Di êrîşa li dijî dibistana seretayî de: 149 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan
Hejmara xwendekarên di êrîşa hewayî ya li dijî dibistana seretayî ya li Îranê de jiyana xwe ji dest dane bû 149. Hat diyarkirin ku 95 xwendekar birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan- Êrîşên li dijî Îranê didomin. Di êrîşên DYE û Îsraîlê yên li dijî gelek herêman de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Çavkaniyên medyayê, diyar kirin ku hejmara xwendekarên di êrîşa li dijî dibsitana seretayî ya li bajarê Mînab ê başûrê Îranê bûye 149 û hejmara birîndaran jî bûye 95.
Êrîş, roja Şemiyê di dema ku nêzî 170 xwendekar li dibistanê bûn pêk hat. Ev yek di demên dawî de êrîşa herî giran a li dijî sivîlan e. Hat diyarkirin ku dibistan rasterast hatiye hedefgirtina û ji ber vê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, xebatên rizgarkirina birîndaran û lêgerîn didomin.
Lokasyona li bajarê Pervarê başûrê Îranê cih digre û maluvaniyê ji gelek baregehên deryayê yên stratejîk re dike. Ev rewş îşaret bi girîngiya leşkerî li herêmê dike, rayedarên Îranê îfade kirin ku têkildarî şertên êrîşê û sedemên wê lêkolîn didomin. Bang li derdorên navneteweyî hat kirin ku ji bo sekinandina hedefgirtina sivîlan zextê bikin.