêpar ma

Şirûq El-Cercawî wiha qala çîroka xwe dike: "Dema ku ez ji emeliyatê şiyar bûm. Êşa min careke din dest pê kir, kurê min salek û du mehî bû, ji ber ku min lingê xwe winda kiribû, di nexweşxaneyê de dimam. Tenê hefteyê carek min ew didît. Hûn dikarin xeyal bikin ku ji ber lingê we nîn e û hûn nikarin tevbigerin, ji hembêzkirina zarokê xwe bêpar bimînin? Dayika min tevî temenê wê mezin e jî alîkariya min dike û xizmeta zarokê min dike. Ez dixwazim lingekî protez ji xwe re peyda bikim û barê dayika xwe sivik bikim."

Li hemberî astengiyên jiyanê bi îsrar li ber xwe dide

Şirûq El-Cercawî piştî ku dest bi başbûnê kir, biryar da li nexweşxaneyê dest bi projeyek bike. Ji nû ve dest bi meraqa xwe ya çêkirina şîrînahiyan kir, hemû amûrên hêsan ên ku ji destên wê dihat kom kirin û dest bi firotina berhemên xwe ji bo xebatkarên tenduristiyê û koçberan kir. Qezenc ne zêde bû lê têr dikir ku ew hîs bike dikare bijî. Şirûq El-Cercawî wiha dibêje: "Her perçeyek şîraniya ku min firot serkeftinek bû. Mirov bi destên xwe di nav kavilan de tiştekî ku dişibe xewnekê biafirîne û kurê xwe bi tiştê ku te bi xwêdana eniya xwe qezenc kiriye têr bike, bi nirx e. Ez ne li qezencê digeriyam, li wateya hebûna xwe di nava vê hemû wêraniyê de digeriyam."

Dixwaze proje û xeyalên xwe bidomîne

Şirûq El-Cercawî portreyek zindî ya berxwedana jinên Filistînî ye ku piştî jêbûna lingê xwe, biryar da li ser xwe bimîne. Ew niha li benda dermankirinê li derveyî welat e û dixwaze ji nû ve dest bi jiyanê bike.