Di lêpirsîna Gulistan Doku de 2 kesên din hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de, Cigirê Fermandarê Cendermeyan a Dêrsîmê ku hat diyarkirin ku ‘agahiyên Kule’ bi Tuncay Sonel re parve kiriye û hevjîna wî hatin girtin. Bi vî awayî hejmara girtiyên di lêpirsînê de derket 32’an.

Amed – Di çarçoveya lêpirsîna der barê doza xwendekara zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ya di 2020’an de li Dêrsîmê hat windakirin de, di 29’ê Tebaxê de 10 kes hatibûn binçavkirin.

Ji kesên hatibûn binçavkirin de nav de Cigirê Fermandarê Cendermeyan a Dêrsîmê Alî Kahraman ku hat diyarkirin ku ‘agahiyên Kule’ bi Tuncay Sonel re parve kiriye û hevjîna wî  Burçîn Hizli Kahraman ji aliyê Dadgeriya Ceza Sulh a Nobedar ya Dêrsîmê ve hatin girtin.

Bi vî awayî hejmara girtiyên di lêpirsînê de derket 32’an.