Di êrişên Îsrailê de rojnamevanek din jiyana xwe ji dest da

Di êrişa Îsrail li dijî Zîvala Xeza de, rojnamevanek din ya Filistînî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsrailê yê li dijî Zîvala Xeza ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha bê navber dewam dike.

Ofîsa Ragihandina hikumeta li Xeza bi daxuyaniyek derbarê rojnamevanên li Zîvala Xezayê yên ji dîroka ku êriş destpêkirî heta niha hatine qetilkirin de agahî da. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişa artêşa Îsrailê yê li dijî Xezayê de, rojnamevan Vefa Ali el-Adeyni ku di gelek saziyên ku bi Îngilîzê weşanê dike de dixebitî jiyana xwe ji dest daye. Bi komkujiyên dawî re hejmara rojnamevanên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha jiyana xwe ji dest dane bû 174.

‘Bikevin nava tevgerê’

Di daxuyaniyê de li Zîvala Xezayê hedefgirtina rojnamevanan ji aliyê Îsrail ve hate şermezarkirin, bang li civaka navnetewî û saziyên navnetewî yên derbarê medyayê de hat kirin û wiha hat gotin: “Ji bo Îsrail dest ji kuştina rojnamevanên Filistînê berde pêkanînên giran pêk bînin û ji ber sûcên kirî di dadgehên navnetewî de werin darizandin, demildest bikevin nava tevgerê.”