Di nava 8 rojan de li Xezayê 174 jin û 322 zarok hatin qetilkirin
Nûnera Taybet a Yekîneya Jinan a NY’ê ya Filistînê Maris Guymîn diyar kir ku ji sedî 60 kesên di êrîşên Îsraîlî yên ji 18’ê Adarê ve li dijî Zîvala Xezayê daye destpêkirin de jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in.

Navenda Nûçeyan – Piştî agirbestê di 18’ê Adarê de Îsraîlê careke din careke din dest bi êrîşên li dijî Zîvala Xezayê kir. Di şerê di navbera hêzên Îsraîl û Hamasê de ku dibe sedema mirina bi hezaran kes û birîndarbûnê, hejmarek zêde jin û zarok hatin kuştin.
Nûnera Taybet a Yekîneya Jinan a NY’ê ya Filistînê Maris Guymîn di daxuyaniya 28’ê Adarê de, diyar kir ku di navbera 18-25’ê Adarê de li Zîvala Xezayê 174 jin û zarok di nav de 830 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1787 kes jî birîndar bûne, destnîşan kir ku ev tê wê wateyê ku her roj 21 jin û zêdeyî 40 zarok têne kuştin.
Maris Guymîn da zanîn ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de ji sedî 60 kesên hatine kuştin jin û zarok in.
Xirabûna agirbestê zirara herî mezin da jin û zarokên li Xezayê
Maris Guymîn da zanîn ku xirabkirina agirbestê, rasterast bandorê li jin û zarokên li Xezayê dike, Îsraîlê şerê qirkirinê careke din daye destpêkirin, tenê di nava 8 rojan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gelek zêde bûye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya ya Xezayê, ji 18’ê Adarê ve ku Îsraîlê careke din êrîş li dijî Zîvala Xezayê da destpêkirin ve heta niha 896 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û piranî jin û zarok 1948 kes birîndar bûne.
Şerê di navbera hêzên Îsraîl û Hamasê de di 7’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kir û di nava hilweşîna mezin de piranî jin û zarok zêdetirî 164 hezar kes hatin qetilkirin û birîndar bûn, zêdeyî 14 hezar kes jî wenda ne.