Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 6 kes mirin 8 kes jî birîndar bûn
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de di nava mehekê de hejmara kuştiyan gihîşt 1142, 3315 kes jî birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encamê êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê û başûrê paytexta Lubnan Beyrûtê de 6 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser bajarokê Siksikiye ya li navçeya Seyda a başûrê Lubnanê de, li gorî daneyên destpêkê, 4 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Îro danê sibehê, balefirên şer ên Îsraîlê êrişên hemwext li ser bajarokên Kefar Riman, El-Qelîle û derdorê bajarokê El-Mensurî yên başûrê Lûbnanê de pêkanîn. Êrîşên hewayî malek li Hanîn, her wiha devereke vekirî li Kefar Riman, avahiyek li devera El-Amra li nêzî bajarokê El-Qelîle li başûr û derûdora Mensûrî kiriye hedef.
Di mehekê de 1142 kuştî û 3315 birîndar
Tevî van hejmarên rojane, hejmara qurbaniyên êrîşên berdewam yên li ser Lubnanê ji destpêka vê mehê ve gihîştiye 1142 kuştî û 3315 birîndaran.
‘Êrîşên Îsraîlê berdewam dikin’
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku tankên Îsraîlê îro sibê deriyên bajarokê Beyt Lîf û derdora bajarokên Dibil, El-Quzah, Naqora û herêma Hamol li başûrê Lubnanê topbaran kirin û balafirên bê mirov ên Îsraîlê di serê sibehê de malekê li bajarokê Kefar Riman ê başûr hedef girtiye, di heman demê de hejmarek gundên li sektora rojava jî rastî topbaranek giran tên û êrîşên asmanî di sibehê de herêma Tehwîtêt El-Xedîr yên başûrê Beyrûtê jî hedef girtine.