Di nav têkçûna ewlehiyê de, li Suqaylabiye Xirîstiyan dibin hedef

Li Bajaroka Suqeylabiye ya li gundewarê Hemayê ku piraniya niştecihên wê Xirîstiyan in, rageşiyek cidî ya ewlehiyê hate jiyîn. Kesên bi çek û maske, ketin Qelaat el-Medîq û gundên derdorê û êrîşî sivîlan kirin, zirar dan hinek kargehan.

Navenda Nûçeyan – Li gelek bajarên Sûriyeyê yên ku di bin kontrola cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) de ne, rageşiyên ewlehiyê  û binpêkirinên ku bandor li pêkhateyên cûda yên civakê û mezheban dike, zêde dibin. Ev rewş li gel êrîş û binpêkirinên eşkere yên li dijî komên civakê yên li Sûriyeyê tên jiyîn.

Çavkaniyên xwecihî ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê re axivîn, diyar kirin ku bûyer duh êvarê dema du kesên biyanî ketine Cadeya El-Mişvar a bajarokê El-Suqeylabiye yê piranî Xirîstiyan lê dijîn qewimiye. Kesên mijara nûçeyê destdirêjî li hinek jinên ciwan kir, li herêmê mudaxeleyî ciwanan kir û rewş veguherî şerek tund. Di dema pevçûnê de yek ji êrîşkaran narincokek derxist, gef li derdorê xwar û piştre li gel hevalên xwe ji cihê bûyerê reviyan.

Alozî zêde bû

Çavkaniyan destnîşan kirin ku her du kes piştre bi dewriyeyên Rêveberiya Ewlekariya Giştî re vegeriyane û hejmarek ciwanên bajêr îşaret kirine. Li ser vê yekê hêzên ewlehiyê ciwanên mijara gotinê girtin binçav. Ev rewş rê li ber hêrsa gel vekir û rageşiya li herêmê û qada tundiyê zêdetir kir.  

Paşê, pevçûn li Cadeya El-Meşwer ji nû ve dest pê kir. Kesên bi çek û maske dîsa êrîşî herêmê kir û zirar dan hinek firoşgehan. Li bajarokê kaos û rageşiyek mezin hate jiyîn.  

Niştecihên bajêr dan zanîn ku bûyerên wiha hema bêje her roj tên jiyîn û ji ber nebûna tedbîrên astengkirinê ji aliyê rayedaran ve, rageşiyên di nava niştecihan de zêdetir dibe. Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku li gelek taxên bajarok dengê çekan hatine bihîstin.

Di siya vê rageşiyê de, bûyerên li Suqeylebiyê ne bûyerek tenê ye, berovajî wê, mîna perçeyek binpêkirinên berfireh ku pêkhateyên civaka Sûriyeyê yên cûda wek Dûrzî, Elewî, Kurd û Xirîstiyan dike hedef in. Ev rewş li herêmên mijara nûçeyê pêşeroja jiyana bi hevre ya civakê rû birûyî gefên cidî dihêle, fikarên derbarê welat ber bi zêdetir kaos û parçebûnê ve bibin de zêde dikin.