Di Meşa Azadiyê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
Di dema astengkirina Meşa Azadiyê ya Amedê de 28 kes hatin binçavkirin.

Amed- Meşa ku di pêşengiya TJA, DTK, DBP, MED TUHAD-FED, MEBYA-DER û HEDEP hat lidarxistin de 28 kesên hatin binçavkirin.
Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeya Yenîşehîrê û Qereqola Şehîtlîkê. Tê diyarkirin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.