Di êrîşên Îsraîlê de 2 rojnamegerên din jiyana xwe ji dest dan
Beriya agirbesta mirovî ya Îsraîlê li Xezayê, di êrîşên dijwar ên li gelek herêmên bajar de 2 rojnamegerên din jiyana xwe ji dest dan.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2023/11/20231122-20231122-gazze-saldiri-4-jpgd99a07-image-jpg4df249-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Beriya agirbesta mirovî ya Îsraîlê li Xezayê pêk were, li gelek herêmên bajar êrîş dijwar bûn, di van êrîşan de 2 rojnamegerên din jî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa Nûçeyan a Filistinê WEFA’yê; di êrîşên balafirên Îsraîlê li ser taxa Şucaiyya ya Rojavayê Xezayê de xebatkarê televîzyona Al-Qudus Today rojnameger Muhammed Nebil el-Zok jiyana xwe ji dest da.
Heta niha 46 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane
Li gor nûçeya Roya News a Filistînê, rojnameger Asim El-Burş ku di radyoya El- Filistîn de dixebitî, di encama êrîşa segvanî ya Îsraîlê li herêma Es-Saftawî ya Bakurê Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji daye.
Bi mirina du rojnamegeran re hejmara rojnamegerên ku di êrîşên Îsraîlê yên li Xezayê de jiyana xwe ji dest dane 6 jê jin bû 64.
Li gorî daneyên saziya parastina rojnamegeran (CPJ) ji 7’ê Cotmehê ve piştî ku êrîşên Hamas û Îsraîlê dest pê kirin heta niha li Xezayê 45, li Lubnanê jî rojnamegerek jiyana xwe ji dest dane.