Di hilbijartinên şaredariyê yên Lubnanê de ji bo jinan banga piştevaniyê

Di hilbijartinên herêmî û keyatiyê yên 18’ê Gulanê li paytexta Lubnan Beyrûdê pêk were de jin, cara yekem e evqas bi hêz derdikevin ser dikê.

SÛZAN EBÛ SEÎD 

Beyrûd – Di yek ji pênc lîsteyên şaredariyan ên beşdarî hilbijartinan bûn de, ji 24 lîsteyên namzedan 13 ji jinan pêk dihatin, di hinek lîsteyên din de jî jin weke şaredar an cîgirên şaredaran hebûn. Ev rewş ji bo xebatên jinan ên rabûnê tevlîbûnekî xurt û biryardariya xwe ji bo bidestxistina pozîsyonên biryargirtinê nîşan dide.

Ev hilbijartin di salên dawî de di mercên ku şerê Lubnanê hejand, krîza aboriya ku kûr bûye û piştî krîzên bê îstîqrariya siyasî, di atmosfera bilind di daxwaza guhertinan de bi pêş dikeve. Hilbijartinên Beyrûdê bi taybetî balê dikşînin. Ji ber di hilbijartinên sala 2016’an de tevlîbûn tenê ji %24 bû.  Îsal, tê payîn ku guhertinên di meylên hilbijêran de, bi taybetî bi bandora hilbijêrên jin, di encaman de jî dê werin nîşandan.

Dê hejmara hilbijêrin jin li ser encama hilbijartinan bandorê çêbike

Di sala 2024’an de li Beyrûdê hejmara hilbijêrên tomarkirî nêzî 512 hezar bû. Ji van 267 hezar jin û 245 hezar jî ji mêran pêk tên. Li Baalbekê ji 294 hezar hilbijêran 150 hezar jin in 144 hezar jî mêr in. Li Hermelê ji 59 hezar hilbijêran 30 hezarê wê jin in û 28 hezar jî mêr in. Li rojhilatê Bekayê hejmara jin û mêrên hilbijêr wekhev e. Ji Rashayê jî 53 hezar hilbijêr hene li wir jî hejmara jin û mêrên hilbijêr hema bibêje wekhe ve. Ev dane didin xuyakirin ku dê hejmara hilbijêrên jin encama hilbijartinan, rasterast bi bandor bike.

Pênc lîsteyên sereke yên ku di hilbijartinê de pêşbirkê dikin ev in: “Beyrûd me digihîjîne hev”, “Beyrûd ji te hez dike”, Hevpeymaniya Bajarê Min Beyrûd 2025”, “hemwelat li Beyrûdê ne”, “Beyrûd paytexta me ye” her wiha gelek namzedên serbixwe jî cih digrin.

‘Beyrûd niha di rewşeke felaketê de ye’

Çalakvana siyasî û civakî Sara Mahmud ku bi lîsteya "Hevpeymaniya Bajarê Min Beyrûd 2025" dibe namzed, dibêje ku lîsteyên wan xwedî vîzyonek hevpar in û wiha didomîne: “Beyrûd niha di rewşeke felaketê de ye. Ji teqîna lîmanê heya pandemiyê û heya şerê dawî yê Îsraîlê di hemu krîzan de em li kêleka gel bûn. Bi navê însiyatîfa “alîkarî bike” me alîkarî da 13 dibistanan û gelek malbatan. Niha ji bo ku rasterast ez di mekanîzmayên wan de cih bigrim bûm namzed.

Ji ber astengdariyê zehmetiyên mezin kişand

Çalakvan Emel Şerîf ku di heman lîsteyê de ye û ji bo mafên kesên astengdar dixebite, dibêje ku wê biryar daye tevî zehmetiyên di pêvajoya namzediyê de dê beşdarî hilbijartinan bibe. Emel Şerîf wiha didomîne: “Li bajar extiyar, astengdar û malbat pirsgirêkên cidî yên bingehîn dijîn. Riyên ku mirov bi peyatî diçin nebaş in. Min dixwest bibim dengê van pirsgirêkan. Di dema pêvajoya namzediya xwe de rastî astengiyên fîzîkî hatim, nikaribûm bi derenceyan biçim avahiya ku pêdivî bi girtina belgeyên fermî lê hebû lê bi alîkariya rayedarek min prosedurên xwe temam kir.”

Namzedê din ê Hevpeymaniyê, perwerdekar Gîna El-Kasim tîne ziman ku ew di temenê biçûk de neçar dimîne dev ji dibistanê berde û alîkariya malbata xwe bike, di temenê ciwan de zewiciye û dûre dibistana xwe berdewam kiriye. Her wiha dide zanîn ku ji bo ku ji bo nûnertiya têkoşîna jinan bike bûye namzed. Gîna El-Kasim gotinen xwe wiha didomîne: “Ji bo ku ez ji zarokên xwe re mafê hemwelatîbûniyê bi dest bixim jî daxwazên min hene. Jinbûyîn ne astengî ye, çavkaniya hêzê ye.”

‘Cudahiya lîsteya vê hilbijartinê hebûna aheng û bernameyek hevpar e’

Namzeda berê ya parlamentoyê û yek ji damezrînerên tevgera Beyrûda Bajarê Min, Nahîde Xelîl jî tekez dike ku hêmana sereke ya lîsteyê di vê hilbijartinê de ji yên din cuda dike "ahengî û bernameyek hevpar" e. Nahîde Xelîl wiha dibêje: “Aliyên ku bi salan e şer dikin di hilbijartinan de dibin yek, piştre ji bo bajêr tiştek nakin. Ev lîste xwedî karmendên cihêreng e ku xwedî hevsengiya zayendî, cihêrengiya temenî û pisporiyê ne. 13 namzedên jin û 11 namzedên mêr hene. Namzeda herî ciwan 17 salî ye. Di mijarên jîngehî, ragihandin, endezyarî, hiqûqî û xizaniyê de pisporên me hene.

‘Dengê xwe bidin namzedên ku xwedî rêgez in’

Xelîl, ji Beyrûdiyan re vê bangawaziyê dike: “Ez we vedxwînim, bêyî cudahiya zayendî hemû namzedan bibînin. Ne tenê yên ku kursiyan parve dikin, ên ji bo bajar kar dikin, esas bigrin. Ji  bo namzedên ku girêdayî rêgezan in dengê xwe bidin. Dilsoziya me ne ji bo partiyan e, pêwist e ji bo sazî û dewletê be. Em dikarin hemû bi hev re Beyrûdê rabikin ser piyan.”