Di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza berdana dîlgirtiyan hate kirin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî, bi hezaran jin li Stadyuma Şehîdên Bendava Tişrînê ya bajarê Hesekê mitîngek li dar xistin û daxwaza berdana girtiyan kirin.

Hesekê – Bi ruhê 8’ê Adarê, Roja Jinên Cîhanî û di vê qonaxa hesas û dîrokî de ku destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava di bin gefê de ne, îro bi hezran jin ji kantona Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê , Kampa Waşokanî û Serêkaniyê li Stadyuma Şehîdên Bendeva Tişrînê ya bajarê Hesekê mitîngek li darxistin. Di mitîngê de malbatên kesên dîlgirtî amade bûn û daxwaza berdana zarokên xwe kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, danezana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ya ku bi boneya 8’ê Adarê hatî şandin, hat pêşkêşkirin.

Rêber Ocalan Rojava ji komkujiyan rizgar kir’

Li ser navê Kongra Star Elîf Hemo axivî û tekez kir ku Rojhilata Navîn di nava şerekî dijwar û êrîşên berfireh deye, yê ku vî şerî rawestîne û aştiyê bîne Rêber Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ji bo rawestandina vî şerî, Rêbertî Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Me li Sûriyeyê gelek qurbanî dan û gelek li ber xwe dan û ji bo rawestandina şer û pêşîgirtina li komkujiyên li Rojava, Rêbertî di vê qonaxê de bi banga qonaxek aştî mudaxele kir.

Berdana girtiyan dê cidiyate pêkanîna peymanê nişan bide

Elîf Hemo bal kişand li ser peymana 29’ê Çileyê û wiha got: “Peymana hatî îmzakirin bi awayek rêkûpêk nehatiye bicîhanîn û heta niha jî, bi hincetên cûrbecûr, HTŞ’ê pêkanîna wê dirêj dikin. Ger niyeta wan bi rastî jî bidestxistina çareseriyek, jiyana hevbeş û demokrasiyê bûya, diviyabû pirsgirêkên girtiyan çareser bikira.”

‘Emê her rojê bikin 8’ê Adarê ‘

Elîf Hemo da zanîn ku bê hebûna jinan Sûriyeyek demokratîk nayê avakirin û got: “HTŞ’ê a cîhadîst ji nasnameya jinan û nasnameya hemû pêkhateyên civakê ditirse, ji ber wê yekê divê em her rojê bikin 8’ê Adarê. Divê mafên jinan di destûrê de werin garantîkirin da ku em karibin destkeftiyên şoreşê biparêzin. Em ê têkoşîna xwe ji bo bidestxistina azadiya girtiyan bidomînin. Em dixwazin Hêzên Parastina Jinan bi fermî werin naskirin û divê îradeya jinan di hemû waran de, di nav de Wezareta Parastinê jî, were temsîlkirin. Ji bilî rêya têkoşînê rêyek din li cem me tune.”

‘Ez bavê xwe dixwazim ‘

Keça bi nave Şukriya Ebid El- Xenî ku bavê wê hatiye dîlgirtin banga berdana bavê xwe kir û got: “Bavê min nexeweşe, ez bavê xwe dixwazin. Ger tiştek bi bavê min were Rêvberiya Şamê berpirsyare. Ewê hisabê şewata dilê me bide .”

Mitîng bi dirûşmeya “ Jin Jiyan Azadî’ , ‘Em şehîd û dilgirtiyê xwe dixwazin’ bi dawî bû.